Rojnameyê bi wesîleya ’25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê’ cih da mijarên; rêbazên şer ên li dijî jinê, guherîna civakî ya ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd afirandiye, krîza ekolojîk û zayendperestiya civakî û weke jiyaneke alternatîf a li dijî çanda tundiyê Jinwar.
MEYÎNA ŞOREŞEKE CIVAKÎ
Di nivîsa Fatma Adir de ku di rojnameyê weke manşet hate weşandin, veguherîna civakî hate nirxandin ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinan a Kurd ve hatiye afirandin. Fatma Adir di nîvîsa xwe de got: “Ya ku guherîna di nava civaka Kurd de diyar kir, têkoşîna jinan e. Hêmana ku jê re dibêjin şoreşa jinan bi guherîn û veguherîna di nava civakê de bû yek.”
ŞERÊ LI DIJÎ JINAN Û STRATEJIYA RAST
Ji nivîskara rojnameyê Rûşen Samsat jî di nivîsa xwe de bal kişand ser Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku ne tenê şerê di navbera hêzên emperyalîst de ye; herî zêde şerê li dijî jin, zarok, xweza û civakan e. Her wiha dubare Samsat bal kişand ser rê û rêbazên têkoşîna tevgerên jinan û got: “Li dijî êrîşan di serî de ‘doktrîneke xweparastinê’ divê li hemû qadên civakî xebatên ku hebûna jinan, zanebûna jinan, formên birêxistinbûnê bi programeke ve girê bidin, werin afirandin.”
TUNDIYA CUREKIRÎ Û ZIRAVKIRÎ
Di beşa dosyayê de ku ji belgeya ‘Şoreşa Jinan’ a PAJK’ê hatiye amadekirin, mijara rêbazên tundiya cudakirî û ziravkirî ya di sedsala 21’emîn de hate nirxandin. Mijarên weke objekirina bi rêya moda û kozmetîkê, sektorbûna pornografiyê û qedexeyên kurtajê hatin nirxandin.
NÊRÎNA WELATÊ JINAN YA JI HUNDIR
Hêja Zerya jî di gotara xwe de cih da Gundê Jinwar ê di Mijdara 2018’an de weke qada jiyana azad deriyên xwe ji jinan re vekirî. Hêja Zerya bal kişand ku Gundê Jinwar armanc dike li dijî îstîsmara ked û laşî ya pergala serwer a mêran û têkoşîna li dijî jiyana tije tundî û di avakirina jiyana azad de bibe pirek.
ÇÎROKA DENIZ
Rojnameyê di hejmara xwe ya nû de cih da çîroka Deniz ya ku di 5 saliya xwe de bi destdirêjiyê re rû bi rû dimîne, dibe şahidê qetilkirina meta xwe ku ev yek di bin navê ‘’namûsê’’ de pêk tê, piştre bi tundiya dewleta mêr nas dike û herî dawiyê jî di encama lêgerînên xwepeydakirinê de berê xwe dide çiyayan. Çîroka Deniz ji aliyê Viyan Leyla ve hate nivîsandin.
RÊYA BER BI AZADIYA JINAN Û AZADIYA XWEZAYÊ VE DIÇE
Guler Yildiz jî di navbera krîza ekolojîk û zayendperestiya civakî de girêdanek çêkir û li ser mijara her cure tundiya li ser ekofemînîzm, jinan û xwezayê sekinî û di nivîsa xwe de nîşan dide ku Jineolojiyê modela ‘’jiyana azad’’ derxistiye holê.
CIWANTÎ Û ROLA JINAN
Di beşa Kurdî de Dengîr Guneş mijara rola jin û ciwanan ya di felsefeya avabûna Tevgera Azadiya Kurd de nirxand. Pêşengtiya jinan ya di şoreşa civakî ya ciwantiya Kurdistanê de hate qalkirin û Guneş diyar kir ku ‘di şoreşa civakî de çavkaniya serkeftinê jin û ciwanti ye.’’
TUNDIYA BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
Ji nivîskarên Rojnameyê Roza Metîna jî têkildarî poltîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi Parlamentera DEM Paertiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin re axivî. Oznûr Bartin di axaftina xwe de da zanîn ku kiryarên weke fuhûş û şebekeyên tiryakê yên li Colemêrgê derketine holê, nabe ku ji siyaseta tunekirinê cuda werin nirxandin.
ANALÎZA YASAYA IRAQÊ
Bêrîtan Zagos jî di nîvîsa xwe de li ser pêşniyara yasayê ya ku di Parlamentoya Iraqê de anîn rojevê ya temenê zewacê dadixîne 9 saliyê, rê li ber pirhevjîniyê vedike û mafê jinan ê perwerdeyê asteng dike. Eylem Şoreş jî têkildarî kampanyaya rêxistina jinên Êzidî TAJÊ’yê ya li dijî tundiyê nivîsand.
JI MIZGÎN RONAK ‘ÇÎROKA HELBESTA XEYDOK’
Nivîskar Mizgîn Ronak jî ji bo Newaya Jin kurteçîrokek nivîsand. Ronak di kurteçîroka xwe de li ser hestên jineke girtî ya piştî 12 salan neçar dimîne bi rêya rîngê were bajarê lê ji dayik dibe, vedibêje.
KAKTÛS: BEDEWIYA PANDEMÎK!
Beşa rojnameyê ya bi navê Kaktûs jî li ser rojeva 252ê Mijdarê disekine. Kaktûs feraseta pergalê ya bedewiyê rexne dike û pirsên weke ‘’Xweneecibandina ku weke pandemiyekeê belav dibe, ji ku tê? Ev pîvanên ku jinan teşwîq dike ku hema bibêje hemû detayên laşê xwe xwe biguherîne û bike ‘keseke din a pir cuda’ ji aliyê kê ve tên afirandin?’’ derdikeve pêş.
Di beşa portreyê de jî Berjîn Tekoşer li ser jiyana têkoşînê ya yek ji pêşenga Tevgera Jinan a Kurd Şîlan Kobanê ku di 29’ê Mijdara 20042an de di encama êrîşekê de hate qetilkirin, ya Fîdan Yildirim û ya yek ji pêşenga Tevgera Jinan a Îranê Mohtaram Eskandarî disekine.