Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên pratîk zêdetir neyên derengxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Heta ku dewlet gavên şênber neavêje, nikare baweriyê di nav civakê de çêbike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Gotina aştiyê divê bi pratîka li qadê bê nirxandin’
Rojane

‘Gotina aştiyê divê bi pratîka li qadê bê nirxandin’

Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû anî ziman ku êrişên li Helebê li dijî Kurdan têne kirin bandorê li nîqaşên asayîbûn û çareseriyê yên li Tirkiyeyê dike û got, aştiya mayinde tenê bi siyaseteke diyalogê û hevgirtî dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû êrişên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê nirxand û anî ziman ku ev bûyer ne rasthatin e ne jî meseleyeek ewlekariyê ya xwecihî ye.

Zeynep Odûncû got, “Ev êriş di demeke welê de hatin kirin ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Sûriyeyê de nîqaş li ser çareserî, entegrasyon û diyaloga siyasî dihate kirin. Lewma hêzên ku naxwazin li Sûriyeyê şensê aştiyê xurt bibe, hêzên dijberê çareseriyê û alîgirên şer û kaosê bi zanebûn ev provokasyon kirin.

Herdu taxên ku bûne hedefa êrişan ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve 15 sal in di bin dorpêç, ambargo û xizaniya bi rêk û pêk de ne. Li van taxan bi hezaran mirov hene ku di heman demê de şêniyên Efrînê yên bi zorê hatin koçberkirin lê dimînin. Li van taxan hebûneke leşkerî nîne. Di çarçoveya peymana 1’ê Nîsanê de hêzên QSD’ê bi hemû çekên xwe yên giran xwe ji herêmê vekişand. Li gel vê yekê jî bi mehan e alîkariya mirovî, derman û pêwîstiyên bingehîn têne astengkirin. Îro jî yekser êriş li ser sivîlên van taxan tê kirin.

Lewma bûyerên li Helebê diqewimin bi rengekî eşkere sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi dehan sivîl birîndar bûn ku jin û zarok di nav de ne. Ev yek jî nîşan dide ku êriş yekser li gel tê kirin.”

Parlamenter Zeynep Odûncû anî ziman ku li Helebê êrişa li hemberî sivîlan bi taybetî jî li qadên Kurdan li nava raya giştî ya Kurd a li Tirkiyeyê bûye sedema fikaran û hêrsê û got, “Her êrişa li dijî sivîlan, jinan û zarokan li nava Kurdan wê hestê xurt dike ku hîn jî siyaseta înkar û îmhayê di dewrê de ye, ne îradeya çareseriyê.

Têkiliya Tirkiyeyê ya bi rêveberiya Şamê û hin komên çekdar ên li qadê ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Ji ber vê yekê bûyerên li Helebê diqewimin ji aliyê raya giştî ya Kurd a li Tirkiyeyê ne weke ‘bûyerên tenê li wir diqewimin’ tê dîtin, di heman demê de weke bersiva li pirsa tercîha siyasî ya Enqereyê tê nirxandin. Dewamkirina zimanê gefxwarinê, polîtîkayên şerker û rêbazên leşkerî dibe ku zerareke cidî bide bendewariyên li ser pêvajoya çareseriyê ku li Tirkiyeyê jinûve tê nirxandin.”

Zeynep Odûncû destnîşan kir ku bûyerên li derveyî sînor diqewimin divê bi gotinên diyalog û aştiyê yên li Tirkiyeyê bê nirxandin û destnîşan kir ku pêkanînên li qadê bandoreke yekser li bendewariyên raya giştî ya Kurd a ji pêvajoya çareseriyê dike.

Parlamenter Zeynep Odûncû got, “Divê ev yek bi eşkere bê gotin: gotinên têkildarî aştiya bi Kurdan re divê bi pratîka li qadê bê nirxandin. Li aliyekî li nava Tirkiyeyê nîqaşên li ser asayîbûn, diyalog û çareseriyê tê meşandin; li aliyê din li derveyî sînor Kurd têne dorpêçkirin, ji cih û warê xwe têne kirin û dibin hedef. Ev yek jî têkildarî samîmiyeta van nîqaşan dibe sedema pirsên cidî. Ev rewş hêviya ji bo aştiyê tîne ber şikestinê.

Eger Tirkiye dest ji siyaseta şer û gefxwarinê berde; Kurdan ne weke pirsgirêkeke ewlekariyê lê weke hêmana esasî ya aştiya herêmî bibîne û nêzîkatiyeke çêker û çareseriyê bipejirîne wê îhtimala aştiyê hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê xurt bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bi ruhê berxwedana Tişrînê em ê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd biparêzin’
Nûçeya Pişt re Partiyên Rojhilatî ji ber greva giştî spasiya gel kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîrên DAÎŞ’ê li Enqereyê civiyan!

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke taybet hate bidestxistin, dewleta Tirk li Enqereyê civînek bi emîrên…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Em berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî êrîşa zayendî silav dikin

Koordînasyona KJK'ê daxuyand ku piştî hilbijartinan çeteyên sûcê zayendî yên şerê taybet li dijî jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulîz Kaya: Li Tirkiyeyê jin têne qirkirin

Berdevka Meclîsa Jinê ya Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulîz Kaya ragihand ku li Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê 4 hezar û 800 gorên bênav

Ji aliyê Stêrk TV

Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?