8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her derê cîhanê ji aliyê milyonan jinan ve bi coşekî mezin tê pîrozkirin. Gerîlayên YJA Starê Dîren Argeş û Jînda Gever têkildarî girîngbûna 8’ê Adarê ji bo jinan ji ANF’ê re axivîn.
Gerîla Dîren Argeş 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku Rêber Apo di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola pêşengiyê daye jinan û wiha got: “Pêşengtiya vê pêvajoyê di destê me jinan de ye. Îradeya jinê, hêza jinê heye ku vê pêvajoyê bigihijîne aşîtiyekî. Serokatî ev bare daye ser milê jinan. Em bi xwe jî wekî jin pêşengtiya vê pêvajoyê dikin. Ger em bixwazin di civakeke azad û demokratîk de jiyan bikin ev yek di serî de bi pêşengtiya jinê û azadîya jinê pêkane. Ji bo vê jî em wek gerîlayên YJA-Starê vê têkoşînê dimeşînîn. Ji bo ku jinek bi xwe jî rol û mîsyona xwe yê ku di civakê de heyî bikaribe bilêze. Jin pêşengtiyê ji civaka xwe re bike. Em dibêjin ku ‘jin azad nebe civak bi xwe azad nabe.’
BI YEKÎTIYA JINAN AZADÎ PÊKAN E
Ev azadiya jinê jî bi fikrê Serokatî pêkan e. Serokatî dibêje “Wê jin bi xwe şoreşê çeke.” Li ser vî esasî em wekî jin, pêşengtiya vê dikin û dixwazin azadiya jinê bigihîjînin lûtkeya herî jor. Em Serokatiya xwe jî bikaribin bi fîzîkî azad bikin û Serokatî di nav xwe de bibînin. Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Di nav civakê de azadiya jinê pêk nehatiye. Û azadiya jinê ji destê wan hatiye girtin û hatiye kole kirin. Em têkoşîna azadiya jinê didin. Û em dibêjin pêwîst e hemû jinên di pergalê de jiyan dikin bikaribin yekîtiya xwe ava bikin. Yekîtiya jinan dihêle ku azadiyeke xweser bê avakirin. Li ser vî esasî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”
Gerîlaya YJA Starê Jînda Gever 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li tevahiya jinên kedkar pîroz kir û sê helbestên xwe yên têkildarî hezkirina jinan bilêv kirin. Gerîla Jînda Gever sê helbestên xwe yên ji bo Rêber Apo û jinan nivîsandine, xwendin.
Hesreta xwe ya ji bo jinan bi helbesta xwe ya bi navê ‘’Hesret’’ anî ziman;
HESRET
Ey jina çiyayan ji min re milên xwe fireh bike
Pora xwe bide ber bayê
Bila pora te ya bêhna kedê jê tê, li laşê min bikeve
Bi hemû hebûna xwe min hembêz bike
Bila bi dawî bibe ev hesret
Dilê min ji te re tim û tim vekirî ye
Bi ber min ve were ey jina çiyayan
Were, bila ev hesret bi dawî bibe
Ji Zagrosên welatê xwedawendan were
Ji min re qala dîroka mirovahiyê bike
Qal bike ku bi dawî bibe ev hesret
Ji min re qala bedewiya Mezopotamyayê ya bêhempa bike
Hesreta min a ji azadiyê re
Jina çiyayan, navê min e hesret!
Hesreta min a ji rojê re ji ber vê ye
Ji min re qala rojê bike
Ji min re qala hevalan bike
Ey jina çiyayan
Helbesta ji Rêber Apo re;
Hevrêyê min ê ji dil
Li gel te dest bi roja nû dikim
Hezek e, ya li ser reşika çavên min şîn dibe
Evînek e, ya li ser gotinan tê guhdarîkirin
Hezek e, ya ku dilan digihîne hevûdu
Hesretek e, ya te ji min dide hezkirin
Û tu yî, ji hevrêyan re dibe hevrê
Yek tu yû yek jî ez, yên van çiyayan bilind dikin
Rojek e, ya hemû gelan tîne ba hev
Yê herî berz û bala ye
Navê wî Rêber Apo ye
Yê cîhanê dişêwîne û mirovahiyê zindî dike.
Helbesta bi navê ‘’Heval’’ ya ji bo jinan nivîsandiye;
HEVAL
Hevala min ma nivîsandina li ser te hêsan e?
Nivîsandina li ser te cesaretê dixwaze
Ger bi hêsanî bihata nivîsandin ma wê navê wê Heval bûna?
Rêya bidestxistina bedewiyan ji derbaskirina zehmetiyan derbas dibe
Hevala min, ji ber vê yekê min rêya dijwar hilbijart,
Ji bo ku xwe bigihînim bedewiyên dilê te
Ji bo ku te binivîsim û qala te bikim
Hevala min, ma hêsan e jibîrkirin?
Hemû kêliyan te bi bîr tînin
Hemû kêliyan di bîra min de yî, nikarim paşçav bikim
Ji ber ku tu hêja yî
Di dilê min de dijî
Qalkirina te û nivîsandina li ser te
Bi tenê li hevrêyên te tê
Pênûsa ku ji bo van hestan berê xwe dide hibrê
Divê di destê hevrêyên te de be
Heval, tu xwesteka min a parvekirin û hezkirinê yî
Heval, tu hesta mezin a di dilê min de yî
Tu, tekane warê bedewiyan î
Û tu heval, xwerûtirîn û paqijtirîn hesta di dilê min de yî.

