Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, îlana agirbestê ya PKK’ê, gavên divê bêne avêtin û mijarên têkildarî vê yekê nirxand. Çend ji xalên sereke yên nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ne:
“Beriya her tiştî bi navê hemû milîtanên PKK û PAJK’ê hezkirin, hesret û hurmeta xwe ji Rêber Apo re pêşkêş dikim. Bi banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo re me dest bi serdemeke nû kirine. Di daxuyaniya PKK’ê de helwesta me ya li pêşberî vê banga Rêber Apo bi şênberî hate destnîşankirin. Me banga Rêber Apo weke ‘manîfestoya serdemê’ pênase kir; yanî weke manîfestoyekê nirxand. Niha hinek nîqaş hene: Weke ku ev bang ji nişka ve hatiye kirin, ya jî qaşo di encama hevdîtinên sala dawî ya heyet û rayedarên dewletê ya bi Rêber Apo re yên li Îmraliyê ‘hatiye amadekirin’, atmosfereke tê afirandin.
Beriya her tiştî dixwazim vê yekê bibêjim. Ev nêzîkatî teqez şaş e û hewldana berevajîkirina rastiyê ye. Em vê yekê baş zanin, paradîgmayeke Rêber Apo heye, pêvajoyek heye ku bi salan e li ser dixebite û dixwaze bi pêş ve bibe. Lewma tişta ku em jê re ‘manîfestoya serdemê’ dibêjin, di rastiyê de şênberkirina paradîgmaya ‘civaka demokratîk’ e ku Rêber Apo bi taybetî piştî komploya navneteweyî danî holê. Girîng dibînim ku ev yek bê dîtin. Belê, bangeke kurt bû, rûpelek bû lê belê weke ku hinek analîzvanan gotin, hatibû ‘krîstalîzekirin’, kurteberiya fikrên wî yên şênber bû.
PKK’ê bi têkoşîna xwe ya ji 50 salî pirsgirêka Kurd, hebûn û pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd raxist pêş çavan. Kir ku gel têbikoşe. Êdî zemîneke welê afirî ku ev yek bi amûrên li derveyî çekê jî bê kirin. Ji niha û pê ve bêguman divê giranî ji vê yekê re bê dayin.
Hûn ê bibêjin, baş e çima ewqasî dirêj kir? Di vê mijarê de li gel hebûna pirsgirêkên me yên ‘guherîn û veguherînê’, bi taybetî zext, êrîş, hewldanên sabotajê, tevdanên ji derve li pêşiya pêkhatina ‘guherîn û veguherînê’ bûn asteng. Ji ber vê jî Rêber Apo hem bûyerên li herêmê şopand, nirxand hem jî dît ku bi banga Devlet Bahçelî li Tirkiyeyê rojevek afirî, deriyek vebû. Rêber Apo ev firsend nirxand. Weke her carê me jî rast dît ku di vê çarçoveya ji aiyê Rêbertî ve hatiye destnîşankirin tevbigerin. Weke PKK nêzîkatiya me di vê çarçoveyê de ye.
Eger em mijarê şênber bikin; pirsgirêkên me yên veguherînê hene, ku em ji vê re îqna ne. Ev yek ji bilî zexta li ser me, rastiyek e. Yanî eger em diwazin têkoşîna hebûnê û azadiyê ya gelê Kurd bigihînin çareseriyeke mayinde, her wiha di têkoşîna sosyalîzmê de alternatîfeke nû pêşkêşî gelan bike, em vê guherînê ji bo xwe weke pêwîstiyekê dibînin. Karê destpêkê yê sereke ev e.
Gef, zext û hwd. hewldanên ji eniya desthilatdariyê têne kirin ku gefê dixwe, ne rastiyeke welê ye ku karibe me bixe nav. Cewhera meseleyê sîstema ji wan nirxan e ku em baweriya xwe pêk tînin. Lewma berrsiva ku me dan bangê rastiyeke bi vî rengî bû, bingeheke bi vî rengî afirand.
Lingê din ê vê yekê jî; belê ev bang li PKK’ê hate kirin. Ji ber vê jî hin derdora radibin dibêjin, ‘Berê bangeke bi vî rengî kir, lîderê PKK’ê bangeke bi vî rengî kir lê belê têkildarî pirsgirêkên li Tirkikyeyê, êrîşên dîktatoriya desthilatdariya heyî, êrîşên yekperestiya heyî, kiryarên antî demokratîk, qeyûm, girtin û zextê tiştek nîne. Çima tiştekî bi vî rengî nebû?’ Ji ber ku ev bang ji bo PKK’ê bû. Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkmirin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye.
