Li gorî agahiya ku Wezareta Karên Derve ya Fransayê dayî AFP’ê divê welatiyên Fransayê neçin welatên weke Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê.
Ev daxuyanî piştî hedefgirtina Îsraîlê ya balyozxaneya Îranê ya li Şamê û gefên Îranê yên lêxistina Îsraîlê hate dayîn.
Her wiha wezaretê banga vegera malbatên karmendên dîplomatîk a ji Tehranê û qedexekirina karkirina karmendên Fransayê ya li van welatên berbehs, kir.