Çalakvana warê jinan û berpirsa Komeleya Hêviyê Sirûd Mihemedê têkildarî guherandina qanûna medenî û metirsî û bandorên vê qanûnê li ser civakê bi giştî û li ser mafên jin û zarokan bi taybetî, ji ANF’yê re axivî.
Sirûd Mihemedê der barê guherandina qanûna medenî de got: “Eger qanûna medenî bê guhertin, bi rastî tu mafekî jinan namîne, ev qanûn bazirganîkirina bi jin û zarok û mirovan e.”
‘TI MAFEKÎ JINAN NAMÎNE‘
Sirûd Mihemedê her wiha li ser guherandina qanûnan medenî ev nirxandin kirin: “Eger guherandina qanûna medenî bê bicihkirin, êdî qanûn namîne, dê qanûna wan zilamên dînî bê bicihkirin ku ji bo zewac û hevberdanê bi dilê xwe fetwayan didin. Ev yek diyardeyeke metirsîdar e, ji ber ku tu mafekî jinan namîne.”
Sirûd Mihemedê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Dema ku qanûna medenî bê guhertin, eger tundûtîjî û binpêkirina mafan li hember jinan bê kirin yan mafê mîrat û mesrefa zarokan neyê dayîn, jin dê nekarin bi rêya dadgehê gilî bikin, lewma ev qanûn bazirganîkirina bi jin û zarokan e.”
‘WÊ BANDOREKE GELEKÎ METIRSÎDAR LI SER CIVAKÊ Û MALBATAN ÇÊBIKE’
Sirûd Mihemedê di dawiya axaftina xwe de amaje bi metirsiyên guherandina qanûna medenî kir û got: “Zalbûna mezhebê li ser beşek parlamenteran wisa kiriye ku parlementer hewl bidin vê qanûnê derbas bikin, mixabin piraniya parlamenterên Iraqê naxwazin guh bidin metirsiyên vê qanûnê, ji ber ku bandora welatekî wek Îranê li ser wan heye, ev yek jî dê bandoreke gelek metirsîdar li ser civak û malbatan çêke.”
Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê Tebaxa 2024’an de, Encûmena Nûnerên Iraqê bi piraniya dengan xala guherandina qanûna medenî li bernameya rûniştinên xwe zêde kir. Di rûniştinên Encûmena Nûneran ên berê de, ji ber nerazîbûna parlamenter û saziyên civaka sivîl xwendina yekem ji bo guherandina qanûna medenî ya Iraqê nehatibû kirin, lê piştî piştgiriya Çarçoveya Hevahengiyê xwendina yekem hat kirin, lê heta niha di rûniştinên parlamentoya Iraqê de nehatiye pejirandin. Îro parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser çend pirsan dê kom bibe ku yek ji wan pirsan teklîfa guherandina qanûna medenî ye.