DIVÊ EM BI RÊBER APO RE DI NAVA TÊKILIYÊ DE BIN
Ya duyemîn jî; em bi çi rengî nêzî vê bangê dibin? Navê xwe li ser e; bang. Niha atmosfereke bi vî rengî tê afirandin. Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo weke ku bi bangê re her tişt bû û qediya. Lê belê ev yek bangeke ji bo civaka demokratîk û aştiyê ye. Beriya her tiştî divê bang bê qebûlkirin, bê diyarkirin ku tu yê li gorî vê bangê bixebite, têbikoşe û xwe bi rêk û pêk bike. Di vê mijarê de weke PKK’ê me ev îrade nîşan dan.
Yanî li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê xwe em ê xwe biguherînin. Li ser vê bingehê em ê biryaran werbigirin; me got, em di nava biryardariyeke bi vî rengî de ne. Lê belê em bi rewşeke bi vî rengî re rû bi rû ne. Rêberê me 26 sal in di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de ye.
Di hin demên gelekî bisînor de me karîbû têkiliyê bi Rêber Apo re dînin. Ev têkilî jî têkiliyeke yekser nebû. Weke ku tê zanîn, parêznameyên Rêber Apo gihîştin me, civakê, mirovahiyê. Me sûd ji wê derê wergirt. Dem bi dem hevdîtinên hin heyetan pê re çêbûn, destpêkê hevdîtinên parêzeran pêk dihatin. Pêvajoyek hebû ku bi wê re dimeşiya. Bêguman rê li ber tiştekî bi vî rengî vekir. Divê her kes vê rast fêhm bike.
Ji bo em karibin pêvajoya guherîn û veguherînê ya ku Rêberê me daniye pêşiya me fêhm bikin, divê em bi Rêber Apo re di nava têkiliyê de bin. Yanî bi nirxandin û fikrê, ‘gelo Rêber Apo çi bibêje’, em nikarin bigihêjin encamê. Belê em tevgereke Rêbertî ne. Hevalên me hemûyan ev yek anîn ziman. Herî dawî hevalê Karasû di bernameyekê de bi şênberî anî ziman. ‘Em dilsozê Rêbertî ne û me her tim jê bawer kir. Çarçoveya ku Rêbertî danî holê ti carî em şaş nekir. Em ji vê bawer dikin. Li gorî vê dijîn’. Ne tenê em, gelê me jî bi vî rengî nêzîk dibe.
Bala xwe bidin ser; di hevpeyvînên li qadan de fikar bi her kesî re heye. Ya rast, baweriya xwe bi dewleta heyî nîne. Li gel vê yekê jî çima gelê Kurd helwesteke welê nîşan nade ku pêvajoyê paşve bibe? Ji ber ku ji Rêberê xwe, ji gelê xwe, ji tevgera xwe bawer dike. Rastiya me jî bi vî rengî ye. Belê, em hewl didin Rêber Apo fêhm bikin, em Rêberê xwe baş nas dikin. Ji xwe tê gotin, em ji nêrîna Rêberê xwe fêhm dikin. Em tevgereke bi vî rengî ne. Ev rastiyek e. Lê belê ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me bi têrkerî bê fêhmkirin, pêwîstiya me teqez bi wê yekê heye ku pê re di nava têkiliyê de bin. Divê ev yek bê zanîn.
Yên ku vê yekê weke şertekî dinirxînin, ew derdor in ku cidiyeta vî karî fêhm nakin, ne xwedî berpirsyariyê ne. Yanî rastiya pirsgirêka Kurd fêhm nakin. Li pey berjewendiyên rojane dikevin û hesabê ranta xwe dikin.
ŞERT E KU HÎMÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ YÊN PÊVAJOYÊ BÊNE DANÎN
Di daxuyaniya me ya 1’ê Adarê de çarçoveyeke şênber heye. Hinek hene ku naxwazin vê bibînin, nîqaş bikin. Bala xwe bidin ser; piştî ku bang kete rojevê medyaya şerê taybet hewl da mijarê bike rojeva magazînê. Gotin, wê bi dîmen be yan na, wê bi filan rengî be yan na?… Yanî gelekî hewl dan cewhera mijarê binixumînin. Çarçoveyek heye ku piştî hevdîtina Rêber Apo ya bi Omer Ocalan re diyar bû.
Me ev yek dît. Rêber Apo ji Omer Ocalan re, yanî ji biraziyê re çi got? Got, ‘Hêza min heye ku pêvajoyê ji şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Got, ‘Hêza min têra vê dike’.
Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe Rêber Apo soza xwe bi cih anî, îradeya xwe nîşan da. Li gel şert û mercên tecrîdê jî bi tena serê xwe kete dewrê. Lê belê yên ku bêne kirin jî hene. Yek ji van jî weke ku min beriya niha got, amadekirina zemîna siyasî û hiqûqî ya vê yekê ye. Bi vî rengî nabe. Lîderekî siyasî rabû, bang kir, hinek ketin dewrê, hin hevdîtin hatin kirin, pêvajo bi vî rengî dimeşe. Garantiya vê yekê nîne. Garantî nîne ku sibe ji vê yekê venegerin. Pêvajo bi gotina kesekî ve nameşe. Divê her kes bi vê zanibe. Lewma şert e ku hîmên wê yên siyasî û hiqûqî bêne afirandin. Ev aliyekî gelekî girîng e.
