Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî têkildarî pirsgirêkên girtiyên nexweş û karên ÎHD’ê ji ANF’ê re axivî. Gulseren Yolerî anî ziman ku bi hezaran girtî nexweş in û bi zor û zehmetî tedawî dibin.
Gulseren Yolerî li gel nexweşiyên bedenî bal kişand ser nexweşiyên derûnî û diyar kir ku sedema herî girîng a rûdana pirsgirêkên derûnî tenêtî ye, tecrîd e. Gulseren Yolerî bal kişand ser polîtîkaya îzolekirina ji derve û bêparhiştina ji piştevaniya civakî ya li dijî girtiyan û got, “Mînak, hevdîtina bi malbatê re dibe ku ji bo girtiyekî têkiliya herî girîng a bi derve re ye, piştigriya manewî ye. Lê belê ji ber sedemên aborî, dûrbûyîn, dema hevdîtinê hin malbat hene ku 8-10 sal in nikarin xizmên xwe yên girtî bibînin. Ji ber vê jî ew tenêtî, dibe sedema rewşeke giran a derûnî, vediguhere travmayê.”
Gulseren Yolerî anî ziman ku qedexekirina rojname û pirtûkan, kêmkirina mafê sohbet, sporê rewşa tenêtiyê giran dike û got, “Em qala tabloyeke welê din ku dibe sedema pirsgirêkên cidî yên psîkolojîk, nexweşiyên sîstema îmmûne yan jî nexweşiyên ku weke psîkosomatîk têne pênasekirin. Lewma pêwîstî bi wê yekê heye ku pirsa ‘Gelo girtiyekî ne nexweş heye?’ bê pirsîn. Mirov li derve jî be, çiqasî li xwe binere jî pirsgirêkên serêşê, êşa diran, romatîzma, mîdeyê rû dide. Yên girtî jî mîna me ne, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê rû didin. Lê belê mîna yên li derve di her kêliyê de nikarin xwe tedawî bikin, derfetên tedawiyê bi destê wan nakeve.”
Gulseren Yolerî anî ziman ku tecrîd dibe sedema rûdana nexweşiyan û diyar kir ku şaxên ÎHD’ê hemû bi girtîgehan re eleqedar dibin. Gulseren Yolerî got, “Em serlêdanan werdigirin. Nameyên ji girtiyan tên hene, ji xizmên girtiyan, ji parêzeran tên. Em rewşê tespît dikin û hewl didin bikevin nava hewldanan.”
Gulseren Yolerî bal kişand ser pêwîstiya malbatan û girtiyan a bi piştevaniyê.