Şemî, 19 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Delal Akyuz hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erxevanê navê Sirri Sureyya Onder li kolanek hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Tuncer Bakirhan a ji bo Şengalê: Merheleya azadiyê dest pê kiriye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de nîqaşên li ser Jineolojiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan careke din hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hesabên şaş li ser Kurdan nekin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar kir hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya siyasî: Êrîşên li hemberî Pexşan Ezîzî zêde bûne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(208)
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(208)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Hesen QAZÎ
Parvekirin

Kitêbî sazmanî înqilabî û Kurdistan

Osman Isam’îl

Kemepşû le serî sal buwarî ewey pêdam

Katêk terxan bikem bo ew pertûkaney bedestim geyiştûn ke bo hezî xom dûr le naçarî leber îşekem biyan xwênmewe. Yekêk lew pertûkane maweyek be destim geyiştbû be nawnîşanî’ Sazmanî Inqîlabî û Kurdistan’ ke berêz Hesenî Qazî amadey kirdwe le rêgey wergêran–î çendîn çaw pêkewtin legel endamanî çalakî sazmanî

(rêkxiraw)î înqalbî (şoriş), ke le Hîzbî Tude cuda bibûnewe, û pêşkeş kirdnî çend belgey nusînî û wêneyî le twêy 655 lapereda. Rûdawekanî ke le em çawpêkewtinane bas kirawin ziyatir dewlemend kirawin be geranewe bo çendîn pertûkî mêjûyî û bayografî û çawpêkewtinî legel kesanî agadarî le ew bizûtneweye.

Le katêk da zorbey çaw pêkewtinekan ke wergêrdirawin hî Hemîd Şewketin–, belam amadekar bo xoşî hewlî dawe peywendî legel çendîn kes da bikat û basekan legelyan tawtwê bikat û rûn kirdneweyan lê bixwazêt.

Em twêye be ziman-î Kurdî pêşkeş kirawe û bas le peywendî û têkel bûn le nêwan endamanî rêkxirawî ‘Sazmanî Inqîlabî’ û rêkxirawe hîzbiyekanî Kurdistan dekat be taybetî le Başûr. Çirî dexate ser ew kataney ke raberan-î em rêkxirawe bo yekem car le Bekreco le salanî nîwey duwemî şestekan cêgîr bûn û

Hewlyan dawe bigenewe Iran û peywendî durust biken û xebatî çepayetî be taybetî legel şorişgêranî Kurdî rojhelat dirêje pêbiden. Le naw hemuşyan  da balî mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan be rêberayetî xwalêxoşbû Celal Talebanî narsawbe (Mam Celal). Pertûkeke bas le karîgerî her dû la leser yektirî dekat û buwarekanî siyasî û komelayetî û dîplomasyetî kulturî u hîzbî le ruwangeyekî mêjûyî da degêrêtewe, belam ke deyixwênîtewe, nawaxneke wek romanêk serincit radekêşêt û detbatewe qûqelayî û tiropkî xebatî çep leserdemî duway nîwekanî sedey bîst. Herçende zor car beşdarbûwanî naw pertûkeke hewil deden xoyan biglênin le têruwanînêkî felsefî û şîkirdneweyekî tiyoryane, belam amancî em pertûke birîtye le pêdanî zanyarî û pirkirdnewey boşayiyekî mêjûyî lemer peywendî ‘Sazmanî Inqîlabî’ û rêkxirawe Kurdistanyekanî ew serdem. Giringtir, çendîn rûdawî siyasî giring û şî kirdnewe bo kesayetî û barudoxî siyasî û komelayetî û abûrî dexate rû ke eger dîqet bidrêt ewa têgeyiştinit le rûdawekanî êstay Iraq û Iran asantir debêt. Be numûne, lêktirazanekanî cuwalnewe Kurdyekan legel yektir be taybetî le Hîzbî Dêmokratewe ke le Rojhelat serî heldawe bo Başûr û duwayş lêktirazanêkî tir ke hendêkyan le pênawî manewey xoyan pîrozyekanî xebatyan kirdwe be qurbanî manewe be nawî şorişgêrî û nîştiman perwerî. Em rudawane nek Kurdekan belkû le zarî çendîn roşinbîrî siyasî xeyre Kurd debîstirên.Em rûdawane le kontêkstî alugore siyasyekanî naw Iraq û Iran zêde rûntirin û tam û çêj debînî le têgeyiştinyan.

