Welatiyê bi navê Diyar Koç ku li ser sînorê Nisêbînê hate binçavkirin, ji hêla leşkeran ve hate êşkencekirin. Dîmenên êşkenceyê derketin holê.
Duh li Nisêbîn a Mêrdînê bi sedan kes li ser sînorê Qamişloyê kom bû û berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Gelek kesên têl û bariyetên betonê yên ser sînor rakirin, derbasî Qamişloyê bûn. Di vê navberê de leşkeran gule berdan hewa û çalakvanan jî bi keviran bersiv da.
Di dema bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin. Dîmenên kesekê hatiye binçavkirin û ji hêla leşkeran ve hatibû îşkencekirin li ser medyaya dijîtal hate parvekirin. Hat zanîn ku kesê rastî êşkenceyê hatî, Diyar Koç e. Kêliyên ku Koç rastî êşkenceyê tê û heqaretên giran lê tên kirin hatin kişandin.
Hat zanîn ku ji ber êşkenceya hatiye kirin, mejîpiştê Koç şikestiye û leşkeran nehiştin parêzerên Koç rapora derbkirinê bigirin.
Hin hesabên nîjadperest, li ser medyaya dijîtal Koç weke “kesê al aniye xwarê” nîşan dan û hedef girtin. Dîmenên kêliya ku Koç ji hêla leşkeran ve hatiye binçavkirin gihiştin ber dest. Li cihê behsa xeberê tu al tune ne û hat zanîn ku li kêleka qulûbeya leşkeran e.
Hinek hesabên medyaya dijîtal û dezgehên çapemeniyê, dîmenên kêliya ku ala Tirkan tînin xwarê parve kirin. Nehat zanîn ku al li ku derê û kengî hatiye daxistin. Di navbera ala hatiye parvekirin û ya li Nisêbînê hatiye daxistin de gelek ferq hene. Lewma jî tê gotin ku bûyera behsa xeberê li aliyê Nisêbînê çênebûye.
DEM Partiyê, piştî parvekirina dîmenê alê bertek nîşan da. Derdorên nîjadperest girse hedef nîşan da.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî got ku di çarçoveya lêpirsînê de 14 kes hatine binçavkirin.

