Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), li dijî desteserkirina şaredariyên girêdayî DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku faşîzma AKP-MHP’ê siyaseta xwe ya du rû careke din nîşanî gelên Tirkiye û Kurdistanê daye û wiha hat gotin, “Desthilatdariya faşîst pêşî destê xwe dirêj dike û piştre jî hewl dide destê ku digire bişikîne. Bi vê yekê re balê dikişînin ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi avakirina atmosfereke bi navê “aştî û çareseriyê” polîtîkayên xwe yên şerê qirêj didomîne. Tecrîd û êrîşên dagirkerî û mêtingerî yên li dijî hemû qadên Kurdistanê dewam dikin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ewil li Stenbolê/Esenyûrtê û piştre li şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetî qeyûm tayîn kir û hewl dide îradeya gel desteser bike.”
‘ERKA SEREKE TÊKOŞÎNA ŞOREŞA YEKBÛYÎ YE’
HBDH’ê, diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê kengî li hemberî gerîlayên Kurdistanê û hêzên şoreşger bixitime, serî li desteserkirina maf dide û operasyonên qirkirinê pêk tîne. HBDH’ê, destnîşan kir ku yekane rêbaza têkoşînê ya ku wê van hemleyên faşîzmê bêbandor bike, li dijî vê politikaya qeyûm a ji Stenbolê heta Êlih û Mêrdînê dirêj dibe, birêxistinkirina siyaseta şoreşgerî û bilindkirina têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ye. Erka sereke a rojê bilindkirina têkoşîna Şoreşa yekbûyî ye.
Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku di lîstikên demokrasiyê de îradeya gelan bi ser neketiye, lê bi çalakî, berxwedan û têkoşînê bi ser dikeve. Gerîlayên me yên ku li dijî faşîzmê bi awayekî fedaî şer dikin, hêzên me yên milis ku bûne kabûsê wan û hevrêyên me yên ku îradeya xwe li zindanan nîşan didin, tim li cem gelê me ne û li dijî faşîzmê têdikoş in.
‘ZIMANÊ KU FAŞÎZM JÊ FÊHM DIKE ZIMANÊ ÇALAKIYÊ YE’
Faşîzm wê çi bike diyar e. Wê siyaseta mêtingerî, tecrîd û asîmîlasyonê dewam bike. Daxuyaniya ku partiya faşîst AKP’ê piştî desteserkirina îradeyê bi gotina ‘wê pêkanînên bi vî rengî bidomin’ îspata herî ber bi çav ya vê yekê ye. Di çarçoveya plana hilweşandinê de ye. Kedxwariya li ser çîna karkeran, bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîlayên azadiyê, êrîşên li hember Şoreşa Rojava, tayînkirina qeyûman û pêkanîna tecrîdê berhemên polîtîkayên şer ên ji aliyê faşîzmê ve tên meşandin e.
Roj roja bilindkirina têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya li dijî vê konsepta şer e. Divê em li rex îradeya şoreşger a gelên Kurdistanê bisekinin û ji faşîzmê hesab bipirsin. Yekane zimanê ku faşizm jê fêhm dike, zimanê çalakiya şoreşgerî ye. Divê em li ser vê bingehê tevbigerin û ji faşîzmê hesab bipirsin.”