Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî “Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan” [6]
1–î Marsî 2021
Dû kesyan bo maweyekî ziyatir le Bexda demênnewe, lewane Îrecî Keşkolî û Mueyîdzade diyar e ewan le rûdawêkî naxwasteş da le Bekreco her dûkyan birîndar debin ke duwaye dekrê bêynewe serî. Her çonêk bê deçne wilatanî Xelîc û bo numûne kesêkî wekû Kurişî Laşayî ke tebîbêk bûwe deçê le fabrîkêkî asin tuwandnewe kar deka yan yekî dîkeyan Îrecî Keşkolî wek şofêrî kamîyonêt kar deka û îdî lewêwe yek yek û dû dû degerênewe bo naw Iran û yekî dîkeyan ‘Elî Sadiqî ke le nêw Kurdan da be kak Îbrahîm benawbange be daxewe dû sê sal lewepêş le serewey 80salî le wilatî Swêd koçî duwayî kird. Ew be rêgey Efxanistan da deyewê bigerêtewe Iran ke lewê le ser sinûr degîrê û takû rûxanî rêjîmî şa ew le zîndan da demênêtewe. Yanî detuwanîn bilêyn ew pêwendîyaney ke le wilatanî Xelîcîş heyan bûwe zoryan be yarmetî Kurdekanî wê bûwe be taybetîş be pêy amojgarî û rênwênî rehmetî Celal Talebanî.
Xakî: Kak Hesen ew dewrey ke Sazmanî Înqîlabî dê bo Kurdistan le pêwendî legel bizûtnewey salekanî 46û47,ew dewre Hîzbî Dêmokrat legel qeyran û buhranêk rûberû bûwe ewan çon tuwanîwyane legel cenahêk le naw Hîzbî Dêmokrat ke hêşta ciya nebûnetewe pêwendî bigrin. Aya be hoy bîrubawerî muşterek bûwe, hawbeş bûwe ya eto boxot fermût ew deme legel kak Simayîl bûy le Qeladizê ewan bîrubawerêkyan bû le barî îdêolojîyewe bo ew boçûne?
Qazî: Belê ewe zor zor pirsyarêkî be cêye be rastî. Wekû basim kird pêştir, emin pêm waye wextêk ke hereketî çekdarî salî 46-47dest pê deka û zorbey têkoşeran degwêznewe Rojhelatî Kurdistan rêberayetî ew bizûtneweye le barî siyasîyewe hêşta formêkî yekdest û rêk û pêkî peyda nekrid bû. Çunkû le layek Simyîlî Şerîfzade pêwendî hebûwe legel Kurişî Laşayî û Sazmanî Înqîlabî, le layekî dîke Komîtey Şorişgêr ke duwatir rehmetî şehîd Suleymanî Mu’înîş pêy peywest debê, bo wêne Suleymanî Mu’înî û Hemedemînî Sîracî û ewane dêne Bexda û kak Kerîmî Hîsamî le Urûpa ra degerêtewe, duwaye carêkî dîke Dr. Qasimlû legel Dr. Reza Radmenêş debîrî ewelî Hîzbî Tûdey Iran cawyan pêk dekewê, yanî tesewrî eweyan hebûwe ke bituwanin le rêgay Hîzbî Tûdeş ra yarmetî werbigrin. Yanî eger be giştî temaşay bikeyn ewane bot derdexa ke ew Komîtey Şorişgêre yekdest û yek reng û yek fikir nebûwe.
Xoy sax nekirdbûwewe. Çunkû ewe le raportekey Laşayîş ra derdekewê û her weha le bîrewerîyekanî rehmetî Kerîmî Hîsamîş der dekewê bo wêne Kerîmî Hîsamî Leber ewey le rûy rêbazî fikrîyewe bawerî hebûwe, be Îtîhadî Şûrrewî û siyasetî cîhanî Yekêtî Şûrewî zor be tundî dujî ewe bûwe ke ewan pêwendî biken legel Sazmanî Inqîlabî û tenanet rexne le kak Hemedemînî Sîracî degrê Ke boçî legel eweş ke le kobûnewey Bexda qeraryan dawe ke pêwendî nekenewe legel Sazmanî Inqîlabî belam kak Hemedemîn carêkî dîke danîştûwetewe legel Kurişî Laşayî.
