În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Esra Çîçek Mercan: Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê 25’ê Mijdarê li qadan bin
Jin

Esra Çîçek Mercan: Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê 25’ê Mijdarê li qadan bin

Ji Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan anî ziman ku li dijî mejiyê serweriya mêr û mêr dewletê yekane rêya rizgariyê têkoşîna bi hev re ya jinan e û got, ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev wê 25'ê Mijdarê li qadan bin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Jin îsal 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di nava şert û mercên giran de pêşwazî dikin. Tundî û êrîşên li ser mafên destketî yên jinan zêde dibin, krîza aborî û tengaviya siyasî ya ji ber polîtîkayên şer mezin dibe û ev yek jî bandoreke yekser li jiyana jinan dike.

Endama Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivî û got, “Gelek sedemên mezinbûna pirsgirêka tundiya li jinê hene. Bi taybetî polîtîkaya bêcezahiştinê yek ji wan polîtîkayên sereke ye. Ji ber ku polîtîkayên mêr û mêr dewletê ceza li kiryaran nabire, ev tundî her roj mezin dibe.

Dema ku mirov bala xwe didin ser mercên siyasî yên heyî, dibînin ku desthilatdariya siyasî xwedî nêta çareseriya vê yekê nîne. Polîtîkayên desthilatdariyê bi şênberî li holê ne. Dixwaze jinê bi temamî li nava malbatê asê bike, tenê malê bike qada jiyanê ya jinê. Feraseteke welê heye ku li qadên din ên jiyanê jinê tine dihesibîne. Jinan li hemberî van polîtîkayan her tim têkoşîn meşandin û hîn jî têdikoşin.”

‘POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ HÊZ Û WÊREKIYÊ DIDE’

Esra Çîçek Mercan anî ziman ku ji ber kiryar nayên cezakirin her cûre tundî li jinan dibe û got, “Bi taybetî ji ber daxistina ceza ya ku em jê re tehrîka neheq dibêjin, yan jî eger jinek kuştibe yan jî birîndar kiribe, bi giranî sûcdar nayê cezakirin. Nedayina ceza jî hêz û wêrekiyê dide wî û derdorê.

Dema ku mirov bala xwe didin ser van bûyeran, dibînin ku aqlekî mêr heye ku ji polîtîkaya bêcezahiştinê bi rengekî cidî hêz û wêrekiyê werdigire. Ev aqlê mêr ji aqlê dewletê ne cudatir e. Bi rengekî bi rêk û pêk û rêxistinbûyî vê dikin. Ev rewş jî dibe sedem ku jin bi rewşeke welê re rû bi rû bên ku gelekî zehmet e û li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”

‘JIN HER ROJ TÊNE QETILKIRIN’

Esra Çîçek Mercan işaret bi girîngiya têkoşîn û rêxistinbûnê kir û got, “Mirina jinan êdî tenê weke hejmaran tê dîtin. Li welatekî ku jin ewqasî têne qetilkirin, yên ku welêt bi rê ve dibin divê êdî li ser vê mijarê bifikirin. Lê mixabin aqlekî bi vî rengî nîne.

Gava em bûyerên kuştina jinan lêkolîn dikin, li daneyên metirsîdar rast tên. Jin her roj têne qetilkirin. Asta ku bûyerên kuştina jinan gihîştiye û polîtîkayên desthilatdariyê dema ku li ber çavan têne girtin, em dibînin ku nêteke wan a baş nîne. Feraseteke welê heye ku dibêje, ‘Serî li ber mêr bitewîne, naxwe tu yê bimire’.

Ev yek jî ji polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê cuda nîne. Bi taybetîı jin ber bi xwekuştinê ve têne dehfdan. Lewma divê jin bi rêxistin bin û têbikoşin.”

Esra Çîçek Mercan destnîşan kir ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê wê ji bo ragihandina daxwazên xwe li qadan bin û got, “Weke her salê îsal jî amadekariyek eme ya cidî heye. Em li gel saziyên ku hevkariyê bi hev re dikin ji bo pêşîgirtina li tundiyê em atolyeyên cuda lidar dixin. Bi taybetî raporeke me ya têkildarî tundiyê heye ku em ê 25’ê Mijdarê eşkere bikin. Bi jinan re ji bo bibin dengê jinên din em karê rêxistinbûnê dimeşînin û ji bo vê têdikoşin.

Li vî welatî her roj jin têne kuştin; hişekî bi vî rengî yê vî welatî heye. Em ê van jinan nedin jibîrkirin. Em ê nehêlin ku ew tenê weke hejmarekê bêne dîtin. Ji bo jinên din neyên kuştin êm ê têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Keyayê Urdun û Serokwezîrê Pakîstanê ji cih kirina Xezayiyen re gotin na
Nûçeya Pişt re ‘Şehba veguheriye qada binpêkirina mafên mirovan’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayên YJA Starê: Rêber Apo em kirin xwebûn

Gerîlayên ciwan ên YJA Starê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA û DAKB’ê nerazîbûnên xwe nîşanî şibandinên Kûrtûlmûş dan

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) li hemberî pêsnên…

Ji aliyê Stêrk TV

Newaya Jin panoramaya jinê ya salê destnîşan kir

Newaya Jin bi manşeta 'Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye' bal kişand ser berxwedana wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Kurdistanî li gel rojeva jinûveavakirinê dikevin sala 2026’an

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li bazarê bertek nîşanî mûçeya kêmtirîn dan: Em nan bi deyn dikirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?