Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Îdrîs Umît hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê qirkirina ekolojîk berdewam dike: Bi sedan darberû hatin birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Gel û gerîla bi hev re dikarin rê li ber dagirkeriyê bigirin’
Kurdistan

‘Gel û gerîla bi hev re dikarin rê li ber dagirkeriyê bigirin’

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Têkildarî vê yekê rojnamevan û şanokar Karzan Qadir wiha got: “Gel û gerîla temamkerê hev in û divê gel piştgiriyê bide gerîlayên azadiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê berdewam in û welatparêz nerazîbûn û helwesta xwe nîşan didin û dibêjin ku Tirkiye dixwaze xewn û siyaseta Osmaniyan bidomîne û başûrê Kurdistanê jî xistiye xizmeta projeyên xwe. Her wiha dibêjin ku ev dagirkerî bi hevkariya aliyekî desthilatê, ku PDK ye, tê meşandin.

 

Di derbarê vê yekê de şanokar û rojnamevan Karzan Qadir ji ANF’ê re axivî û got: “Tiştê ku dewleta Tirk a faşîst li herêmên sînorî dike, careke din dubarebûna Enfalê ye li hember gelê Kurd. Tiştê ku berê partiya Beesê bi taybetî li herêma Germiyanê pêk dianî, niha jî Tirkiye li ser xalên sînorî pêk tîne û xelkê gundan neçar dike ku cihên xwe terk bikin. Ev siyaset dubarebûna heman xewn û siyaseta Osmaniyan e û zindîkirina Mîsaqa Millî ye.”

‘HER DESTHILATDARIYEKE KU NE BI GELÊ XWE RE BE, WÊ DI DAWIYÊ DE TÊK BIÇE’

Derbarê bêdengiya partî û aliyên Kurdî û Hikûmeta Iraqê û xiyaneta PDK’ê de, Karzan Qadir diyar dike ku her aliyekî desthilatdar ku ne bi gelê xwe re be, dawiya dawî têk diçe û wiha domand: “Niha gelek aliyên Kurdî û hetta Hikûmeta Iraqê jî li hember dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bêdengî hilbijartine. Eger dengê xwe bikin jî, ew jî tenê belavkirina daxuyaniyekê ye, ku di vê rewşê de ev yek nabe helwestgirtin. Dewleta Tirk beşeke mezin a axa parêzgeha Dihokê dagir kiriye. Her wiha herêma Amêdiyê ku dîrok şahid e ku ser bi axa Kurdistanê ye, wek beşeke Tirkiyeyê dide nasandin. Hemû ev jî bi hevkariya aliyekî desthilatê, ku PDK ye, tê kirin. Lê divê her kes vê rastiyê bizane, her aliyekî desthilatdar ku ne bi berjewendiyên gelê xwe re be dawiya dawî têk diçe û xiyaneta wê bi ser nakeve.”

‘GERÎLAYÊN AZADIYÊ, LI DIJÎ XERABKIRINA JÎNGEHA KURDISTANÊ RADIWESTIN’

Karzan Qadir têkildarî berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê wiha got: “Di rastiyê de tiştê ku Hêzên Parastina Gel dike, tiştekî bêhempa ye û divê gel bizane ku yekîtiya li gel gerîlayên azadiyê dikare dawî li dagirkeriyê bîne. Gel û gerîla her tim temamkerê hev in ji bo serkeftina li dijî dagirkeriyê. Ji ber ku Tirkiye tu carî Kurdistanê nas nake û naxwaze başûrê Kurdistanê hebe. Lewma divê her kes li dijî dagirkeriyê raweste. Tirkiye her wiha li başûrê Kurdistanê jîngeha Kurdistanê jî xerab dike. Bi şewitandina rez û darên me jîngeha me wêran dike. Yên ku li hember vê xerabkirina jîngehê radiweste gerîlayên azadiyê ne.”

Karzan Qadir di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Tiştê herî girîng ku em bikin ew e ku em nebin destika dagirkeriyê. Eger em nekarin tiştekî bikin jî, em dikarin hemû kelmelên Tirkî boykot bikin û di malên xwe de rêzefîlmên wan boykot bikin û piştgiriya dagirkeriyê nekin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê nexweş: Heta ku çalakiya min encam digire, wê bidome
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê tûrnûvaya satrancê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser 1’ê Çileyê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 1'ê Çileyê kiriye betlaneya fermî.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Platforma Jinan a Dêrsimê, têkildarî geşedanên di lêpirsîna Gulîstan Doku de ya ku ev 6…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

CHP’ê jî Pêşnûmeya “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî”ya pêşkêşî Meclîsê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?