Ew meseleyeş zor aşkiraye ke dew serûbende da Hîzbî Dêmokratî Kurdistan dabir dabir bûwe, bo nimûne le hereketî 46–47 da têkoşerêkî gewre wek mela Aware beşdar bûwe ke xoy layek bûwe, u têkoşerêkê gewrey wekû Qadir Şerîf û ewane layek bûn, le pêşda Komîtey Saxkerewe hebûwe, duwaye Simayîl û Hemedemîn û ewane duwatir peywest bûn be Hîzbî Dêmokrat, yan bo numûne Suleyman û ‘Ebdolay Mu’înî helbijêrdirawî kongrey dûwem bûn yanî dekrê bilêyn ewe raste komîteke nêwî Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî lê nirawe belam yekdest nebûwe çunkû beşêkî dîke le kadrekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan ke le kongirey dûş helbijêrdirawin ya piştîwanyan kirdûwe le rêberayetî Barzanî wekû Emîrî Qazî yan ta radeyek şehîdî gewre Seyd Resûlî Babî Gewre, Seyd Resûlî Dêhqan yan ewey ke pasîv bûn yan ewey ke piştîwanîyan Le têkoşeranî Komîtey Şorişgêr kirdûwe belam rastew rast têyda beşdar nebûn bo numûne berêz mela Resûlî Pêşnemaz zor yarmetî pêşmergey kirdûwe, bo wêne yarmetî kirdûwe bo sarêj kirdnewey birînî ‘Ebdulay Mu’înî û birdûyete Sîdekan bo malî nemir şîx Letîfî Hefîd yanî ew karaney kirdûwe belam rastewxo le xudî hereketeda beşdar nebûwe. Yanî mebestim eweye eger hemûy bihênînewe ser yek bew netîceye degeyn ke ew demî Hîzbî Dêmokrat de rastîda însîcamêkî ewtoy nebûwe. Duway têkçûnî hereketeke û hatnewey Dr. Qasimlû û Hatnewey Kerîmî Hîsamî û pêkhênanî konfiransî sêyem û beşdarî kirdinî beşêk lew pêşmerganey ke paşamwey hereketî 46–47 bûn u berêweçûnî konfiransî sêyem wa bizanim le Koye bûwe, ew demîye ke wirde wirde Hîzbî Dêmokratî Kurdistan wekû hîzbî dêmokratî kurdistan xoy sax dekatewe.
Xakî: Kak Hesen cenabit zehmetêkî zort kêşawe bo em kitêbe nizîkey 650 lapere ew hemû belge û ew wênane. Gêre u kêşe çon bû çonit tuwanî ew wêne û belgane peyda bikey?
Qazî: Emin her wek le pêşda basim kird hem le ber hoy ‘atîfî û hem hoy siyasî ke hem bû wirde wirde destim pêkrid. Bo numûne emin hêşta zor genc bûm le Iran bûm le zemanî ew hewley ke dira bo ewey şa têror bikrê le layen serbazêkî ke le gardî şahenşahî da bû. Leber ewe grûpêkyan girt le têkoşeranî Iranî ke zorbeyan le Inglîstan xwênd bûyan wekû grûpî Perwîzî Nîkxa.Ew demî le pêwendî legel nawî Perwîzî Nîkxa da nêwî Muhsînî Rîzwanîm bîstibû. Zor car roznamekanî Iran basî Perwîzî Nîkxayan dekrid le pêwendî wîşda basî Muhsînî Rîzwanî, ew negîra bû le derê bû û yekêk le damezrêneranî Sazmanî Inqîlabî bû û bîstibûşim ke Kirmaşanî ye, yanî Kurde. Ca ewe bo min întrêsan bû û duway ewey ke kitêbekanyanîşim xwêndewe û le salî1984 maweyek le Başûrî Kurdistan bûm û endamî Hîzbî Dêmokrat bûm diyare ew demî û ew katey ke le defterî siyasî Hîzbî Dêmokrat bûm legel çend dostêk, çend refîqê çûyn mîwanî Yekêtî Nîştimanî Kurdistan bûyn ke ew demî le halî muzakere dabûn legel hukûmetî merkezî û pêşwazîyekî zor germyan lê kirdîn û min şitî awam ta ew demî le jiyanim da tecrûbe nekrid bû.
dirêjey heye….