Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altan: Girseya Newrozê wê veguhere hêza rêxistinbûyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gokyildiz: Elewiyên li Sûriyeyê ketin nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê rêxistinbûyî
Rojane

Gokyildiz: Elewiyên li Sûriyeyê ketin nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê rêxistinbûyî

Hasan Gokyildiz anî ziman ku li Sûriyeyê ewlehiya jiyana Elewiyan nemaye û got, Elewî ketine nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê bi rêxistinî. Hasan Gokyildiz destnîşan kir ku daxwaza bingehîn a Elewiyan ewlehiya jiyanê û modeleke rêveberiyê ya xweser

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokê Duyemîn ê Federasyona Elewiyên Ereb a Ewropayê Hasan Gokyildiz anî ziman ku li hemberî civaka Elewî ya li Sûriyeyê bûyerên komkujî, zext, sirgûna ji neçarî û revandinê zêde bûn û got, ewlehiya jiyanê ya Elewiyan bi rengekî cidî ketiye nava xeteriyê. Gokyildiz destnîşan kir ku bûyerên diqewimin parçeyek ji polîtîkaya şikandinê ya bi rêk û pêk e.

Serokê Duyemîn ê Federasyona Elewiyên Ereb a Ewropayê Hasan Gokyildiz ragihand ku zextên li hemberî civaka Elewî ya li Sûriyeyê di astên cuda de dewam dikin. Gokyildiz diyar kir ku kiryarên bi destê hikumeta navendî ya Şamê ya veguhêz tê meşandin veguheriye polîtîkayeke tasfiyeyê.

Gokyildiz destnîşan kir ku zextên li ser Elewiyan ne tenê komkujî û girtin e û got, “Li daîreyên delwetê Elewî ji kar têne derxistin û ev yek demeke dirêj e dewam dike. Van deveran ji Elewiyan paqij dikin. Gihîştiye wê astê ku nema dikare bê veşartin. Li hin deveran yekser ji kar derdixîne, li hin deveran jî karmend li deverên welê têne tayînkirin ku gelekî dûrî cihê jiyana wan e. Bi vî rengî mirov di pratîkê de bêkar têne hiştin. Rewşa aboriyê ya mirovan li holê ye. Bi vî rengî siyaseteke cidî ya zextê di dewrê de ye.”

Gokyildiz anî ziman ku li herêmên piraniya şêniyên wan Elewî ne bûyerên revandinê zêde bûne û diyar kir ku mirov dema diçin kar jî ewlehiya jiyana wan nîne. Gokyildiz got, di rewşa heyî de mirov nikare qala welatekî ewle bikin.

ELEWÎ KETIN NAVA PÊVAJOYA TÊKOŞÎNÊ

Gokyildiz ragihand ku civaka Elewî li hemberî zextan ketine nava pêvajoyeke têkoşînê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; “Dema dawî Konseya Sûriyeyê ya Rojava Navîn ava bû. Ev avaniya ku ji aliyê Elewiyan ve hate avakirin ji aliyê Şêx Gazal ve tê meşandin. Êdî ji ber ewlehiya jiyanê ew bi xwe jî zêde nayê dîtin. Bi giranî il ser medya dîjîtal bangan dike. Demekê ji bo xwepêşandaneke aştiyane ya du rojan bang kir û piştre jî biryara grevê ya pênc rojan hate dayin. Gel dikan venekir, neçû kar, zarok neçûn dibistanan. Lê belê hêzên çekdar ên Colanî gef li mirovan xwar, hewl dan bi zorê dikanan bidin vekirin, derî û camên dikanan şikandin. Serdegirtin li malan kirin. Bi rengekî eşkere polîtîkaya şikandinê hate meşandin. Armanc bêdengkirina gel e ku serî li ber Ahmed Şara bitewîne.”

