Çiyayên Kurdistanê ji roja roj ve jinên çiyayî di hembêza xwe de parastiye, hewandiye. Bi xwezaya xwe ve wan herikandiye ber bi kaniya vînê. Li hember hemû bêderfetiyan, zor û zehmetiyan jî, wan di dilê xwe de ragirtiye. Jiyana wan bi xwezaya xwe re, dike yek. Têkîliyekî ku tu carî ji hevdu nayê qutkirin, avakiriye. Ji ber vê sedemê îro bi hezaran jin li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwebûn û hebûna xwe dikin.
Di derbarê vê mijarê de gerîlaya YJA Starê Rûken Botan ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman: “Ji bo me Kurdan û tevgera Apoyî çiya wargeha parastin û palpişteke xwezayî ye. Bi taybetî ji bo me jinan çiya domandina jiyanek bi bingeh e. Yê ku dihêle em ji xwe bawer, bi îrade bin xwezaya ku em ji çiya fêr dibin e. Di heman demê de vegera li cewhera xwe ye û bi xwezayê re bûyîna yek e. Ji ber ku têkîliya xweza û mirovan ji roja roj de heye, lê yê ku me ji xwezayê dûrxist hişmendiya pergalê bû.”
Rûken Botan di dewama axaftina xwe de wiha qala bîranîna xwe ya dîtina çiya dike: “Cara yekem derbasî çiya bûm, bilindbûna çiya bala min dikşand. Min her dixwest ku li wan bilindahiyan bimeyzînim bê ku ji dîtina wê têrbibim. Avên wê yên kûr bi tehtên xwe ve ya ku av jê diherikiya, min ber bi xwe ve dikşand. Ji bo min dîtineke ku her dem di bîra min de xwe bi cih kiribû. Cara yekem bû ku min xwe ewqas nêzî azadiyê didît.”
‘EM DI NAVA XWEZAYÊ DE AZAD DIBIN’
Rêber Apo di yek ji nirxandinên xwe de bal kişandibû ser jin û mayîna çiyan. Destnîşan kiribû ku her kes ji çiya dakeve jî divê jin li ser çiyayan jiyaneke nû biafrînin û jiyan bikin. Rûken Botan di nava nirxandinên xwe de cih dide vê mijarê û bi vî awayî şîrove kir: “Ji ber ku xweza armanca wê azadiye, em di nava wê de azad dibin. Guherîna demsalan, bişkivîna gulan lêgerîna azadiyê ye. Ji ber ku her dem xwe nû dike û bi wê nûbûnê re xwe xweşik dike. Ev yekbûnekî ku di xwezayê de rû didin, dide diyarkirin ku enerjiya wê ya azadiyê her zindî ye.”
Rûken Botan diyar kir ku cewhera jin mîna cewhera çiyan e û wiha got: “Di heman eksenê de asî û xurt in. Her çendîn bûyerên xwezayî rû bidin jî, beramberî asêbûna çiya nikare xwe bigre û her tim çiya xurtbûna xwe diparêze û tu tişt nikare wê hilweşîne. Jin jî heman rengî ye, ger ku bingeha xwe ya azadiyê rast bavêje dikarin xwebûna xwe bidest bixin. Bi kurtasî gerîla û çiya mîna zarok û dayik in. Em zarokên çiyayî ne, xwe ji dayikê dûrxistin zehmetiyê avadike.”
Gerîlaya YJA Starê Rûken Botan di dawiya axaftina xwe de girêdanbûna xwe ya bi şehîdên Kurdistanê re anî ziman û wiha got; “Her çiyayekî bi navê hevalek şehîd tê naskirin. Ji ber ku hevalên me li serê her lutkeyekê de xwedana xwe rijandine. Em jî li ser şopa wan hevalên şehîd li serê çiyayan de dimeşin. Ji ber vê yekê xwe dûrî çiya girtin ji bo me gerîla ne gengaz e.”

