Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlan ên li gundê El Mohsenlî yê dikeve bakurê rojavayê kantona Minbicê kirin hedef.
Di daxuyaniyê de hate gotin, gund bi 4 fûzeyan hate hedefkirin. Di encamê de ziyan gihişt mal û milkên sivîlan.