Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan anî ziman ku di pirsgirêka Kurd de rûpeleke nû hatiye vekirin û rexne kir ku komîsyona li meclîsê mekanîzmayên jêrîn ava nekiriye, bi vî rengî pêvajo kêm maye. Sûltan Ozcan got, “Çareserî ne meseleya Îmrali-Qendîlê ye, çareserî entegrasyona demokratîk e ku hêzên demokrasiyê hemû hêza wê ya esasî ne.”
Sûltan Ozcan asta heyî ya pêvajoyê û mîsyona meclîsê nirxand û got, “Di dema muzakere û hevdîtinan de li Tirkiyeyê weke muxalefeta siyaseta demokratîk em li ser bingeheke piralî ne. Me hemûyan işaret bi meclîsê kir. Ji HDP’ê heta xeta DEM Partiyê, ji kolanan heta bi parlamentê em hemû xwe weke hêza bingehîn dibînin. Me hinceta xwe ya hebûnê jî weke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û ‘Komara Demokratîk’, ‘Demokrasiya Xwecihî’ pênase kiribû. Ji ber vê yekê rol û mîsyona meclîsê wê ji bo çareseriyê bêhnê bîne ber Tirkiyeyê.”
Sûltan Ozcan avakirina komîsyonê li meclîsê û tevlîbûna piraniya partiyên siyasî li nava komîsyonê weke gaveke girîng pênase kir û got, “Divê wateya vê komîsyonê neyê kêmkirin. Avabûna komîsyonekê li meclîsê di heman demê de işaretê bi kêrhatina meclîsê weke organa qanûndanînê dike. Meclîs ku bi refearndûma 2017 û guhertina rejîmê y 2018’an re rola xwe lawaz bû, wê bigihêje rola xwe ya rasteqîn û rêya demokratîkbûnê veke. Ne tenê ji aliyê demokrasiya civakî ve, di heman demê de ji aliyê demokratîkbûnê ve jî meclîs xwedî roleke girîng e.”
‘ŞERT E KU DESTHILATDARÎ GAVÊN CIHÊ BAWERIYÊ BIAVÊJE’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan destnîşan kir ku di nava civakê de daxwaza ji bo aştiyê bi giştî xurt e, lê belê ji aliyê pêkanîna aştiyeke adîl bêbaweriyeke cidî heye û got, “Pratîka ku desthilatdariyê heta niha kiriye ‘li hemberî aştiyê’ helwestek di nava civakê de neafirandibe jî fikar zêde kiriye ku desthilatdarî pêvajoya çareseriyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne. Lewma ji bo jinûve afirandina baweriyê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê desthilatdariyê. Di heman rengî rol dikeve ser milê me, milê hemû hêzên demokrasiyê ku zorê bidin desthilatdariyê ji bo gavê biavêje, pêvajoyê ji bo civakê bi pêş ve bibe. Eger pêvajo tenê di çarçoveya ‘Desthilatdarî û Tevgera Kurd’, ‘Desthilatdarî û Birêz Ocalan’ yan jî ‘Îmrali-Qendîl’ de bê nirxandin wê bibe sedem ku mirov tenê lê temaşe bike. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin şert e ku gavên cihê baweriyê bêne avêtin.
Hin ji van gavan bêyî ku guhertineke qanûnî bê kirin dikarin yekser bêne avêtin. Mînak; şaredariyên ku qeyûm li wan hatine bicihkirin jinûve radestî îradeya gel bêne kirin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî Birêz Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi cih bêne anîn, rewşa girtiyên nexweş bi lez bê nirxandin, dawî li biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareya Girtîgehê bê anîn ku berdana mehkûmên zêdeyî 30 salan tê taloqkirin. Gavên ku di van mijaran de bêne avêtin wê hem samîmiyeta desthilatdariyê nîşan bidin hem jî baweriya li nava civakê ya bi aştiyê xurt bike.
Gelekî girîng e ku ne tenê komîsyona li meclîsê, divê hemû hêzên demokrasiyê yên rêxistinî dest ji feraseta ‘ji vê tiştek dernakeve’ berdin û îradeya ‘Em çawa dikarin vê pêvajoyê veguherînin demokratîkbûn û aştiyeke mayinde’ nîşan bidin. Li gel îradeya Birêz Abdullah Ocalan a gelek caran ji bo agirbestê, çareserî û aştiyê nîşan da, polîtîkayên taloqkirin û xemsariyê yên heta niha hatin meşandin bûn sedema êşên giran ên civakî.”

