Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê ji bo nasname, çand û baweriyê.
FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku ev roj ku ji hêla UNESCO’yê ve hatiye ragihandin, ji bo parastina zimanan û parastina cihêrengiya çandî xwedî nirxek gerdûnî ye.
Di berdewama daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê ji ber mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nayê misogerkirin, zimanên wekî Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî, Soranî), Erebî, Suryanî, Lazkî û Abxazî di xetereyê de ne.
FEDA û DAKB’ê, da zanîn ku perwerdehiya bi zimanê dayikê pêşketina zanînî, serketina akademîk û hesta aîdiyetê ya zarokan xurt dike û hat gotin ev yek piştgiriyê dide aştiya civakî û entegrasyona demokratîk.
FEDA û DAKB’ê, her wiha diyar kirin ku baweriya Elewiyan bi piranî xwe dispêre çanda devkî, bi rêya stranên olî, dua, nefes û kevneşopiya Xizir têne parastin. Her wiha hat gotin ku windabûna zimanê dayikê dê bibe sedema zirara bîra olî û çandî.
FEDA û DAKB’ê, daxwaza parastina zimanê dayikê, çand û azadiya baweriyan, misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û veguhestina mîrata çandî bo nifşên siberojê kir û got, “Bila ziman bijîn û çand azad bimînin. Zimanê dayikê siberoja me ye.”

