Polîsên Tirk hewl dan Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku erka wê hat desteserkirin, bi hinceta îfadedayînê binçav bikin. Bîrsen Orhan dema ku diçû mala xwe ya li Kolana Hunerê, polîsan pêşiya wê girt. Dema ku Bîrsen Orhanê bertek nîşanî vê yekê da, polîsan got ku dê îfadeya wê were girtin. Lê gel rewş ferq kir û li dijî polîsan rawestiyan. Piştî ku girseya li Qada Seyîd Riza nobed digirt jî hat Kolana Hunerê, Bîrsen Orhan serbest hat berdan.
Piştre gel dîsa bi dirûşme û çepikan heta Qada Seyîd Riza meşiya. Di meşê de timî dirûşmeya ‘Dersim ranezê, xwedî li rûmeta xwe derkeve’, ‘Kurdistan ji bo faşîzmê bibe goristan’ hatin berzkirin.
Bîrsen Orhan hat Qada Seyîd Riza û wiha got: “Ji bo îfadeyê gazî min kirin, heger ez werim binçavkirin jî hûn têkoşînê bidomînin.”
Hat zanîn ku dê Hevşaredar Bîrsen Orhan bi parêzerê xwe re here û îfadeye bide.
Nobeda gel a li Qada Seyîd Riza didome.