Li dora pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam bilkin jî karnameya binpêkirina mafên mirovan a dewleta Tirk naguhere; bi taybetî hem li nava welêt hem jî li derveyî welêt binpêkirinên mafên mirovan li hemberî gelê Kurd dewam dike. Ev rewş bala rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî dikişîne.
Yek ji van jî tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) e ku têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê rapor pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir. Nûnerê Timî yê MRAP ê li Neteweyên Yekbûyî Gianfranco Fattorini li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘TIRKIYE LI GORÎ PEYMANÊN KU MOHRA XWE DANIYE BINÎ TEVNAGERE’
Gianfranco Fattorini anî ziman ku di halê hazir de ji aliyê parastina mafên siyasî, sivîl, aborî, civakî û çandî guhertineke mezin nîne û got, “Ji ber vê yekê jî di rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de ku hîn jî dewam dike, me raporek li ser binpêkirina mafên gelêw Kurd pêşkêş kir. Bi taybetî me bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li qada çandî. Me işaret bi xweranegirtina li zimanê kUrd û çalakiyên Kurdî. Hin mirov tenê ji ber ku bi Kurdî stran gotin an jî li ber muzîka Kurdî dans kirin hatin girtin; ku ev yek bi temamî nayê qebûlkirin.
Di vê raporê de li gel binpêkirina mafên mirovan me cih da hin pêşniyaran ji bo Tirkiyeyê. Tirkiyeyê Peymana Li dijî Êşkenceyê, Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Mafên Sivîl û Siyasî, Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Mafên Çandî, Civakî û Aborî û gelek peymanên din ên navneteweyî îmze kirin. Armanca me ya bingehîn ew e, bikin ku hikumeta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tevbigere.
Mohrkirin û erêkirina van peymanan têrê nake; divê li gorî wan tevbigere. Her wiha Tirkiyeyê mohra xwe dananiye binê Peymana Navneteweyî ya li dijî Windakirina Bi Zorê. Em bang li hikumeta Tirk dikin ku mohra xwe dîne binê vê peymanê.
Yek ji peymanên ku ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke taybet e û divê bi cih bê anîn Peymana li dijî Êşkenceyê ye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, hîn jî gelek bûyer hene ku bûyerek bi tenê jî zêde ye. Di her halî de hejmara bûyerên êşkenceyê yên li welêt gelekî zêde ye. Ev kiryar divê li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Çi li qereqolan çi jî li girtîgehan divê êşkence bi temamî ji holê bê rakirin.”
‘LI SÛRIYEYÊ DAGIRKER E’
Gianfranco Fattorini bi dewamî anî ziman ku Tirkiye binpêkirinên mafên mirovan li derveyî sînor jî dike û got, “Bi rastî jî li beşek ji xaka Sûriyeyê bi rengekî neqanûnî dagirker e. Vê dagirkeriyê di dema hikumeta Esad de destpê kir.
Armanca vê dagirkeriyê ne hedefkirina hikumet an jî rêveberiyeke li Sûriyeyê bû, hedef dijberiya li Kurdan e. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve teqez dagirkerî ye.
Artêşa Tirk li nava xaka Sûriyeyê ye, lê belê peymaneke xwe ya taybet nîne ku hebûna wê ya leşkerî rewa bike. Lewma bi rengekî pratîkî beşek ji xaka Sûriyeyê dagir kiriye.”
‘QIRKIRINA ÇANDÎ DEWAM DIKE’
Gianfranco Fattorini anî ziman ku qirkirina çandî ya li hemberî Kurdan hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê bi dehan sal in dewam dike û got, “Em ê li Sûriyeyê bibînin bê bi hikumeta nû re wê çi bibe; lê belê niha nîşaneyeke guhertinê xuya nake.
Nenaskirina hindikiya Kurd, astengiya li pêşiya ziman, çanda wan, tinekirina qadên dîrokî bi rengekî şênber nîşan dide ku qirkirina çandî dewam dike.”
