Duşem, 19 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA 1,5 saetî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bûcayê midûrê girtîgehê gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Danûstandinên komîsyonê divê tavilê destpê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: 12 salên dawî herî kêm 2.728 ciwan li ser kar jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Babacan re rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KDP û YNK’ê wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinên giştî yên Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    100 malbatên din vegeriyan Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li gorî biryarên hatine wergirtin tevbigerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bûn nûnerê hêrsa bêdawî ya ciwanên Kurd a li hemberî dagirkeran.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:

“Hevrêyên me Kemal û Devran di êrîşa dijmin a 5’ê Îlona 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Kemal û Devran ên ku ji bo azadiya gelê me giyanê xwe feda kirin û nemir bûn, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bimeşînin.

Hevrêyên me Kemal û Devran ên ku bi zanebûna azadî bê berdêl nayê bidestxistin hatin çiyayên Kurdistanê, têkoşînek bê westan meşandin û her ku şer kirin gihîştin cewhera xwe. Di heman demê de bûn nûnerê hêrsa bêdawî ya ciwanên Kurd a li hemberî dagirkerên ku dixwestin hebûna gelê me tine bikin. Hevrêyên me Kemal û Devran li hemberî hemû asîmîlasyon, qirkirin û komkujiyên dijmin bûne tolhildana dîrokî ya ciwanên ku evîna azadiyê di dilê wan de ye. Di vî alî de ji hemû ciwanên Kurdistanê yên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn re bûn banga têkoşînê.

Em di serî de ji malbatên wan ên hêja ku milîtanên hêja yên weke hevrêyên me Kemal û Devran tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Soza serketinê ya ku me daye şehîdên xwe careke din dubare dikin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Kemal Piling

Nav û paşnav: Ubeydullah Muhammed Laçîn

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Navê dayik û bav: Gulê – Orhan

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2021’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Devran Cûdî

Nav û paşnav: Nîmet Findik

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik û bav: Sultan – Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2021’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

KEMAL PILING

 

