Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hatin şermezarkirin.
SÊRT
Li navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin. Girse bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TJA û DEM Partiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Misircê kom bû. Girseyê pankarta “Rojava rûmeta mîrovahiyê ye, Rojava diparêze” vekirin û timî dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Ji şer re na, aştî niha”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
Girse bi çepik, dirûşme û tilîliyan heta birca saetê meşiyan. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Tekîn nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û diyar kir ku ger behsa aştiyê bê kirin, divê destpêkê ji Rojava dest pê bikin.
Hevseroka DEM Partiyê Naîl Esma daxuyaniya çapemniyê xwend û wiha got. “Rejîma ku daxwazên gelê Rojava yên demokrasî û azadiyê paşguh dikir, bi dawî bû. Divê li van xakên ku bi salan e şer lê diqewime çareserî pêk were. Li vir derfeteke dîrokî heye. Divê ev rewş li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin. Divê demildest êrîşên li dijî Rojava bi dawî bibin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
ERZIROM
Li Erziromê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Erziromê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserî ne bi polîtîkayên înkar û şer, bi diyalogê pêkan e. Hevserokê DBP’ê yê Erziromê Abdullah Ala daxuyanî xwend û got, “Êrîşên li ser Rojava aloziya Sûriyeyê hîn kûrtir dike. Em baş dizanin ku modela jiyana demokratîk a Rojava hedef tê girtin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê dirûşmên “Jin, Jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
BEDLÎS
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî meş û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Hevşaredarên Tetwanê, rêveberên DEM Partiyê yên Mûşê û gelek kes bi pêşengiya DEM Partî ya Bedlîsê esnafan ziyaret kirin û der barê êrîşan de agahî dan. Piştre gel heta ber avahiya DEM Partiyê meşiyan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.
Girse li ber avahiya rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk di çalakiyê de axivî û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê van komên çete beralî dike. Divê dev ji xwedîkirina van çeteyan berdin. Piştevaniya gelê Kurd bikin. Gelê Rojava rûmeta me ye û em ê her tim biparêzin.”
Hevşaredarê Tetwanê Mûmîn Erol diyar kir ku rejîma Esad li hemberî berxwedana gel têk çû û got: “Divê ji bo jiyana hevpar a gelên li wir dijîn, dev ji demokrasî û mafên mirovan bernedin. Her tiştê ku li ser mirina Kurdan bê avakirin wê bi ser me de hilweşe. Ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê destê aştiyê paşve venekşînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.