În, 6 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 6’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê: Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Faîlê sûcên şer Ehrar El-Şerqiye
Rojava

Faîlê sûcên şer Ehrar El-Şerqiye

Bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî xelata ku HTŞ'ê da Ebû Hatem Şakra ku serkêşê çeteyên Ehrar El-Şerqiye yê ji teror û sûcên şer ên li Sûriyeyê berpirsyar e, edaletê dikuje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Ehrar el-Şerqiye ku di nav hawîrdora kaotîk a şerê navxweyî yê Sûriyê de bi kiryarên xwe yên hovane derket holê, weke komeke çekdar ê di nava Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) de ku Tirkiye piştgiriya wê dike tê nasîn. Ev kom bi sûcên xwe yên şer û kiryarên terorîstî hêrsa gelê herêmê û navneteweyî kişandiye ser xwe. Yek ji sûcên herî berçav ku komê pêk anî, qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan di sala 2019’an de bi awayekî hovane bû.

Serkirdeyê Ehrar El-Şerqiye Ebû Hatem Şeqra ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve weke Fermandarê Firqeya 86’an a berpirsyarê herêmên Reqa, Dêrezor û Hesekê hate diyarkirin. HTŞ’ê ku ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve li Şamê desthilatdar e, bi pêkanînên zordar ên ku rejîma Baas tîne bîra mirov, atmosfera terorê li welêt didomîne

Werin em kiryarên qirêj ên çeteya Ehrar El-Şerqiye ya di bin serçetetiya Ebû Hatem Şeqra yê ku wekî Fermandarê Firqeya 86’an bûye berpirsyarê Reqa, Dêrazor û Hesekê ji nêz ve nas bikin.

JI ÇETEYÊN DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE NE

Ehrar El Şerqiye di sala 2016’an de li Dêrazorê hate damezrandin. Ehrar El Şerqiye çeteyeke Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) ye û girêdayî dewleta Tirk a dagirker e. Serçeteyê ku xwe wekî li dijî rejîmê dide nasîn lê bi komkujî, talan û êrîşên etnîkî yên li dijî sivîlan ketiye rojevê. Ebû Hatem Şekra (Ehmed Îhsan Feyad El-Heys) têkiliyên wî yên rasterast bi DAÎŞ’ê re hene. Ew rasterast beşdarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê bû û bi taybetî jî di 2018’an de beşdarî dagirkirina Efrînê bû; wî di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê yên 2019’an de jî roleke sereke lîst. Ehrar El Şarqiye ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (mueyîdeyên SDGT) û Holandayê (bi biryara dadgehê) ve wekî ‘rêxistineke terorîst’ hatiye binavkirin.

SERÇETE EBÛ HATEM ŞEKRA

Serçeteyê Ehrar El Şerqiye Ebû Hatem Şekra wekî plankerê sûcan û pêkanaîna wan tê nasîn. Tevî ku Ebû Hatem Şeqra rasterast bi qetilkirina Hevrîn Xelef ve girêdayî ye jî, di sala 2025’an de ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve wek Fermandarê Firqeya 86’an li Reqa, Dêrazor û Hesekê hate tayînkirin. Ev tayînkirin ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û civaka Kurd, bi taybetî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve wekî skandal hate pênasekirin. Şekra yê ku bi nasnameya sexte ji Zanîngeha Artuklu ya li Tirkiyeyê mezûn bûye û ev yek gumana ku ew ji hêla torên navneteweyî ve tê parastin zêde dike. Dosyayên sûcên şer ên Şekra û rewatiya rêveberiya nû bûye cihê şermê.

