În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta li dijî projeya JES’ê di roja 194’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji MATUHAYDER’ê ji bo girtiyên jin banga azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkerên li HABAŞ’ê dest ji kar berdan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Fabian Molina: PKK’ê îradeyek mezin a siyasî raber kir, dor a dewleta Tirk e!
Rojane

Fabian Molina: PKK’ê îradeyek mezin a siyasî raber kir, dor a dewleta Tirk e!

Fabian Molina, biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiyê weke nîşaneya îradeya siyasî û berpirsyariya ji bo aştiyê pênase kir û got, "Dor a dewleta Tirk e. Ji bo serketina pêvajoyê sererastkirinên qanûnî şert e. Divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi pêşengiya Rêber Apo hat destpêkirin, didomin. Wekîlê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê li Parlamenta Federal û Endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina, têkildarê pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.

‘PKK’Ê ÎRADEYEKE MEZIN A SIYASÎ RABER KIR’

Fabian Molina, diyar kir ku biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişîna hemû hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê, dê tevkariyek mezin ji bo pêvajoyê çêke û got ku divê niha dewleta Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêje.

Molina got, “Ev biryar nîşanek xurt a dilsozî û îradeya siyasî ya Birêz Ocalan û PKK’ê ya di derbarê pêvajoya aştiyê de ye. PKK’ê berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe û niha dora dewleta Tirkiyeyê ye ku rageşiyê kêm bike û baweriyê ava bike.”

‘JI BO AŞTIYÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ ŞERT E’

Molina, destnîşan kir ku serketina pêvajoya aştiyê bi gavên siyasî û qanûnî yên ku dewleta Tirkiyeyê bavêje ve girêdayî ye û got, “Armanca pêvajoyê çareserkirina kêmasiyên demokratîk û misogerkirina mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd e. Lê belê, ji bo ku ev yek pêk were, divê dewlet garantiyên qanûnî pêk bîne.”

Molina, bal kişand ser bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn jî û got, “Divê pêşniyara aştiyê ya Birêz Ocalan û tevgera Kurd bi rengekî cidî were destgirtin.”

‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN TAVILÊ BÊ BERDAN’

Molina, diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî Rêber Apo hê li Îmraliyê tê ragirtin û got tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan e. Molina got, “Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî vê yekê nîşan didin. Divê dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafê mirovan bide.  Divê Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî tavilê werin berdan.”

‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ MUXALEFETÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Fabian Molina, da xuyakirin ku êrîşên hikûmetê yên li ser muxalefetê, bi taybetî CHP’ê, “stratejiyeke parçekirinê” pêk tînin. Molina got, “Ew dixwazin rê li ber yekbûna muxalefetê bigirin. Lê belê, pir girîng e ku hemû hêzên ku ji bo demokrasî, mafên mirovan û aştiyê dixebitin, neyên parçekirin.”

‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSIYARIYÊ BIGRE’

Molina, anî ziman ku divê civaka navneteweyî di çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk de roleke çalak bilîze û got, “Aştî û aramiya li Tirkiyeyê di berjewendiya tevahiya herêmê de ye. Divê welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê bidin aştî, serweriya hiqûqê û demokrasiyê. Divê civaka navneteweyî di vê pêvajoyê de israr bike û zextê li ser Tirkiyeyê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin
Nûçeya Pişt re Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîmen Şine: Bi rêxistinbûnê wê jin hesab ji mêr ê hegemon bipirsin

Çîmen Şine got, "Jin bi bandora 'Jin, Jiyan, Azadî' veguherîn pêlek ji milyonan û rêxistiniya…

Ji aliyê Stêrk TV

Muzîka Kurdî li benda xwedîderketinê ye

Lêkolîner Zeynep Yaş diyar kir ku pêwîstiya xezîneya muzîka Kurdî bi berhevkar, arşîvkar, lêkolîner û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê Zuhêr Ubeyd bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Zuhêr Ferec El Ubeyd bi girseyî hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Gimgimê nobeta li dijî projeya JES’ê di roja 194’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê ji MATUHAYDER’ê ji bo girtiyên jin banga azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên nexweş berdin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?