Le katêkda ke pertûkeke çirî tewaw dexate ser xebatî endame çalakekanî ‘sazman’ û sernicêkî taybet dedat be Kuriş Laşayî ke amadeker wênekey kirdote bergî pertûkeke, rolî endamanî tirî ‘sazman’ perawêz nexrawe. Herçende karîgerî ray nûser berçaw niye çunke ew hewlî dawe gêranewekan le zarî xoyanewe bigêrêtewe, belam heme çeşin le çawpêketin legel agadaran û leser babetekan be giştî wa dekat ke xwêner yeqîn bikat le rastî rûdawekan ke çon rûyandawe û wa bikat ke beserhatekan le çendîn lawe gêraneweyan le layen çendîn kesewe bo bikrêt û be têkrayî wêneyekî rûn leser rûdawekan dexate berdest.

Lem pertûke da zor babetî serincrakêş dirkî pêdekrên, wek çonêtî geşekirdin û

lenawçûnî mitamane le nêwan kesayetyekanî naw hîzbe siyasiye kurdiyekan le layek le nêwanî xoyan da û le layekî tir le nêwan ewan û endamanî sazman û çendîn kesayetî tir ke be reçelek Kurd nebûn. Bo numûne nêwanî xwa lê xoşbuwan Laşayî  u mam Celal

yan Dr.Qasimlu û Selahî Muhtedî û kak Newşîrwan û dîsan Irec Keşkolî û hetdbasî lê kirawe. Le katêkda Laşayî deçête nêw qûlayî bizûtnewey siyasî û serbazî Kurd le Başur be taybetî le serdemî ciyabûnewey balî mektebî siyasî le partî û kêşekanî nêwanyan, Irec keşkolî ziyatir çirî dexate ser nêwanî xoyan legel bizûtnewe

Kurdyekan le nawçekanî Zelê û Nawzeng û xebatî ewan le nêwanî peywendyekanyan

Legel hukumetî Be’si û rijêmî Xumeynî-da. Le layekî tir Xanbaba Tehranî hewil

dedat nêwanî xoyan legel hizbî dêmokrat û helsukewtî siyasî Qasimlû û

dawakarî Kurd le ruwangey siyasî û destûrî u komelayetyewe le Iran ziyatir şirove

bikat. Bo ziyatir quriskirdinî behay rastî rûdawekan, amadekar bo xoy hewlî dawe

Legel çendîn karekterî siyasî giftugo bikat yan be lanî kemewe nûsînekanyan bikat be palpişt–î rastî rûdawekan.

Her lem pertûke, le zarî kesanêk ke Kurd nîn zor şit leser kurd fêr debîn bo numûne çonêtî hels û kewtî Kurde desselatdarekan legel ewaney ke le pênawî dozî kurd da duwayan kewtibûn. Zor car em core culanewey siyasyane be şorişî netewayetî nêwzend kirawin. Çînî xuwarewey komelga cige lewey ke erkî şer kirdinyan legel neyaranî Kurd pê sipêrdira bû, ewan bibûn be qurbanî şerî nawxoyî ke tenha xeyre Kurdekanîş dirkyan kird bû ke ew şerane nek her goştî yektiryan birîndar dekrid belkû êsqî yektirîşyan deharî. Zor be cuwanî basî ewe deken ke çon şarî Helebce û dewruberî bibû be cêgay milmalnêy nêwanî Partî Dêmokratî