QETILKIRINA HEVRÎN XELEF

Yek ji sûcên herî hovane yên Ehrar El Şerqiye, qetilkirina hovane ya Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan ên ku di 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 a di navbera Girê Spî-Serêkaniyê de pêk hat. Li gorî raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî; Ehrar El Şerqiye wesayîta Hevrîn Xelef rawestand, ew bi lêdanê ji wesayîtê daxistin û qetil kirin. Her wiha ajokarê wê jî li heman cihî hatibû qetilkirin. Hevrîn Xelef siyasetmedareke jin a Kurd bû û ji bo aştiya Sûriyeyê dixebitî. Saziyên çapemeniyê yên Tirk qetilkirina Hevrîn Xelef wekî “operasyoneke serketî” bi nav kirin û ev yek careke din îspat kir ku Ehrar El Şerqiye girêdayî wan e. Analîza dîtbarî ya Bellingcatê (Platforma lêkolîn û rojnamegeriya serbixwe ya Hollandayê) bi awayekî teqez piştrast kir ku Hevrîn Xelef ji aliyê Ehrar El Şerqiye ve hatiye qetilkirin. Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê jî qetilkirin weke “înfazên bêdaraz” bi nav kiribû û bang li Tirkiyeyê kiribû ku lêpirsînê veke. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya Cotmeha 2019’an de diyar kir ku Ehrar El Şerqiye bi qetilkirina Hevrîn Xelef û înfazên din “li dijî sivîlên Kurd paqijkirina etnîkî” kiriye. HRW’ê diyar kir ku ev kiryar sûcên şer in. DYE’yê di sala 2021’an de Ehrar El Şerqiye xiste nava li lîsteya terorê, mal û milkên rêxistinê cemidand û xebatên wan qedexe kir. Ev komkujî, polîtîkayeke terora etnîkî ya Ehrar El Şarqiye li dijî sivîl û kesayetên siyasî yên Kurd bû.

SÛCÊN ŞER ÊN ŞÊNBER

Ehrar El Şerqiye ne tenê bi qetilkirina Hevrîn Xelef, bi rêze sûcên şer û kiryarên terorîstî jî tê nasîn. Mînakên şênber ên xwe dispêrên raporên navneteweyî û çavdêriyên qadê wiha ne:

* Ehrar El-Şerqiye pişît dagirkirina Efrînê bi awayekî sîstematîk mal, dikan, zeviyên çandiniyê û milkên din ên sivîlan talan kir. Li gorî rapora HRW’ê ya Tîrmeha 2018’an; li Efrînê bi awayekî rêxistinkirî mal û milkê xelkê dizîn û dest danîn ser mal û milkên wan.

* Ehrar El-Şerqiye di Adara 2018’an de, talankirina zêdetirî 50 malan li taxa Mehmûdiye ya navenda bajarê Efrîn belge kir. Televîzyon, mobîlya, amûrên metbexê û heta derî jî hatin dizîn.

* Li gundên Efrîna ku bi hilberîna zeytûnên xwe navdar in (Cindirês û Reco), Ehrar El Şerqiye dest danî ser baxçeyên zeytûn û berhemên gel. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di sala 2018’an de ji sedî 70 berhemên zeytûnan ên li herêma Efrîn ji aliyê komên çekdar ên wekî Ehrar El Şerqiye ve hatiye desteserkirin. Zeyta zeytûnê ya dizî li bazarên Tirkiyeyê hatin firotin.

* Ehrar El Şerqiye li taxên bazirganî yên Efrînê herî kêm 200 dikan talan kirin. SOHR ragihand ku di Nîsana 2018’an de, zêdetirî 30 dikanên li bazara Efrînê bi tevahî vala kirine û hin ji wan kirine baregehên SMO’yê.

* Malbatên Ehrar ElŞerqiye û komên din ên SMO’yê yan jî malbatên Ereb ên ji Îdlibê li malên talankirî hatine bicihkirin. Li gorî rapora  Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya Adara 2019’an; Artêşa Sûriyeyê li herêma Efrînê zêdetirî 5 hezar xanî û milk dagir kirin. Ehrar El Şerqiye di vê pêvajoyê de roleke sereke lîst.

