Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîdîmê jinên DEM Partiyî bi jinên Elewî re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir di civîna gel de axivî: ‘Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kûrt: Malbatên ku berê nikaribûn taziyeya xwe deynin, êdî dibêjin ‘taziyeya me jî deynin’
Rojane

Kûrt: Malbatên ku berê nikaribûn taziyeya xwe deynin, êdî dibêjin ‘taziyeya me jî deynin’

Hevserokê MEBYA-DER’ê Îlhamî Kûrt anî ziman ku piştî taziyeyên dawî malbatên ku berê ji ber şert û mercan nikaribûn ji bo şehîdên xwe taziye deynin, êdî serî li wan didin û daxwaza danîna taziyeya şehîdên xwe dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Tirkiye û Kurdistanê ji bo kesên ku di demên cuda yên têkoşîna azadiya Kurd de şehîd bûne, bernameyên taziye û bîranînê didomin. Bîranîn û taziye bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) tên amadekirin.

Li Stenbolê bîranîn û taziyeya ku di 22’yê Tebaxê de dest pê kirin, li navçeyan berdewam dikin. Bi hezaran welatî beşdarî taziye û bîranînan dibin û ji malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê re sersaxiyê dixwazin.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Îlhamî Kûrt têkildarê taziyeyên ku li Stenbolê hatine danîn û berteka gel, ji ajansa me re axivî.

‘LI NAVÇEYAN TAZIYEYÊN ME DEWAM DIKIN’

Kûrt da zanîn ku li Stenbolê taziye di 22’yê Tebaxê de dest pê kirine û piştre li ser daxwaza malbatan li her herêmê taziye hatine danîn û axaftina xwe wiha domand: “Pêşî serê hemû gelê Kurd û dostên me sax be. Di 22’yê Tebaxê de li Sancaktepeyê ji bo 19 hevrêyên me taziye û bîranîn hat organizekirin. Di heman rojê de, li Bagcilarê jî bîranîna 22 hevrêyan hat lidarxistin. Piştî bîranînan malbatan daxwazên xwe yên taziyeyê gihandin me. Em jî li her herêmê di nav xwe de, li navçeyan taziyeyan datînin. Li hindek cihan çar kes, li hindek cihan du kes. Bi wî rengî niha li hemû navçeyên me taziyeyên me berdewam dikin.”

‘EM ALÎKARIYA MALBATÊN XWE DIKIN’

Kûrt anî ziman ku piştî ragihandina şehîdên dawî û danîna taziyeyan, bi taybetî malbatên gerîlayên ku di salên 90’î de şehîd bûne ji ber mercên wê demê nikaribûn taziye deynin, niha daxwaza danîna taziyeyê dikin û got: “Taziye wê berdewam bikin. Malbatên ku di salên 1993 û 94’an de û di demên ku şert û merc zehf giran bûn de taziyeya xwe nedaniyan, daxwazeke wan a bi vî rengî heye. Malbat dixwazin taziyeya xwe deynin. Em jî bi pêşengiya MEBYA-DER’ê alîkariya malbatan dikin û taziye têne danîn. Ev taziye wê berdewam bikin jî.”

‘MALBATÊN KU NIKARIBÛN TAZIYE DEYNIN SERÎ LI ME DIDIN’

Kûrt diyar kir ku di demên herî giran ên şer de gelek malbatan nikaribûn taziye deynin û di malên xwe de bi rengekî veşartî şehîdên xwe bi bîr dianîn. Kûrt, da xuyakirin ku piştî taziyeyên girseyî yên li Kurdistan û Stenbolê, malbat dibînin ku gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derdikeve, lewma serî li wan didin û wiha pêde çû: “Gelek malbatên me di salên 2000, 2014 û 90’î de ji ber giraniya şert û mercan taziyeyên xwe tenê li malên xwe dikirin. Di odeyekê de ku kes nebihîze û kes nebîne. Ji ber şert û mercên wê demê taziya xwe di nav malê de datanîn. Lê belê bi vê pêvajoya dawî re û bi destpêkirina vê pêvajoya aştiyê re, malbat êdî taziyeyek bi beşdariya gel û wêne lê hatine daliqandin, dixwazin. Em jî bi pêşengiya MEBYA-DER’ê van taziyeyan organîze dikin. Di nav malbatan de cesaret û hêzek çêbûye; em niha taziyeya wan hevrêyên ku wê demê taziya wan nehatibû danîn, ji nû ve datînin.”

‘MALBAT DIBÊJIN BILA AŞTÎ PÊK BÊ Û ZAROKÊN ME BIBIN ŞEHÎDÊN DAWÎ’

Kûrt da zanîn ku dema diçûn cem malbatan ji bo agahdarkirina şehîdan, tirsa wan a herî mezin berteka malbatan bû, lê belê malbatan bi sekneke birêz ev rewş pêşwazî kirine û piştgirî dane pêvajoyê. Kûrt, di dawiyê de ev tişt gotin: “Bi rastî me difikirî ku di vê pêvajoyê de saziyeke ku herî zêde zorê bibîne wê MEBYA-DER be. Yanî me fikar dikir ku ‘Gelo em ê çawa biçin cem malbatan? Wê berteka malbatan çawa be?’. Lê piştî destpêkirina van taziyeyan, bi taybetî dayikên me gotin ‘Bila ev şer raweste, bila zarokên me bibin şehîdên dawî’. Ji ber ku malbat bi vê nêzîkatiyê piştgiriya aştiyê dikin, hemû dayik û malbat her dem di taziyeyê de cîh digirin û hêzê didin me. Bi rastî dayik me teselî dikin. Sekna bihêz û cesareta dayikan, hêj bêtir me bi vê karî ve girêdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’
Nûçeya Pişt re KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Myanmarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezarî debas kir

Li Myanmarê ji ber erdheja ku roja Înê qewimî zêdetirî heta niha 2 hezar kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li wesayita pêşmergeyan barand

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombe li wesayiteke hêzên pêşmergeyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê: Helîkoptereke Skorsky hate xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Dîdîmê jinên DEM Partiyî bi jinên Elewî re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?