Hevrêyê me Kemal di malbateke bi eslê xwe ji Agiriyê ne li Stenbolê hatiye dinê. Ji ber vê yekê ji neçarî li dûrî Kurdistanê mezin bû. Ji ber ku malbata wî demeke dirêj li Stenbolê bû, ji çand û zimanê Kurdî dûr ma. Ji ber vê sedemê derfeta ku karibe tevahî cewhera xwe bijî nedît. Hevrêyê me dizanibû ku ew Kurd e, lê ji neçarî jiyaneke dûrî Kurdayetiyê jiya û di vê mijarê de nakokiya xwe ya yekem jiya. Dema fêm kir ku hem ji ber zexta dijmin û hem jî heta salên 1990’î gelek malbatên Kurd ji bo hebûna xwe ya fizîkî dewam bikin ji Kurdayetiyê reviyan û ev yek nakokiyên wî hîn zêdetir kirin. Bi demê re bandora têkoşîna me ji sînorên Kurdistanê derbas bû û li metropolên Tirkiyeyê belav bû. Gelê me ji bo xwedî li têkoşîna hebûnê derkevin serî rakirin û ciwanên Kurd weke lêhiyê herikîn nava refên gerîla, ev yek bala hevrêyê me Kemal kişand. Hevrêyê me ji bo heqîqeta ku gelê me rakir serhildanê û ciwanên Kurd ên jin û mêr ber bi çiyayan ve kişandin fêm bike, meraq û lêgerîna xwe ya di vî alî de kûr kir. Hevrêyê me dema ku rastiya têkoşîna me nas kir, bandora dijmin a li ser kesayeta xwe jî nas kir û weke ciwanekî Kurd li ser sedemên ku çima bi ziman, çand û nirxên xwe nejiyaye bêhtir kûr bû. Hevrêyê me nîqaşên ku bi hevalên xwe re meşand û bi xwendinê re rastiya dijmin hîn bêhtir fêm kir û berpirsyarên rastîn ên ku wî ji cewherê wî dûr xistine nas kir. Hevrêyê me Kemal wan salên ku ji cewhera xwe dûr ma qebûl nekir, xwest bibe xwedî jiyaneke bi rûmet û di wê baweriyê de bû ku ev yek di nava têkoşîna refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêkan e. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna çalakiyên ciwanên welatparêz, şoreşger gava yekemîn avêt nava jiyana bi rûmet. Di pêvajoya ku di nava çalakiyên ciwantiyê de bû hem polîtîkaya qirkirina dijmin a li ser gelê Kurd û hem jî berxwedana destanî ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng tê meşandin serwext bû. Hevrêyê me serwext bû ku têkoşîna azadiyê di heman demê de têkoşîna wekhevî, azadî û jiyaneke mirovî ya li dijî modernîteya kapîtalîst a li ber têkçûnê ye, weke kesayetek sosyalîst bi dilsozî û bi coşeke mezin beşdar bû. Hevrêyê me Kemal di nava têkoşînê de tecrûbeyek bi dest xist û şehadeta hevrêyên me yên pêşengiya pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya di sala 2010’an de dest pê kir, bandoreke mezin li ser wî kir. Hevrêyê me ji jiyana têkoşînê û kesayeta şehîdên me yên ku giyanê xwe ji bo azadiya gelê me feda kirine bi bandor bû û gihişt wê baweriyê ku têkoşîna heqîqetê ancax bi vî rengî dikare were meşandin. Dizanibû ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe, di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Dersimê tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Kemal yekemîn perwerdeya gerîlatiyê ji hevrêyên xwe yên li herêma Dersimê dît. Ji ber dijwariya şer di demeke kurt de di kesayeta xwe de guherînên girîng çêkir. Hevrêyê me yê ku taktîk û şêwazê şerê gerîla rasterast di nava şer de fêr bû, bi vê re tecrûbeya ku bi salan bi dest bixista di nava çend mehan de bi dest xist. Bi perwerdehiya ku dît û parvekirinên bi hevalên xwe re rastiya gel, welatê me Kurdistan ku di nava dewletên dagirker de kirine çar parçe û ji hevrêyên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûne hîn bû ku heman sîstema qirkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Ji ber vê yekê hêrsa hevrêyê me ya li hemberî dijmin zêdetir bû, ji bo vê yekê veguherîne çalakiyê xwe pêşniyar kir. Hevrêyê me Kemal 2 salan li herêma Dersimê pratîk kir, li vir bingeha tecrubeyên girîng ên ku jiyana wî ya gerîlatiyê avakir, bi dest xist.

Hevrêyê me yê ku di sala 2013’an de li ser banga Rêbertiya me di nava komên vekişînê de cih girt û dema gihişt herêma Cûdî bi israr xwest li wir bimîne. Hevrêyê me digot ku dijmin li hemberî pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin ne samîmî ye, ji bo vê jî xwest li Bakurê Kurdistanê bimîne û demekê beşdarî xebatên li herêma Cûdî bû. Piştî êrîşên dewleta Tirk ên bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li ser Kobanê dest pê kirin, ji bo parastina gelê me derbasî Kobanê bû. Demeke kin li vir ma û mil bi mil li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me yê di pevçûnê de bi giranî birîndar bû, piştî tedawiyê vegeriya herêma Cûdî. Hevrêyê me piştre hem ji bo perwerdehiya berfireh û hem jî tedawiya xwe bidomîne çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û li wir tevlî perwerdeya bîrdozî bû. Hevrêyê me di perwerdehiyê de li ser parêzname û dahûrandinên Rêber Apo pêvajoya lêhûrbûnê derbas kir û di kesayeta xwe de têkoşîna guhertina vegera li cewhera da destpêkirin. Armanca wî ew bû ku di felsefeya Apoyî de kûr bibe û xwe bi her alî de dahûrîne. Hevrêyê me yê ku bi wêrekî li xwe vegeriya, di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêyê me Kemal weke şoreşgerekî sosyalîst hem di warê çînayetî û hem jî di warê netewî de bi erkên xwe dizanibû, bi îdia û biryardariyeke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku bi hêza ku ji perwerdeyê wergirtibû xwest erka xwe ya dewreyê bi cih bîne, li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebitî. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar hemû xebatên ku tê de cih girtibû bi serketî bi encam kir. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayetek sade, dilpak û durust e, di xeta milîtaniya Apoyî de bi helwesta xwe ya zelal bawerî da hevrêyên xwe. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku di hin xebatên stratejîk de cih girt, baweriya ku pê dihat vala dernexist. Hevrêyê me yê ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, tolhildana ji dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê me komkujî pêk aniye kir armanca xwe ya sereke. Lêhûrbûna xwe ya di vê mijarê de bi hevrêyên xwe re parve kir û diyar kir ku ew li her derê amadeye ku bi erka xwe pêk bîne. Ji ber di xebatên dimeşand de serketî bû û rewşa wî ya tenduristiyê, li ser pêşniyara hevrêyên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên xwe dewam kir.