EM DIXWAZIN KU RÊBERTÎ JI ÎMRALIYÊ DERKEVE
Yanî divê Rêber Apo xwedî derfetên azad ên kar be. Madem cihê wê hatiye, dixwazim vê yekê jî bibêjim. Rêbertî li Îmraliyê ye; hewl didin nîqaşên li ser Îmraliyê bigirin. Lê belê em nikarin sîstema Îmraliyê qebûl bikin. Yanî niha Rêberê me bang kir, PKK’ê jî bersiva erênî da vê yekê. Diviyabû şert û mercên li wê derê yekser bihatina guhertin; di cih de diviyabû bihatina guhertin. Lê belê hîn jî çûn û hatina wê derê bi destûra Wezareta Edaletê ve girêdayî ye. Şert û mercên kar bi vî rengî nabe. Lewma em dixwazin sîstema Îmraliyê ji hev bê belavkirin. Em dixwazin Îmrali bê hilweşandin. Ji vê jî wêdetir; em dixwazin Rêbertî ji Îmraliyê derkeve.
Beriya niha min hewl da bînim ziman; beriya her tiştî divê şert û mercên têkilîdanîna bi Rêbertî re bêne afirandin. Naxwe, belê em bi dilsoziyê dimeşin lê belê ji bo em karibin Rêbertî fêhm bikin, îqna bibin divê şert û merc bêne afirandin ku em têkiliyê bi Rêbertî re dînin. Wekî din, belê, PKK wê kongreya xwe bicivîne, biryarên cuda werbigire, bê gel hev lê belê eger fêhm neke wê çawa nîqaş bike? Lewma pêwîstî teqez bi tiştekî bi vî rengî heye.
Wekî din me mijara ewlekariyê beriya niha anîbûn ziman. Me agirbest bi rengekî yekalî ragihand. Yanî eniya muxalefetê ya li Tirkiyeyê vê mijarê sor dike, bi gotina ‘Gelo di bin de tiştek heye, gelo li hev kirine?’ tevdide. Ji bo bersiveke bi wate ji banga Rêberê xwe re bidin me agirbest ragihand. Ji bo pêwîstiyên vê bangê bi cih bêne anîn me agirbest ragihand.
Rojeveke Tirkiyeyê ya ku bi şert û mercên şerê giran bê sorkirin, nikare mijarê bi rengekî erênî nîqaş bike. Bifikirin; her roj wê cenazeyên gerîla biçin Kurdistanê, her roj wê cenazeyên leşkeran biçin Tirkiyeyê. Di rewşeke bi vî rengî de civak wê vê yekê çawa fêhm bike? Nikare bi erênî nîqaş bike. Ji ber ku pirsgirêkeke giran e. Mesele bi xwe gelekî giran e.
Ji ber vê jî hûn çi navî lê dikin bikin, dixwazin jê re bibêjin agirbest, bibêjin rawestandina şer, jê re bibêjin bêdengkirina çekan; lê belê ji bo pêvajo bimeşe, PKK karibe xwe fesih bike û dest ji çekan berde, diviyabû ku asteke bi vî rengî hebe ku gav bê avêtin. Wekî din her tişt gotin e.
BANG NÎŞAN DIDE KU PKK DI POZÎSYONEKE XURT DE YE
Bangê bandoreke mezin kir. Ya rast, ev rewş asta bandorê ya rastiya Rêbertî nîşan dide. Ji gelek welatên cîhanê daxuyanî hatin dayin. Dewletan daxuyanî dan. Çînê bi xwe jî daxuyanî da. Ji rewşenbîran, nivîskaran, entellektuelan, derdorên çep-sosyalîst-demokratîk helwesteke gelekî erênî hate nîşandan. Di heman demê de daxuyaniya 1’ê Adarê ya PKK’ê jî bi heman rengî hate pêşwazîkirin. Ev yek jî hêza bandorê ya PKK’ê nîşan dide. Divê bersiva li vê bangê û banga vê bangê baş bê dîtin. Ji bo fêhmmkirina PKK’ê, ji bo fêhmkirina rastiya Rêbertî, ji bo fêhmkirina asta PKK’ê divê atmosfera ku vê bangê afirandiye baş bê nirxandin.
Ez dixwazim beriya her tiştî ji rayedaran re vê bibêjim. Bila kes xwe nexapîne. Kes nebêje Rêbertî, PKK di demeke lawaz de ye ku gaveke bi vî rengî diavêje. Berevajî vê yekê bandora vê bangê nîşan dide ku çiqasî xurt e û bandorê li gelan, civakan, cîhanê û herêmê dike.”