ÎNFAZÊN LI DIJÎ SIVÎLAN

Di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê û Girê Spî yê sala 2019’an de, Ehrar El Şarkiye li ser rêya M4, tevî Hevrîn Xelef bi giştî 9 sivîl qetil kir. SOHR piştrast kir ku ev komkujî ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiye ve hatine kirin. Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya NY’yê di rapora Adara 2020’an de înfazên bêdaraz, tundûtûjiya li dijî sivîlan û sûcên şer ên Ehrar El Şerqiye bi belge kir. NY’ê dîmenên 12’ê Cotmeha 2019’an wek delîl pêşkêş kir û Tirkiyeyê ji kiryarên SMO’yê berpirsyar dît.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ XIRISTIYANAN

Li gorî raporên HRW û SOHR’ê; Ehrar El-Şerqiye xaniyên li taxên Xiristiyanan ên li Girê Spî (bi taybetî taxên Asûrî û Ermeniyan ên li navenda bajêr) bi boyaxa sor nîşan kirin. Ji bo tespîtkirin û hedefgirtina malbatên Xiristiyan hate bikaranîn. SOHR’ê ragihand ku di 15’ê Cotmeha 2019’an de, li ser deriyên 12 malbatên Xiristiyan ên li taxa El-Mahatta ya Girê Spî xaç an jî nivîsên Xiristiyan hatibûn nivîsandin. Ehrar El Şerqiye gefa; “Herêmê biterikînin, an na hûn ê bên qetilkirin” li malbatan xwaribûn. Li gorî SOHR’ê; ji 200 malbatên Xiristiyan ên li Girê Spî, nêzî 150 ji wan (nêzîkî 600 kes) bi darê zorê hatin koçberkirin. Piraniya wan li kantonên mîna Hesekê û Kobanê bi cih bûn û di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Ehrar El Şerqiye bi awayekî sîstematîk mal, dêr û dikanên Xiristiyanan talan kirin. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di Cotmeha 2019’an de desteserkirina milkê Xiristiyanên li Girê Spî piştrast kir. Di Cotmeha 2019’an de Dêra Suryaniyan a St. George li Girê Spî ji aliyê Ehrar El Şerqiye ve hate talankirin. Îkon û tiştên olî yên di dêrê de hatin dizîn û avahî demekê wekî baregeha SMO’yê hate bikaranîn. Li ser deriyê Dêra Meryema Pîroz “Allahu Ekber” hate nivîsandin û sembolên olî yên di hundirê dêrê de hatin şikandin. Ev bûyer wekî êrîşeke vekirî li ser nasnameya olî ya civaka Xiristiyan hate hesibandin. Her wiha hat ragihandin ku herî kêm 30 xanî û 15 dikanên Xiristiyanan hatine talankirin û malbatên SMO’yê li hin ji wan xaniyan hatine bicihkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî belge kir ku Xiristiyanên li Girê Spî ji ber nasnameya wan a olî rastî gefan hatine û hin ji wan hatine revandin. Di 14’ê Cotmeha 2019’an de li Girê Sipî endamekî malbateke Suryanî ji aliyê Ehrar El Şerqiye ve hate revandin. Ji bo serbestberdana malbatê 5,000 dolar fîdye da. Dema ku kesên hatibûn revandin hatin berdan, şopên êşkenceyê li ser wî hebûn û gotin: “Ji ber em Xiristiyan bûn bi gotina xaçperest me biçûk xistin.”

KOMKUJIYÊN LI SER DURZÎ Û ELEWIYAN

Parvekirinên li ser hin platformên dîjîtal îspat dikin ku Ehrar El Şarqiye di bin kontrola HTŞ’ê de roleke sereke di komkujiyên 2025’an ên li dijî civakên Durzî û Elewiyan de lîstiye. SOHR ragihand ku di navbera 6 û 17’ê Adara 2025’an de li Lazkiye, Tartus, Hama û Humsê bi tevahî 1383 sivîl hatine qetilkirin. Hate diyarkirin ku 311 ji wan Elewiyên sivîl bûn. Li gorî rapora SOHR’ê heta 10’ê Adara 2025’an, piraniyan wan Elewî ne 830 sivîl hatine qetilkirin. Ev hejmar di 12’ê Adarê de gihîşt 1.225’an, dîsa piranî Elewî hedef hatin girtin. Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê di daxuyaniya 12’ê Adara 2025’an de komkujiya 111 sivîlan piştrast kir, lê bi bîr xist ku hejmara rastî pir zêdetir e. Piraniya van komkujiyan li deverên Elewiyan pêk hatin, bajar û gundên Elewiyan bi taybetî bûn hedef. NY’ê daxuyand ku komkujî li ser bingeha mezhebî hatine kirin. Êrîşkaran bi pirsa “Hûn Elewî ne an Sunnî ne?” qurbanî bijartine. Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku di Adara 2025’an de piraniya wan Elewî, 973 sivîl hatine qetilkirin. Rêxistinê diyar kir ku hêzên hikûmetê nêzîkî 700 sivîl qetil kirine û piraniya wan Elewî ne.