Hevrêyê me Kemal di 5’ê Îlona 2021’an de li gel hevrêyê me Devran di êrîşa dijmin de şehîd bû, mîraseke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hişt. Hevrê Kemal ê ku bi baweriya bêhempa û girêdana nirxên azadiyê, kesayeta durust û kedkar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrê Kemal dewrî me kiriye di şexsê wî de layiqî hemû şehîdan bibin û bigihînin serketinê.

DEVRAN CÛDÎ

 

Hevrêyê me Devran li navçeya Silopiya ya Şirnexê di malbateke ji eşîra Teyî ya welatparêz de jidayik bû. Eşîra Teyî ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve bi fedakariyeke bêhempa di nava têkoşîna azadiyê de cih digirin. Ev eşîra me ya bi qîmet ku erkên xwe yên welatparêziyê bi cih anîne û gelek zarokên xwe yên hêja tevlî nava refên gerîla kiriye, bi kedeke mezin û bi dehan şehîdên xwe hiştin ku têkoşîn bigihêje vê rojê û ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê bibe. Hevrêyê me Devran di nava malbata xwe de bi guhdarkirina destanên lehengiya gerîlayan mezin bû. Ji ber vê sedemê gerîla kir lehengê zarokatiya xwe û dema mezin bû xeyala ku bibe gerîla kir. Hevrêyê me di zarokatiya xwe de daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku rojekê bi gerîla re rû bi rû were, her tim li pey vê xeyalê bû. Ji ber vê yekê her tim hezkirin û hesreta xwe ya li hemberî gerîla mezin dikir. Hevrêyê me li gundê xwe çanda kevnar û kûr a Botanê jiya û ji roja ku dest bi dibistana Tirkan kir, hîs kir ku tişta li vir tê hînkirin û gotin ne ya wî ye. Hevrêyê me fêm kir jiyanek ji ziman, çand û şêwaza jiyana wî cuda li ser wî tê ferzkirin, ti carî ev yek qebûl nekir. Tevî ku 8 salan di dibistanên dijmin de xwendiye jî, ti carî ji xwe dûr neket û her tim hewl da ku cewhera xwe biparêze. Bi vî rengî hevrêyê me bi xwe polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker red kir û bi rengekî serketina xwe ya yekemîn a li hemberî dewleta Tirk bi dest xist. Dijmin li hemû Kurdistanê bi taybet li Botanê polîtîkaya êrîş û qirkirinê bênavber berdewam dike û hewl dide daxwazên mafdar ên gelê me bi zext, êşkence û komkujiyan têk bibe. Ev jî hêrsa hevrê Devran a li hemberî dijmin zêdetir kir. Weke xortekî Kurd dihizirî ku divê teqez tola xwe ji dijmin hilîne. Li ser vê wateyê kete nava lêgerînê û xwest ku di nava têkoşînê de cih bigire. Di diyarkirina xeta têkoşînê ya hevrêyê me Devran de beşdarbûn û şehadeta xizmên wî yên nêz ên di nava refên gerîla de diyarker bû. Di wê baweriyê de bû ku ger li dijî dijmin têbikoşe û şerê azadiyê bimeşîne divê di nava refên gerîla de be. Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Botanê û herî dawî gihişt gerîlatiya ku her tim di hesreta wê de bû.

