Sêşem, 3 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşî gundiyên li dijî projeya GES’ê derdetin kirin: 16 kes hat binçav kirin, 4 kes birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdanên Heyeta Îmraliyê yên li girtîgehan: Dixwazin di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Li Girtîgeha Zarokan a Hatayê binpêkirinên giran hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Çareserî di avakirina Komara Îranê ya Demokratîk de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hejmara girtiyan bû 30

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê serdana Fîgen Yuksekdag kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 957’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê hinardekirina neftê rawestiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê qetilkirina Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê 8’ê Adarê li qadan têkoşîna li dijî tundiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya jinan mezintir bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nirxandina Birêz Ocalan a têkildarî jinê işaretê bi qutbûneke dîrokî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hêlîn Ûmît: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn nebe, zemînek bo aştiyê nayê avakirin
Rojane

Hêlîn Ûmît: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn nebe, zemînek bo aştiyê nayê avakirin

Hêlîn Ûmît, di salvegera 13’emîn a qirkirina Parîsê de bal kişand ser “mekanîzma darbeyê” û anî ziman ku aşîtî tenê bi rastiyan re hevrûbûnê dikare were avakirin û êrîşên li Helebê wekî “siyaseta bêkurdkirin û guhertina demografîk” binav kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Ûmît di hevpeyvîneke taybet a digel televîzyona Medya Haberê de, dersên ku di 13’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatine derxistin, plana piştê yên êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û xwepêşandanên li Îranê nirxand.

 

Hêlîn Ûmît, bi silavkirina Rêber Apo, gelê Kurd, jinan û temaşevanan dest bi hevpeyvîna xwe kir û bi wesîleya sala nû hêviyên xwe yên demokrasî û aştiyê dubare kir. Ziyad Helep û hevrêyên wî yên ku li Helebê şehîd bibûn bi bîr anî û soza ku daye hemû şehîdan dubare kir.

Hêlîn Ûmît, diyar kir ku komkujiya Parîsê di têkoşîna azadiya Kurdan de cihekî taybet digire û bal kişand ser çalakiyên bîranînê yên ku li Ewropa û li her derê ku Kurd lê dijîn hatin lidarxistin û li ser navê Tevgera Jinan spasiya beşdaran kir. Hêlîn Ûmît, diyar kir ku li dora şehîdan kombûn, şehîdan nemir dike û wateya têkoşînê xurtir dike.

Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku komkujiya Parîsê ne tesadufî bû û hedefgirtina sê jinên pêşeng li Fransa li welatekî di dilê Ewropayê de ku bi gotinên xwe yên azadiyê tê nasîn, êrîşeke bi zanebûn û pirarmanc bû. Hêlîn Ûmît, da zanîn ku komkujî di demekê de ku nîqaşên li ser aştî û çareseriyê çêdibûn de pêk hatiye û destnîşan kir ku îro jî pêvajoyek bi vî rengî heye. Hêlîn Ûmît, anî ziman ku Rêber Apo qetilkirina Sara wekî ‘komkujiya duyemîn a Dersimê’ binav kiriye û got ku ev hewldan li hember pêvajoya aştiyê weke derbeye.

Hêlîn Ûmît, diyar kir ku hevrê Sara yek ji pêşengên ku baweriya wê bi aştiyê mezin bû, ji bo wê kedek mezin raber dikir û got ku hevrê Sara di nava şert û mercên şer ên giran de jî qet baweriya xwe bi jiyana hevpar a gelan winda nekir. Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku armanca komkujiya Parîsê xeta azadiya jinan û perspektîfa aştiyê ya girêdayî Rêbertî hedef girtin bû. Hêlîn Ûmît, da zanîn ku aştî ji şer zehmetir e û got ku ji bo vê hişmendî û berpirsiyariyek cidî hewce dike.

BI HEQÎQETAN RE HEVRÛBÛN Û KOMKUJIYA PARÎSÊ YA DUYEM

Hêlîn Ûmît, behsa komkujiya duyemîn a Parîsê kir û got ku aştiya rastîn bêyî hevrûbûna bi heqîqetê re ne mimkun e. Hêlîn Ûmît, da xuyakirin ku sûcdar û têkiliyên îstîxbaratê yên komkujiya Parîsê hatine eşkerekirin, lê tevî vê hewl tê dayîn ku bê veşartin. Hêlîn Ûmît, anî ziman ku aştiyek rastîn a Tirk-Kurd tenê bi qebûlkirina rastiyê, hevrûbûnê û samîmiyetê dikare were bidestxistin û got ku berevajî vê bawerî di navbera gelan de nikare pêş bikeve.

Hêlîn Ûmît, diyar kir ku Kurd û hemû komên civakî yên ku dixwazin bi azadî bijîn, divê li her derê li ser bingeha xweparastinê xwe birêxistin bikin û rave kir ku xweparastin ne tenê têkoşîna çekdarî ye, di heman demê de rêxistinek bihêz û pergalek jiyanê ye ku dikare xwe biparêze. Hêlîn Ûmît, dibêje ku komkujiya Parîsê di vî warî de dersên cidî vedihewîne û got ku divê kêmasiyên wê bi xwe rexnekirinê bê derbaskirin.

Hêlîn Ûmît, behsa rola pêşeng a hevrê Sara di têkoşîna azadiya jinê de kir û got, “Hevrê Sara temsîla tevgera azadiya jinan bû; ku wê têkoşînên yekem li dijî serdestiya mêr û qalibên kevneşopî yên jinan meşand. Hevrê Sara hem di têkoşînên civakî de û hem jî di têkoşîna xwe de kesayetek mînak bû, bi berxwedan, rêxistin û şerkirinê serketinê hînê jinan dikir. Ez hevrê Sara bi hurmetî, hezkirin û hesret bi bîr tînim.”

