Di ser şerê li ser Qerebaxê 2 sal derbas bûn. Her du aliyan di meha Adarê de ragihandibûn ku li ser rêgezên peymana aştiyê li hev kirine. Lê Azerbaycan beriya îmzekirina peymanê xwest ku hin şert bên bicihanîn.
Yek ji van daxwazan fesihkirina Koma Mînskê ku di salên 1990’î de di bin banê AGIT’ê de hatibû avakirin û Rûsya, Fransa û DYE’yê hevserokatiya wê dikin.
Serokwezîr Paşinyan piştgirî da vê daxwazê û got, “Em pêşniyar dikin ku di roja peymana aştiyê de, Koma Mînskê jî were fesihkirin.”
Paşinyan pêşniyar kir ku ji bo îxtîmala ku pevçûnên li ser sînor biqewimin were lêkolînkrin mekanîzmayeke hevpar a lêkolînê ya Azerbaycan-Ermenistanê bê avakirin.
Serokwezîrê Ermenistanê niyeta xwe ya bidawîkirina pevçûnan dubare kir û wiha domand: “Bingeha şer tune ye, wê şer çênabe, aştî çêbibe.”
NÎQAŞA LI SER DESTÛRA BINGEHÎN
Daxwazeke din a Azerbaycanê ew e ku ragihandina serxwebûnê ya ku behsa Qerebaxê dike ji Destûra Bingehîn a Ermenistanê bê derxistin. Lê belê ji bo guhertina vê daxwazê pêwîstî bi referandûmê heye û ev yek dikare bandorê li pêvajoya aştiyê bike.
Îxtîmala peymana aştiyê ji aliyê DYE, YE û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û gelek lîderên rojava ve erênî hat pêşwazîkirin.
Lê pispor tekez dikin ku ji bo lihevkirinek mayinde wê nivîs tenê têrê neke û pêdivî bi pêşkeftina kûr a civakî û dîplomatîk heye.
Her du welatan piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê li ser herêma Qerebaxê du caran şer kirine. Şerê yekem ê di serê 1990’î de qewimîbû Ermenistanê qezenc kiribû û şerê duyem ê 2020’an jî Azerbaycanê qezenc kir. Azerbeycan di Îlona 2023’yan de bi operasyonek leşkerî ya kurt Qerebaxê bi temamê xist bin kontrola xwe. Ev rewş rê li ber koçberbûna 100,000 Ermeniyan vekir.