Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya 513’an de bi giranî balê dikişîne ser planên pişt perdeyê yên dîrokî yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, rewşa heyî tespît dike û paşerojê şênber dike.
Bi gotara bi sernivîsa ‘Êrîşa hegemonîk a modernîteya kapîtalîst û krîza Rojhilata Navîn’ ku ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin, tê destnîşankirin ku hêzên çavkaniya krîz û pirsgirêkê nikarin bibin hêza çareseriyê.
MÛSTAFA KARASÛ LI SER PÊVAJOYA HEYÎ NIVÎSÎ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Kurdistan û Rojhilata Navîn dewam dike’ sedemên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dinirxîne ku bi dehan sal in dewam dike. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn şerê wê yekê ye ku hêzên tevlî sîstema kapîtalîst a global nebûbûn, tevlî nava vê sîstemê têne kirin. Di nivîsê de nirxandinên berfireh têne kirin, tê destnîşankirin ku Çîn a ku bi DYE û Ewropayê re di nava têkoşîna hêzê de ye, herî zêde ji şert û mercên kapîtalîzmê sûdê werdigire, ji ber vê yekê jî di şerê Rûsya-NATO’yê de ne bi eşkere ne jî bi girtî piştgiriyê nade Rûsyayê, NATO jî vî şerî li ser Ûkraynayê bi şêweyê şerê wekaletê dimeşîne.
PÊVAJOYÊN DÎROKÎ YÊN ŞER
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Komploya Navneteweyî û girîngiya têkoşîna azadiyê ya Kurd’ de şerên Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê bi sedemên destpêkirinê û encamên wê dinirxîne. Kalkan Şerê Cîhanê yê Yekemîn weke şerekî parvekirinê yê navbera yekdestên sermayeyê yên Îngilîz û Alman şîrove dike. Kalkan bal kişand ser hesabên rêveberiya Îttîhat û Terakkî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di gotareke xwe ya din de ya bi sernavê ‘Kolebûyînê bi jidestdana xweparastinê destpê kir’ hate weşandin, qala pêvajoyên dîrokî yên rûdana şer kir.
HÊLÎN UMÎT BAL KIŞAND SER FIRSENDÊN DÎROKÎ
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît jî di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Yê bi ser bikeve wê gelê Kurd û azadî be’ ragihand ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de têkoşîna azadiyê û gelê Kurd şensê wê yekê bi dest xistine ku sîstema modernîteya ekolojîk û demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê ava bikin, jin û gelê Kurd wê bi ser bikeve.
SABRÎ OK QALA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ KIR
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok jî di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Pêngava azadiyê divê bê mezinkirin û serxistin’ hate weşandin, bal kişand ser pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an hate destpêkirin. Sabrî Ok diyar kir ku divê pêngav bê mezinkirin û serxistin. Di nivîsê de ji pirsên li ser sedem û şêweyê komployê re bersiv hate dayin û hate ragihandin ku li dijî komployê ji bo serrxistina têkoşînê divê têkoşîna antîkapîtalîst a navneteweyî bê biserxistin.
DILZAR DÎLOK LI SER NEÇARIYA XWEPARASTINÊ NIVÎSÎ
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok jî bi sernavê ‘Eger tu dixwaze bijî û bibe mirov, xweparastin esas e’ gotarek li ser çareseriya yekane ya li dijî tundiyê nivîsî û hişmendiya xweparastinê ya li her qada jiyanê bi mînakên rojane nirxand. Dilzar Dîlok êrîşa li dijî jinê weke nuqteya herî bilind a hemû êrîşan şîrove kir û bal kişand ser pêwîstiya bi hêrsa li hemberî sîstemên paşverû yên li herêmê û sîstema modernîst kapîtalîst ku berpirsyarê tundiyê ne.
CEMAL ŞERÎK LI SER ÇAPEMENIYÊ Û ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYÊ NIVÎSÎ
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Çapemeniya azad bi mezinbûnê bersivê dide êrîşan’ diyar kir ku Rosîda Mêrdîn, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji pêşengên bijarte yên çapemeniya azad, di heman demê de pêşengên fikrê azad ê jinê, rizgariya gel û azadiya Kurdistanê ne.
Rênas Bêrîtan bi gotara xwe ya bi sernavê ‘Em asîmîlasyon û qirkirina fîzîkî-çandî rast fêhm bikin’, bal kişand ser asîmîlasyon û qikririna çandî ku weke ‘Komkujiya Spî’ tê pênasekirin.
Nivîsa dawî ya vê mehê ya rojnameya Serxwebûnê ya Pîroz Nûda ye. Nûda di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Ji bo hebûnê pêwîstî bi têkoşînê heye’, ragihand ku li Kurdistanê du xet hene; xeta welatparêziyê û xeta hevkarî û nokeriyê. Nûda diyar kir ku PDK a ku xeta duyemîn temsîl dike divê weke partiyeke Kurd, hêzeke Kurd êdî neyê dîtin; her kes li ber vê xeta xiyanetê rabe.