SOHR di Adar-Nîsana 2025’an de raporek bi navê “Êrîşên hedefgirtî yên li dijî sivîlên Durzî” weşand. Ev êrîş ji bo berxwedana Durziyan a li dijî Danezana Destûrî ya HTŞ’ê were şikandin hate kirin.

TÊKILIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE

Ehrar El Şerqiye wek hêza wekîlê Tirkiyeyê di nava SMO’yê de xebatên xwe dimeşîne. Tirkiye piştgiriya lojîstîkî û madî dide wan. Rêxistinên wekî NY, HRW û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kirin ku Tirkiye ji ber kontrola wê ya bi bandor a li ser SMO’yê dibe ku ji ber sûcên şer ên ji hêla Ehrar El Şerqiye ve hatine kirin berpirsiyar were dîtin.

REWŞA HIQÛQÎ YA NAVNETEWEYÎ

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) dikare rêyên alternatîf (mînak, erka gerdûnî) bikar bîne da ku sûcên li Sûriyeyê lêkolîn bike, lê ji ber zextên siyasî nakeve nava liv û tevgerê. NY’ê sûcên Ehrar El Şerqiye belge kiriye, lê sîstema vetoyê ya Konseya Ewlekariyê rê li ber cezayên berbiçav digire. Cezayên DYE’yê yên li ser Ehrar El Şerqiye nehatin rawestandin; li aliyê din YE ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî yên li hember Tirkiyeyê bêdeng e. Her çiqas Tirkiye piştgiriya lojîstîkî û madî dide Ehrar El Şerqiye jî, civaka navneteweyî ji şermezarkirina vê piştgiriyê dûr dikeve. Di 2025’an de tayînkirina sûcdarekî şer ji bo meqamê leşkerî, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. Bêdengiya UCM, NY û rêxistinên mafên mirovan li hember vê skandalê nîşan dide ku ne edalet, sûcdar tên parastin.

CIVAKA NAVNETEWEYÎ ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE

Tevî ku komkujiya Hevrîn Xelef a ji aliyê Ehrar El Şerqiye ve hatî kirin, talankirina li Efrînê, komkujiyên Elewî-Durziyan û sûcên din ên şer di rojeva hiqûqa navneteweyî de bin jî, hîna hesabpirsînek berbiçav nehatiye kirin. Her çiqasî li ber çavê civaka navneteweyî, sûcdarê şer Ebû Hatem Şekra wek Fermandarê Firqeya 86’an hate tayîn kirin û xelatkirin jî, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û dewletên Rojavayî heta bi awayekî fermî şermezar nekiriye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HDK’ê piştî kongreya dîrokî banga seferberiya rêxistinbûna demokratîk kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 10’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredariya Şengalê: Li dijî zilma qeyûm bêdeng nemînin

Şaredariya Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji şaredariyên Bakurê Kurdistanê re ragihand û zilma dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Doktor: Bersiveke baş dide tedawiyê, metirsiya li ser jiyana wî dewam dike

Doktorên Sirri Sureyya Onder ku di beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de ye, diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo rawestandina komkujiyên li dijî Elewiyan, Kurd gelekî hewl didin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li kongreya komeleyeke Elewiyan axivî û got, "Xwişk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şoreşa jina Kurd bûye îlhama tevahî jinên cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi dronê êrîşî Siwêdayê hat kirin: Sivîl birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Reqayê bi çekê gef li xebatkarên alîkariyê hat xwarin, tiştên wan hat dizîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?