Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Estetîka Berxwedanê: Rojava
Çand û Hûner

Estetîka Berxwedanê: Rojava

Rêya ku Şoreşa Rojava vekiriye, ne tenê rêyeke ku divê bê parastin e; rêyeke wisa ye ku divê bi huner, çand û hilberîna hevpar bê mezin kirin. Em dikarin bi hunerê pir mezintir şer bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şoreşa Rojava ne tenê têkoşîneke leşkerî yan jî siyasî bû ku di erdnigariyekê de hate meşandin. Ev şoreş, di heman demê de şênberbûna wê xeyala jiyana adil, wekhev û komunal e ku mirovahî bi sedsalan e lê diğere ye. Bi taybetî li Rojhilata Navîn mîna mercaneke dibiriqe ye. Ji ber vê yekê Rojava, ne tenê bûye wijdanê hevpar ê berxwedêran, bûye wijdanê yên ku difikirin, hildiberînin, xeyal dikin û diafirînin jî. Huner di vê xalê de careke din rola xwe ya dîrokî bibîr aniye; ya estetîk û ya polîtîk, hest û hişmendî, afirandina takekesî û têkoşîna kolektîf gihandiye hev.

Vê carê huner bi awayekî pir mezin bûye yek dil, yek deng û yek beden. Karaktera hunerê ya avaker û çêker berxwedan mezin kiriye; di heman demê de deriyê hunerê û bi hev re hilberandina hunerê heta dawiyê vekiriye. Bi eşkere hate dîtin ku hunermend ne tenê şahid e, pêşengê ku hildiberîne û rê vedike ye. Hunermend; wekî kirdeyekî bi hêz ê ku hestê diafirîne, nîşana qencî, ciwanî û ya hevpar dide, mirov ji tenêtiyê ber bi komunalbûnê ve dibe, careke din derketiye ser dikê dîrokê. Mînaka herî mezin, em di dema berxwedana Rojava de bi stranên ku bilind dibin dibînin. Strana “Em Bernadin” bû îfadeya dîtbarî û melodîk a hemû hestên me. Huner tiştekî wisa ye; li cihê ku berxwedan û huner hebe, mêtîngerî lawaz dibe. Bersiva herî mezin a ji bo netew-dewleta ku hewl dide psîkolojiya têkçûnê ava bike, huner dide. Me dît ku bi mîlyonan mirov bi stranên berxwedanê dimeşin û dibin yek deng. Me dît ku dibin yek dil.

Bi taybetî di vê hesasiyeta mezin a meha dawî de ku li dora Rojava pêş ketiye, rola rewşenbîr û hunermendan nayê piçûkxistin. Daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê ya cîhana huner û wêjeyê di şexsê Rojava de bersiveke bi hêz ditiye. Hunermendên ji gelên cuda, ziman û çandên cuda bûn dengê vê berxwedanê; bi muzîk, wêne, şano û wêjeyê Rojava ji cîhanê re vegotin. Ne tenê berhem hatin afirandin; piştgirî hate mezin kirin, têkilî hate danîn û sînor hatin rakirin. Serdana komek hunermend ji bo berxwedêrên li Rojava nîşan da ku ev girêdan çiqas şenber û rastîn e. Hunermend hatin bal hev, berhemên hevpar pêşkêş kirin. Ji Ewropayê hunermend çûn Rojava û beşdarî hesta netewî bûn.

Muzîk hatin çêkirin, wêne hatin çêkirin; dayik, bav û zarok li kolanan bûn yek dil. Huner tevlî nav jiyana rojane bû; bi berxwedanê bêhn hate girtin û dayîn. Tiştên qewimîn, di heman demê de dijberiya di navbera dewlet û komunê (civakê) de bi hemû zelaliya xwe derxist holê. Perspektîfa manifestoya civaka demokratîk û bangên wê li kolanan jiyan dîtin.

Îro têkoşîna Rojava, pevçûna du şêwazên jiyanê û du xeyalên cuda yên cîhanê ye. Rojava di vê pevçûnê de nîşan da ku jiyana komunal, keda kolektîf û pêşeroja hevpar pêkan e.

Tam ji ber vê sedemê, ev xwedîderketin û parastina bi hêz a ji bo Rojava; herikîna hesta hevpar û hişmendiya netewî wekî lehiyekê, nabe ku wekî reflekseke demkî bimîne. Ji bo me Kurdan û ji bo hemû gelên ku bi vê têkoşînê re girêdayîne divê ev enerjî veguhere formên pergalî û mayînde. Hest divê bi rêxistinbûnê re, piştgirî bi mekanîzmayên biryara hevpar re û hilberîna estetîk jî bi plankirina kolektîf re bigihîje hev.

Di vê xalê de Konferansa Çand û Hunera Kurdî ya Netewî wekî pêdiviyekî dîrokî li pêşiya me rawestiyaye. Konferanseke wisa ku hunermendên ji çar parçeyan bên gel hev, ezmûnên xwe parve bikin û qadên hilberîna hevpar nîqaş bikin; ne tenê çalakiyek e, dikare bibe destpêka pêvajoyeke çandî-siyasî ya demdirêj. Ev konferans dê zemînekê bafirîne ku hunermend hevdu nas bikin, bi hev re bifikirin û bi hev re hilberînê bikin tiştekî mayînde.

Bi hev re bûn komun û bi hev re kar kirin, îro yek ji berpirsiyariyên herî bingehîn ên hunerê ye. Em di dema ronahiya kolektîf de ne ku biriqînên takekesî jî tê de ne.

Wekî hunermend em dikarin bibin pêşengên estetîkek pir mezintir; bibin pêşengên yekîtiyên bi hêztir, berfirehtir û veguhêzertir. Rêya ku Şoreşa Rojava vekiriye, ne tenê rêyeke ku divê bê parastin e; rêyeke wisa ye ku divê bi huner, çand û hilberîna hevpar bê mezin kirin. Em dikarin bi hunerê pir mezintir şer bikin.

Ev rê, tenê gava bi hev re bê meşandin bi wate dibe. Em dizanin ku di porê berxwedêran de bihar nêzîk e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e
Nûçeya Pişt re Şandeya Kurd diçe Şamê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PYD şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anî

Rêxistina PYDˊê ya bajarê Dirbêsiyê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê di salvegera 21ˊan…

Ji aliyê Stêrk TV

Neteweyên Yekbûyî bi fermî ragihand ku li Xezeyê xela heye

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rengekî fermî ragihand ku li Xezeyê xela heye û zêdeyî 500…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15’ê Sibateke din di nava pergala Îmraliyê de derbas bike

Koordînasyona KJK’ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Rêber Apo bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

PE Rêziknameya ku koçberiyê dijwar dike pejirand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?