‘DIVÊ PÊVAJO ÇARÇOVEYEKE HIQÛQÎ YA GIRÎNG AVA BIKE’
Têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk de Gianfranco Fattorini ev nirxandin kir: “Li gorî agahiyên li ber destê me, beriya her tiştî pêşketineke ku kêrhatî ye û divê bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin. Dema ku mirov bûyerên deh salên dawî bînin ber çavên xwe, ev yek teqez gaveke erênî ye. Qonaxa guhdarîkirinê ya destpêkê ya komîsyona li meclîsê li ber qedandinê ye, yan jî rojên bê wê biqede. Di asta heyî de komîsyona li binê sîwana parlamentê hate avakirin li gelek kesan, gelek kesayetan û rêxistinan guhdarî kir, diyar e ku gelek pêşniyar kom kiriye.
Armanca vê komîsyonê divê ew e be ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çarçoveyeke hiqûqî û siyasî ava bike. Baş e, ev armanc çi ne? Bêguman bidawîkirina şerê çekdarî bi tena serê xwe têrê nake. Divê çarçoveya hiqûqî teqez bikeve merriyetê.
Ev yek jî divê ji Destûra Bingehîn destpê bike. Li Tirkiyeyê divê hindikahî bêne naskirin û karibin xwe bi rengekî azad îfade bikin. Şert e ku edaleteke civakî ya rasteqîn bê avakirin. Ji bo pêkanîna edaleta civakî divê hurmet ji hemû mafan re bê dayin. Weke ku min berê jî got, Tirkiyeyê mohra xwe daniye binê hema bibêje hemû peymanên têkildarî mafên mirovan ên navneteweyî; bi taybetî jî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên sivîl û siyasî, aborî, civakî û çandî. Lewma divê mafên siyasî, sivîl, çandî, civakî û aborî yê gelê Kurd ewle bike.”
‘DIVÊ OCALAN Û MEHKÛMÊN SIYASÎ AZAD BIBIN’
Gianfranco Fattorini destnîşan kir ku daxwaza azadiyê ya Birêz Ocalan daxwazeke rewa ye û got, “Ragirtina Abdullah Ocalan bi temamî polîtîk e. Eeger em vê rewşê û dawiya salên 1980’î û destpêka salên 1990’î bi bûyerên li Efrîkaya Başûr rû dan bînin beramberî hev, wê demê di navbera hikumeta Apartheid û Nelson Mandela de danûstandinan destpê kiribûn. Mandela ji hucreyê hate deristin û li qadeke jiyanê ya ‘asayî’ hatibû bicihkkirin ku karibe bi şênberî beşdarî danûstandinan bibe. Eger em bidin pey mînaka Efrîkaya Başûr, Mandela beriya berdana xwe weke şert destnîşan kiribû ku divê her kes bêne berdan.
Berdana Abdullah Ocalan bi tenê têrê nake. Li Tirkiyeyê gelek girtiyên siyasî yên Kurd hene ku divê neyên jibîrkirin. Li gorî nêrîna me, divê pêvajo dewam bike; şert û mercên jiyanê yên Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din bêne başkirin, Abdullah Ocalan karibe bi parlamenter û hikumeta Tirk re karibe yekser danûstandinan bike. Bi vê pêvajoyê re divê Abdullah Ocalan jî azad bibe.”
‘DIVÊ PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ ZÊDE BIBE’
Gianfranco Fattorini herî dawî got, “Li gorî min ji bo civaka Kurd a herî girîng ew e ku di asta civaka sivîl a navneteweyî de bixebite. Li Ewropayê, di heman demê de li zanîngehên li DYE’yê divê piştgiriya herî berfireh werbigire. Bi vî rengî zext li ser hikumetên Ewropa û DYE’yê dikare bê kirin û bi vî rengî piştgiriyê bide pêvajoya guherînê ya li Tirkiyeyê.”