Gerîlayên YJA STAR’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hestên xwe, nêrîn û biryardariya xwe ya ji bo pêşwazîkirina vê rojê bi me re parve kirin.
‘EM BI KEDA RÊBER APO HATIN VAN ROJAN’
Ji gerîlayên ku di nava van amadekariyan de cihê xwe digre, Gulan Çiya axivî. Gulan Çiya bal kişand ser çavkaniya hêza ku wan aniya vê rojê û wiha got: “Em bi hêza felsefe û fikrê Rêber Apo niha dikarin di vê astê de, van amadekariyên xwe bikin.”

Girêdayî peyama ku ew dixwazin di bernameya xwe ya hunerî de nîşan bidin jî ev anî ziman: “Em di hazirtiyên xwe de jî dixwazin keda jin û pêşketina şoreşa wê nîşan bidin. Ji Roza’yan heya Sara’yan û heya roja îro em dixwazin bîranîna jina kedkar jîndar bikin. Îdîaya me jî ew e ku îsal di rastiyê bibe sedsala jin û şoreşa jin bigihije serkeftinê. Ev jî bi hembêzkirina me ya tevahiya jinan a ji hev re wê pêk were.”
‘2026 WÊ BIBE SALA SERKEFTINA JINA AZAD’

Gerîla Aljîn Şahîn û gerîla Viyan Lewend jî hestên xwe yê pêşwazîkirina roja 8’ê Adarê anîn ziman. Herdu gerîlayan jî bi taybet bal kişandin ser bandoriya silav û dîtina wêneyê Rêber Apo û ev nirxandin kirin: “Di vê salê de dîtina me ya ji wêneyên Rêber Apo re, girtina silavên wî, ji bo me dibe avabûna moralekî hîn bilindtir. Bi vê kêfxweşiyê em niha hazirtiyên xwe dikin. Lewra wê ev şahiya me ji bo tevahiya jinên cîhanê bibe peyameke xurt. Bi qasî vê morala xwe em ê bibin xwediyê têkoşîneke mezin ku em bikaribin zihniyeta êrîşkar hilweşînin û bibin tolgirê her jineke di bin zordestiyê de. Ji bo ku ev sal bibe sala serkeftina jin, ew jî di bin sîha projeya Rêber Apo de xwe bi rêxistin û perwerde dikin.”
‘WÊ HEVGIRTINA JIN PERGALA ZILAMSALAR HILWEŞÎNE’

Gerîla Evîn Goyî jî amadekariyên xwe yên şahiya 8’ê Adarê nirxand, di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo û li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir. Evîn Goyî diyar kir ku bi wesîleya nêzbûna roja 8’ê Adarê re ew jî di nava amadekariyan de ne û got: “Ji bo tevahiya jinên ku di bin zilma pergalê de ne, rastî tacîz û tecawiza zihniyeta zilam tên wê ev hevgirtina me ya di vê şahiyê de ji bo van jinan tevahî bibe hêz. Yê ku ev hêz daye me ku em jin dengê xwe bikin yek Rêber Apo ye, lewra em careke din vê rojê li Rêbertiya xwe, li hevalên xwe yê şehîd û hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”

