Hevalê Orhan (Orhan Bîngol / Alî Dînçer) yek ji wan nirxên rasteqîn bû ku divê bê vegotin û bê zanîn. Ne tenê ji nirxên azadiyê yên gelê Kurd bû, di heman demê de nirxê mirovahiyê bû. Nirxek bû ku divê mirovahî tev pê zanibe; xwe bi armanc û hêviyên wî xwedî bike. Yê li herî pêş bû ku temenê xwe ji şoreşê re kir feda.
Hevalê Orhan demeke dirêj di nava şoreşê de ma. Taybetmendiya wî ya herî pêşber ew bû ku ji kelecan û coşa xwe ya roja destpêkê tiştek winda nekiribû. Coşa şoreşgerî bi rastî jî di her kêliyê de û li her cihî dijiya. Yek ji taybetmendiyên din ên wî yên girîng jî xurtbûna hesta wî ya welatparêziyê bû. Welatparêzekî rasteqîn bû.
AŞIQÊ ÇIYÊ BÛ
Li hemû qadên şoreşê têkoşiya, lê belê dilxwazê çiyê û gerîla bû. Bi rengekî rasteqîn bi çiyê re xwe kiribû yek. Eger li vê cîhanê nefeseke dawî ma be divê ew jî li çiyê bê kişandin. Eger nefeseke dawî ma be ku bê dayin, eger wê xwîn bê rijandin divê li çiyê be. Ev yek her tim û di nava her şert û mercî de ji kûrahî ve dijiya; di her tevger, helwest, nirxandin û gotina xwe de ev yek nîşan dida. Aşiqê çiyê bû. Ji xwe ji ber vê yekê li gel ku zewicî bû û xwedî zarok bû, sîstem hemû danî aliyekî û mîna bezvanekî maratonê gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya.
ENDAMEKÎ PARTIYÊ YÊ BÊ TAWÎZ BÛ
Meşa wî ti carî ji rêzê nebû. Li devera ku lê ma, dema ku bi tenê jî bû endamekî tam ê partiyê bû. Tawîz nedida. Mirovekî pîvanê bû. Şaşitî ji nedîtî nedihat. Lewma xwedî xeteke têkoşînê ya partiyê ya tûj bû. Li yek ji herêmên herî zehmet ên Bakur ji Erzîromê heta bi cografya herî asî ya Zagrosan, ji çiyê heta deşt û bajaran li her derê PKK hebû. Pîvan hebû. Jiyana bi pîvan hebû. Hevgirtin hebû. Ji ber vê jî xwedî refleksên gelekî xurt û kûr ên îdeolojîk bû.
DERWÊŞEKÎ RASTEQÎN BÛ
Yek ji taybetmendiyên din ên hevalê Orhan sadebûna wî bû. Bi rastî jî xwedî kesayetiyekî derwêşane bû. Xwe paqij kiribû. Ji malên cîhanê ne tenê ji aliyê maddî ve her wiha ji aliyê ruhî ve jî xwe paqij kiribû. Her tim û li her derê ji bilî dilê xwe tiştekî xwe yê din tine bû.
TIMÎ DILNIZM BÛ
Dilnizm bû. Xwedî karaktereke welê bû ku li pêşberî hevalên nû, ciwan, extiyar, jin, mêr li pêşberî hemû hevrêyên xwe dilnizm bû. Qîmet dida hevrêyên xwe, ji her alî ve xizmet ji hevrêyên xwe re dikir. Li gel vê yekê xwedî dîsîplîneke şoreşgerî ya rasteqîn bû. Hem ji xwe hem jî ji jiyanê ti carî tawîz nedida. Kesayetiya xwe dîsîplîn kiribû. Jiyana hevalê Orhan bersiva li pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn’ bû. Li cihê ku lê dima ev yek di nava hevalên xwe de jî diafirand.
FERMANDARÊ PÊŞENG BÛ
Hevrêyekî me bû ku li her devera lê dima bandor dikir û bi dehan sal jî di ser derbas bibe dikir ku qala sekin, jiyan, hevrêtî, pîvanî, refleks û têkoşîna wî ya îdeolojîk bê kirin. Li çiyayên Kurdistanê, li Erzîromê bi taybetî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hema hema li her derê şopa lingê wî hebû. Pêşeng û fermandarekî me yê rasteqîn bû.
Em ê timî bi hurmet û minet wî bi bîr bînin. Di her kêliya têkoşîna xwe de em ê wî bi bîr bînin. Li çiyayên azad di her nefesê de em ê para wî jî tevlî bikin. Ji bo pêkanîna hesreta wî em ê hîn bi biryar û mezin têbikoşin.