Gokyildiz ragihand ku piştî komkujiyê di nava Elewiyan de li qadê tevgereke bi rêxistin destpê kiriye û ev yek bêçek jî be pêvajoyeke berxwedanê ya girseyî derketiye holê. Gokyildiz got, “Elewî êdî li ber vê rewşê radibin û liv û tevgerek heye. Berê nerazîbûn hebû, lê belê mirov newêrî bûn. Lê belê piştî xwepêşandanên doh hate dîtin ku bi çek nebe jî di nava Elewiyan de serhildanekê destpê kiriye. Hêzeke çekdar nîne ku gel biparêze. Gel di bin zextê de ye. Ewlehiya jiyana xwe nîne. Xizanî di asta herî bilind de ye, mirov di bin sînorê birçîbûnê de ne. Rêxistinên Elewî li gorî derfetên xwe kampanyayên alîkariyê dimeşînin. Lê belê gel êdî bêzar bûye. Hatiye wê astê ku bibêje, ‘Ya em ê bimirin, ya jî em ê li ber xwe bidin’. Wê rojê me ev dî: Mirovan mirin dan ber çavên xwe û daketin qadan. Li herêmên Elewiyan û li bajarên mezin her kes daketin qadan. Li hin deveran hêzên çekdar ên Colanî bi şûr û kêran êrişî gel kirin, hinek mirov kuştin. Ji ber ku rêxistinên Elewî bi hev re tevgeriyan gel li ber xwe da. Rêxistinên Elewî yên li Tirkiye û Ewropayê di cih û dema xwe de nerazîbûn nîşan dan. Em dibînin ku ev yek ji bo Elewiyên li Sûriyeyê bûye wêrekî û moralê. Qet nebe zanin ku piştgiriyeke wan heye ku li nava raya giştî ya navneteweyî dikarin dengê xwe bidin bihîstin.”

‘MECBÛRE KU BERSIVÊ BIDE DAXWAZA RÊVEBERIYA XWESER Û FEDERAL’

Gokyildiz destnîşan kir ku têkoşîna civaka Elewî wê bi rengekî rêxistinbûyî dewam bike û diyar kir ku mijara ewlehiya jiyanê ya Elewiyan ketiye rojeva raya giştî ya navneteweyî.

Gokyildiz anî ziman ku hêzên li herêmê aktor in bêyî ku Elewiyan nedin ber çavan nikarin siyasetê bikin û axaftina xwe bi vî rengî qedand: “Herî kêm meseleya ewlehiya jiyanê ya Elewiyan bala raya giştî ya navneteweyî kişandiye û dikeve rojevê. Elewî herêmeke otonom, federal dixwazin. Wê daxwaza xwe ya ku dibêjin, ‘Em êdî naxwazin mecbûr bimînin ku di bin rêveberiya vê hikumetê de bimînin’ wê bi dengekî hîn bilind bînin ziman. Ji ber ku bi guhertina rejîmê re bûn hedefa komên radîkal û komkujî li wan hate kirin Li herêmên Rojava û Durziyan dewletên weke Emerîka û Îsraîl hene. Ev yek hevsengiyek e, lê belê li herêmên civaka Elewî ti hêzeke navneteweyî nîne. Elewî wê bi piştevaniya gelan têkoşîna xwe dewam bikin. Ne çekên wan hene ne jî hêza xwe ya aborî; tenê baweriya wan heye. Ji ber ku heta niha timî hatin kuştin, hatin eciqandin. Li qadê li pêş çavan komkujî heye. Armanc ew e ku gel timî di bin zextê de bihêle û komkujî dewam dike. Serîtewandin li gel tê ferzkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mînîbusek qelibî: 5 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Erdemliyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di bûyerê de 5…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike

Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach da zanîn ku, rewşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ûkrayna ji bo ‘peymana mîneral a stratejîk’ şande dişîne DYE’yê

Ji bo nirxandina peymana li ser mîneralên stratejîk a di berdêla alîkariya leşkerî ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Abdî û Parêzgarê Hesekê, Cejna Ekîto pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Êrîşên DYE û Îsraîlê li ser Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?