Endamê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniyê parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku yek ji şertên bingehîn ên aştiyeke bi rûmet û mayinde hevdîtina yekser a bi muxatabê vê pirsgirêkê re ye. Celal Firat got, “Kes nikare îradeya ku Birêz Abdullah Ocalan heta niha ji bo çareseriyê daniye înkar bike. Ji bo komîsyon karibe bi rengekî çêker karê xwe dewam bike divê vê îradeyê bibîne. Ya rast li pêşiya vê yekê ti astengî nîne; li gorî nêrîna hin berdevkên Tifaqa Cûmhûr ku di çapemeniyê de hate weşandin, heyetek ji 3-4 kesan a ji komîsyonê dikare serdana Îmraliyê bike, li pêşiya vê yekê astengiye knîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi sererastkirineke hiqûqî nîne, ya pêwîst tenê biryardariya îradeya siyasî ye. Weke DEM Partî ji bo ev biryardarî bê nîşandan em hewldanên xwe dewam dikin.”
Endamê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî Celal Firat bi dewamî destnîşan kir ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin nabe ku weke şertekî ji bo aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê bê diyarkirin û got, “Serokê Meclîsê çekdanîna rêxistiniyên li Sûriyeyê weke şertê destpêkê danî holê ku ev yek wê rîskê bi xwe re tîne ku pêvajo ber bi mijûlkirin û xitimandinê ve bê dehfdan. Rast nîne ku aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê bi dînamîkên derve ve bê girêdan. Ev yek wê çareseriyê dereng bixîne, giran bike, bixitimîne. Li gorî me aştiya navxweyî bi kêrî berjewendiyên hevpar ên gelên Tirkiyeyê tê û ji ber vê yekê divê ji pirsgirêkên li Sûriyeyê cudatir bê nirxandin.”
Têkildarî dema nû ya qanûndanînê û hêviyên ji vê demê jî Celal Firat ev nirxandin kir: “Par di 1’ê Cotmehê de bi vekirina meclîsê re Birêz Devlet Bahçelî destê xwe dirêj kir û di bersiva şênber a vê yekê de jî Birêz Abdullah Ocalan têkoşîna çekdarî ya rêxistinê bi dawî kir. Îsal jî silava Birêz Serokkomar û hevdîtina bi serokên partiyan re nîşan dide ku pêvajo wê dewam bike. Êdî wezîfe li ser milê meclîsê ye. Di dema nû ya qanûndanînê de bendewariya me ya esasî ew e ku qanûnên entegrasyonê bi lez bikevin rojevê. Qanûna Dema Derbasbûnê, guhertinên li Qanûna Înfazê, TMK, TCK û CMK’ê divê weke karê destpêkê bêne nirxandin. Rewşa girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê taloqkirin jî divê karê destpêkê be. Divê dawî li pêkanîna qeyûman bê anîn, hilbijartiyên ji wezîfeyê hatine dûrxistin li wezîfeya xwe bêne vegerandin, darizandina negirtî wê bibin gavên cihê baweriyê. Ev gav eger bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike.”