Hevrê Devran navê apê xwe şehîd Devran Cûdî ku di sala 1995’an şehîd bû wergirt. Bi vî rengî xeta xwe ya têkoşînê weke şopdarê şehîdan diyar kir. Hevrêyê me jiyana gerîla ya ku ji malbata xwe bihîstiye û dawiyê pê re rû bi rû maye anî ber hev, fêm kir ku tiştên ji wî re gotin kêm in. Hevrêyê me têgihişt ku rastiya jiyana gerîla tenê bi hebûn û jiyîna wê tê fêmkirin, di her kêliyê de xwest ku vê cîhana mezin a wateyî keşif bike. Hevrêyê me bi perwerdeya destpêkê ya leşkerî û îdeolojîk xwe bi hêz kir, piştî ku dewleta Tirk a qirker êrîşeke berfireh li dijî gelê me û Tevgera me da destpêkirin, pêşniyara ku li dijî dijmin şer bike kir. Hevrêyê me, ji ber ku di nava refên gerîla de nû bû û tecrûbeya wî ya şer tine bû, pêşniyara wî nehat qebûlkirin û li gel vê jî lêhûrbûna xwe dewam kir. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û mêtinger roj bi roj êrîşên xwe zêde dikir, dihizirî ku divê weke milîtanekî Apoyî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Bi baweriya ku helwesta rast a li dijî dagirkeriyê ev e, bi israr xwest biçe herêmên ku şer lê diqewime. Hevrêyê me Devran, bi fedakariya xwe, bi helwesta zelal a li hemberî dijmin, kesayeta durust bû milîtanekî Apoyî yê mînak û bi van taybetmendiyan bawerî da hevrêyên xwe. Ji bo vê jî di xebatên girîng û stratejîk de cih girt. Di van xebatan de bi tevlîbûna xwe ya bi dîsîplîn, jidil û durust derket pêş. Di heman demê de bi hevaltiya xwe ya xurt hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Devran bi şêwaz û tempoya hevrêyên xwe yên kevn û xwedî tecrube û têkiliyên wan ên hevrêtî yên kûr bandor lê kir, di tevahiya jiyana xwe de van hevalan ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me bi qasî du salan di nava van xebatan cih girt, serketinên girîng bi dest xist, bi tecrubeyên ku bi dest xist bû gerîlayekî azadiyê yê jêhatî. Êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li dijî destketiyên gelê me yên li hemû qadên Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê, hêrsa hevrê Devran a li hemberî dijmin hîn xurtir kir.

Hevrêyê me yê ku dihizirî ku divê teqez li dijî dijmin di nava şerekî çalak de cih bigire, ji bo vê têkoşînê li ser bingeheke profesyonel û bîrdozî bimeşîne, li akademiyên leşkerî û bîrdozî beşdarî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Devran ê ku di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de kûrbûneke girîng jiya, ji bo pêkanîna xeyala xwe ya herî mezin pêşnîyaz kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me yê ku ji ber pêwîstiyên serdemê pêşniyara wî nehat qebûlkirin, derbasî qadên cuda yên têkoşînê bû. Hevrêyê me weke milîtanekî li her cihê ku pêwîstî pê hebû li wir bixebite ji xwe re weke helwesteke şoreşgerî dît, bi kesayeta xwe ya têgihiştî û durust li qada ku lê bû bi xurtî tevlî xebatan bû. Îro li hemberî êrîşên dijmin li gelek eniyên berxwedanê têkneçûna milîtaniya Apoyî careke din hatibe îspatkirin ev bi ked û xebata meşand pêk hat, rêz û hurmeta hemû hevrêyên xwe girt.

Hevrêyê me Devran di 5’ê Îlona 2021’an de di êrîşa dijmin de li gel hevrêyê me Kemal tevlî karwanê şehîdan bû, bi kesayetiya xwe ya durust, kedkar, jidil û cewhera çanda Botanê ya kûr di kesayeta afirandiye û bi pîvanên milîtaniyê yên tekez wê her tim di têkoşîna me de bijî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandar Orhan ê li herî pêş bû
Nûçeya Pişt re NASA’yê qada elektrîkê ya li dora cîhanê keşif kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Îradeya gel ji hemû êrîşan bihêztir e

Rêveberiya Xweser a Şengalê di salvegera teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê de şehîdên meclîsê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çarçoveya peymana QSD-Şamê de sîstema perwerdeyê tê nîqaşkirin

Di çarçoveya peymana QSD û desthilata Şamê de li ser materyalên di sîstema perwerdeyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Amedê fotoxefik îmha kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li du nuqteyên cuda yên Amedê fotoxefikên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KDP û YNK’ê wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinên giştî yên Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

100 malbatên din vegeriyan Şengalê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?