Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Stenbol û Enqereyê û xwest ku tavilê serbest bên berdan.
STENBOL
Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên “Dermankirin mafek e, nayê astengkirin” û “Girtiya nexweş Muhlise Karaguzel berdin” hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên wekî “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.
Endama ÎHD’ê Meryem Bars di çalakiyê de axivî. Meryem Bars, destnîşan kir ku nexweşîna dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiq û gelek nexweşînên din bi Meryem Karaguzel re hene û got ku şert û mercên girtîgehê gefê li jiyana wê dixwin. Meryem Bars, xwest ku Muhlîse Karaguzel demildest bê berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 584’an de civiya. Daxuyaniya vê hefteyê li Dika Yilmaz Guney ku 22’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) lê tê lidarxistin, hat kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD ya Enqereyê Meral Nergiz Şahîn, daxuyaniyê xwend. Meral Nergiz Şahîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê tê girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nexweşîna pişikê, dil, tansiyona zede, kolestrol, ulseratîf kolit, fitik û gelek nexweşînên din bi Kavak re hene. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derengxistina dermankirina kavak binpêkirina mafê jiyanê ye û hat xwestin ku demildest bê berdan.

