Her du saziyên Elewiyan daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: ‘’Li ku dera cîhanê be bila bibe bibe em êşa gelekî ji ya gelên din mezintir nabînin. Ji ber ku di şeran de serketiyên rastîn tune ne.’’
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Aştî bes ne bêdengbûna çekan e jî. Aştî ew e ku gel ziman, nasname û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, hemû bawerî di şert û mercên azad de hebin, jin jiyaneke azad û wekhev ava bikin, zarok bêyî tirsa şerî mezin bibin û xweza neyê talankirin.’’
Saziyan piştre anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li gel banga Rêber Apo dest pê kiriye divê bes bi bidawîbûna şer û pevçûnan re sînordar nebe; divê veguhere veguherîneke civakî ya berfireh ku gel û bawerî bigihîjin şert û mercên jiyana wekhev, azad û demokratîk.
FEDA û DAKB’ê di dewama daxuyaniya xwe de gotin: ‘’Ji ber ku bidawîbûna şer û pevçûnan bi tena serê xwe ne aştî ye. Aştiya mayînde; Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Suryanî, Êzîdî, Durzî û hemû gel li gel nasnameya xwe û Elewî, Sunî, Xiristiyan û hemû bawerî bi awayekî azad bijîn û li gel pergaleke civakî ya wekhev pêkan e.’’
Saziyan di dawiya daxuyaniya xwe de ev yek jî anîn ziman: ‘’Di pergala civakî de divê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were misogerkirin, divê astengiyên li pêşiya ziman, çand û nasnameyên gelan werin rakirin. Divê hemû bawerî di bin şert û mercên wekhev de bi awayekî azad bijîn; divê tu bawerî ji yên mezintir neyên dîtin û divê tu gel serweriya gelekî din nekin. Heya ku azadiya baweriyê û hemwelatîbûna wekhev neyên misogerkirin ne pêkan e ku aşitiya civakî pêk were.
Di nava civakekê de jin ne wekhev û azad bin demokrasiya rastîn û aşitiya mayînde pêk nayên. Em bang li hemû gel, jin, ciwan, civakên baweriyê, tevgerên ekolojiyê û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî polîtîayên şer têkoşînê mezin bikin. Em ê li benda aştiyê nemînin, em ê aştiyê ava bikin.’’