2026 SALA ÇARENÛSÊ YE

Hêlîn Ûmît, sala 2026’an wekî “sala çarenûsê” bi nav kir û got ku Kurdan di çaryeka yekem a sedsala 21’an serdema têkoşîneke dijwar li dijî Komploya Navneteweyî meşandine. Hêlîn Ûmît, da zanîn ku tevî planên qirkirin û înkarê, gelê Kurd hebûna xwe parast, daxwazên wan hat dîtin û nasnameyek navneteweyî bi dest xistin.

Hêlîn Ûmît, diyar kir ku guhertina paradîgmatîk a Rêber Apo, Kurdan ji sînorên netew-dewlet derxist ber bi têgeha “neteweya demokratîk” ve bir. Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku netew-dewlet di rastiyê de amûrek îstismarkirinê ye ku li ser sermayeyê disekine û li dijî azadiya gelan e û got ku veguherîna di nav PKK’ê de li ser bingeha vê têgihîştinê pêk hatiye.

Hêlîn Ûmît, sala 2026’an wekî sala têkoşîn, rêxistin û azadiyê ji bo gelan, jinan û Kurdan bi nav kir û diyar kir ku paradîgmaya neteweya demokratîk hêvî û alternatîfek pêşkêş dike.

ÊRÎŞÊN LI HELEBÊ BI ZÎHNIYETA DAÎŞ’Ê HAT KIRIN

Hêlîn Ûmît, êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên li Helebê wekî nîşanek ji zihniyeta DAÎŞ’ê bi nav kir û got ku armanca van êrîşan rûmet û kevneşopiya berxwedanê ya gelê Kurd bû. Hêlîn Ûmît şehîd Ziyad Heleb û hevrêyîn wî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî û got, “Wekî ewladê wê herêmê bi rastî bi israr li ber xwe da. Ne tenê rûmeta civaka Kurd, ya tevahiya mirovahiyê temsîl kir. Ez hevrêyên wî Denîz, Hawar, Faraşîn, Dilbirîn û Rojbîn bi hurmetî bibîr tînim.”

Hêlîn Ûmît, diyar kir ku ew hewl didin bûyera li Helebê hatiye jiyîn fêm bikin û got ku êrîş ne tenê bûyerek herêmî bûn, bi têkiliyên dewleta Tirk û rejîma Şamê hatine kirin. Hêlîn Ûmît, da zanîn ku armanca van êrîşan lawazkirina Kurdan û pêkanîna polîtîkayek ji bo bêKurdbûnê ye. Hêlîn Ûmît, hovîtiya li dijî şervana jin a li Helebê wekî kiryarek nemirovane bi nav kir û got ku ev yek di nav civaka Kurd de bûye sedema hêrsek mezin.

Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku êrîşan ruhê neteweyî di nav gelê Kurd de xurt kiriye, Kurdên li Başûr, Bakur, Rojava û Ewropayê bertek nîşan dane û ev ruh peyamek ji aliyê din re şandiye. Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku tiştê li Helebê qewimî ne tenê êrîşek li ser Kurdan e, di heman demê de êrîşek li ser gelên cîhanê ye û berxwedanê silav kir.

XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ

Hêlîn Ûmît, diyar kir ku ew xwepêşandanên li Îranê girîng dibîne û destnîşan kir ku bi mîlyonan kes bi daxwazên demokratîk derketine kolanan. Hêlîn Ûmît, da zanîn ku ji ber rejîma Îranê naxwaze guhertin û veguherînê pêk bîne nakokiyên civakî girantir dibin. Hêlîn Ûmît, da xuyakirin ku her çend hêzên derve bandor bikin jî dînamîka esasî jin, ciwan û gel bi xwe ye.

Hêlîn Ûmît, anî ziman ku Îran bi kevneşopiya xwe ya dîrokî ya cihêreng û komên etnîkî û olî yên cuda, ji ber şêwaza jiyana zordar a ku ji hêla rejîma heyî ve tê ferzkirin, bi civaka xwe re di nav aloziyek cidî de. Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku li Îranê demokratîkbûn û avakirina pergalek azad û demokratîk a ku ji hêla gel ve tê rêvebirin hewce ye.

MITÎNGA AZADÎ JI BO RÊBER APO

Hêlîn Ûmît, destnîşan kir ku di vê serdema komkujî û êrîşên dijwar de, ji bo nîşandana hevgirtina civaka Kurd bi Rêber Apo re, pêwîstiya mîtîngek mezin heye û got ji bo vê ew bang li hemû gelên Kurdistanê, bi taybetî gelê Amed û her kesê ku xwedî derfet e kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Hêlîn Ûmît, anî ziman ku civaka Kurd di her şert û mercê de li ber xwe daye û têkoşîn meşandiye û got, “Ev mîtîng dê hem ji bo şehîdên Helebê û hem jî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, gavek girîng be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşên li ser Helebê di rojeva hikûmeta Spanyayê de ne
Nûçeya Pişt re Rêber Apo: Yekîtiya demokratîk, têgihiştina yekîtiyeke dildarî û pirrengiyê ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nexweşxaneya Miştenûr bi beşên nû dest bi xizmetê kir

Nexweşxaneya Miştenûr a ku bibû hedefa êrîşan, di demeke kin de hat ser hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hatiye derbaskirin

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, piştî merasîma şewitandina çekan a koma PKK’ê daxuyanî da û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li dijî desteserkirina vînê: Em dest ji vîna xwe bernadin

Nobeta li Stenbolê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 21’an de ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump rexne li Brîtanyayê kir û ferman qutkirina bazirganiyê bi Spanyayê re da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 957’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Başûrê Kurdistanê hinardekirina neftê rawestiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?