Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir
Çand û Hûner

Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

Festîvala Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 5'emîn di salvegera 65'emîn a Şewata Sînemaya Amûdê de bi beşdariya 85 fîlm û 22 senaryoyan li Qamişloyê destpê kir. Destpêkê fîlmê 'Heval Birako' hate nîşandan ku çîroka wê ya rojnamevan Nazim Daştan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi diruşma “Çîrokên hevpar sînemaya azad” çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan  dest pê kirin. Festîval di boneya salvegera 65ˊemîn a şewata sînemaya Amûdê de, wekî nîşaneya vejandina salvegera şewatê û pêşxistina nameya sînemaya mirovahî, bi beşdariya 85 fîlman û 22 sînaryoyan li ser asta Kurdistanê, Sûriye û Ewropayê dest pê kir.

Komîna Fîlm a Rojava ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) vê festîvalê bi rêxistin dike. Fîlm li Navenda Mihemed Şêxo ya Çandê û Hunerê ya Qamişloyê û li TEV-ÇANDˊê ya Qamişloyê tên pêşandan. Festîval heta 20ˊê Mijdarê didome.

Komîteya Amadekar a Festîvalê diyar kiribû ku dê 81 fîlm û 22 senaryo tevlî festîvalê bibin, lê komîteyê îro agahiyeke din parve kirin ku 4 fîlmên din jî hatine qebûlkirin. Ev 4 fîlm nakevin çarçoveya nixandina ji bo xelatan, tenê wê werin pêşandan.

Dê 6 semîner û panelên der barê rewşa sînemayê li Kurdistan û cîhanê, atolyayên der barê xebata kişandina dîmenan û derhêneriyê werin pêşkêşkirin.

Di festîvalê de girseya hezkiriyên huner û sînemayê, şandeya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê û kantona Cizîrê, saziyên çand-huner, partiyên siyasî, derhêner, sînematografîkên ji Spanya, Hindistan, Brîtanya, Bakurê Kurdistanê û Şamê amade bûn.

Derhêner Nûman Yagît diyar kir ku şewata sînemaya Amûdê trajedîk e û dê di wijdana gelê Kurd de bimîen û got ew vê şewatê ku çêkirî bû û armanca jê tunekirina nifşekî temsîla siberja huner, sînema, mûzîk û çanda Kurdî dikir, ji bîr nekin.

Hevserka Şaredariya Bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer jî got lidarxistina mîn van çalakiyên hunerî û çandî temsîla şoreşa huner û çanda rastîn dikin.

Hevseroka TEV-ÇANDˊê Sumeya Mihemed jî got lidarxistina festîvalê bi vê mezinbûnê, ruxmî sînordarkirina derfetan û astengiyan, destkeftiyeke mezin e.

Li aliyekî din jî endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got şehîdên fîlm çêkirine û di oxira azadî û rûmetî de şehîd bûn bi bîr anîn û serbilindiya xwe anî ziman ku ew bi zimanê dayikê li sînemayê temaşe bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nameya hevjîna derhêner, aktor û nivîskarê Kurd ê nemir Yilmaz Güney hat xwendin. Di nameyê de spasiya organîzetor û kesên ev festîval lidar xistiye tê kirin.

Koma Hunergeha Welat stran û dîlanên folklorîk di mîhrîcanê de pêşkêş kirin.

Di dawiya roja yekemîn a mîhrîcanê de, cara yekemîn fîlma “Heval Birako” ji berhema Komîna Fîlm a Rojav hat pêşandan. Fîlm behsa şerê li Reqayê, hebûna çeteyên DAIŞˊê li wir, rêbazên ku çeteyan li dijî civaka êzidî pêk dianîn, kir.

Hat destnîşankirin ku mîhrîcan pirtûk û karên destan pêşkêş dike û li kêlek wê jî pêşangeha wêneyên sînematografîk, derhêner-rojnamevanên Kurd ên di oxira aşkerakirina rastiyê de şehîd bûne, heye.

Wê festîval di 20ˊê Mijdarê de bi dawî bibe û xelatê

Wê çalakiyên festîvalê di 20ˊê Mijdarê de bi dawî bibin, xelat dê di asta navneteweyî, belgefîlm, Kurdî, kurtefîlm û beşa fîlmên Sûrî de, li kêlek wê jî xelatên senaryoyê ji bo fîlmên kurt û dirêj, werin dayîn.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 1ˊemîn di Mijdara 2016ˊan de dest pê kir. Diviyabû Festîvala 5ˊemîn di 2022ˊyan de dest pê bikira, lê ji ber şert û mercên ewlehî yên wê demê li herêmê hat betalkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be
Nûçeya Pişt re G7’ê piştgirî da plana Xezeyê û ji bo Îranê hişyariya nukleerê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla ji erd û ezmên lê xist

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve gelek caran li artêşa Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Mûna Yûsif: Rola jinê ji nedîtî ve tê

Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mûna Yûsif diyar kir ku ew destûra bingehîn a demkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa li ser Beyrûtê de herî kêm 6 kes mirin û 15 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî paytexta Lubnan Beyrûtê de hêrî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê xizmên dîlgirtiyan çalakî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hejmara duyemîn a Komînal derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şahidekî di nava êsîrbûnê de: Avdan Mehmûd

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?