Kurdistan le Iraq û balî mektebî siyasî. Çonêtî yarî kirdinî neyaranî Kurd be Culanewe Kurdyekan cuwan bas deken û derdexen ke culanewe Kurdyekan berdewam debwaye legel yekêk le lakan, Iran yan Iraq le peywendî da bunaye û herweha zor başîş deyan zanî ke hewalgirî wulatan lenawyanda be culen. Ewey cêgay serince eweye endamanî ‘sazman’ xwêndnewey tewawyan bo kesanî Kurd be gişitî û guzeranyan  u sextî barudoxî ewan heye. Be taybetî hendêk le endamanyan pizîşk bûn û le katî maneweyan le Başûr, zor car Rojhelatîş, zor çunete nêw jiyanî Kurdanewe û jin û mindal be çînêkî çewsawe wesif deken.

Dîsan, lem pertûkewe çendîn babetî tir sebaret be çepekan şareza debîn ke ewanîş le nêwan çepî Sînî Mawîzm û Rûsî yan Yekêtî Sovêtî Sitalînî yan Lînîn û yan taze serheldirawî Kûbayî û Emrîkay latînî fêr debîn. Dergayeke bo aşnabûn be dabeş bûnî komelgakan le Iran beser culanewe siyasye ciyawazekan da le çepewe bo Kurdayetî û şî’ayetî û helperiste matêryalîstekan da. Aşnaman dekat be waqî’êk ke çepekan zor nêwdewletyane bîryan kirdotewe belam zor carîş naumêd bûn leber ew milmilnê fikiryaney ke le encamî waqî’ û aydyalîzim da dêne gorê.

Basêkî tir ewey ke têdegeyn jiyan lew serdemane da çende sade buwe le rûy teknelocyawe ewende pêşkewtû nebûwe u komelga le guzeranêkî sextî abûrî da bûn. Peywendyekan le nêwan yektirî da asan nebûwe u aletekanî guastinewe hênde pêşkewtû û berdest nebûn. Belam le heman kat da culanewe Kurdyekan berdewam dil gewretir û lêburdetir bûn û dirêxyan nekirdûwe û ewendey pêyan kirabêt harîkarî endamanî ‘sazman’ biken legel em barudoxe qursane da jiyanyan bo asan biken û cêgayan bo bikenewe û qurbanyan le pênaw da biden le katêkda ke lewaneye çawerêy hîçyan le beramber da lênekra bêt.

Beher hal, nûser deytwanît ziyatir ruwangey xoy têkelawî babetekan bikat û şîkirdneweyan bidatê yan eweta serincî xoy lemer babetekan rûntir bikirdayewe. 

Herweha, ciya le pertûkî asayî, sereta u kotayî em pertûke diyar niye û rastewxo xwêner deçête naw babet û herweha tewaw debêt. Beherhal bêt, diyare amadekar mebestî serekî kokirdnewe û pêşkeşkirdin bûwe nek helsengandin û şîkarî.

Be giştî û be kurtî amadekar hewlêkî zorî dawe ke le parçe pertewazekan wêneyek nayab û nirixdar berhem bihênêt ke lewaneye eger pişt gwê bixranaye ewa parçekanyan bizir debûn yan be tenya tenya ew manayeyan nedebexşî le cîhanî xwêner da be gşitî û lay Kurd be taybetî bizir debûn.

Dirêjey heye…

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kurdistan LEZGIYEVA Vektora Îslamî ya Rûsyayê
Nûçeya Pişt re Kurdistan LEZGIYEVA Aşitî li Başûrê Kafkasya?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Krîza dîplomatîk a navbera Îtalya û Îranê kûr dibe

Piştî ku Îranê rojnamevaneke Îtalî girt, di navbera Roma û Tehranê de krîza dîplomatîk rû…

Ji aliyê Stêrk TV

Cîhan Celo: Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser dûr bixe

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo siyaseta Iraqê ya li ser gelê Ereb weke berdewama siyaseta PDK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şamê wê di 1’ê Adarê de hikumeta nû ava bibe

Rêveberiya demkî ya bi serkêşiya HTŞ'ê li Şamê ava bû, eşkere kir ku wê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Ji hêza nerm ber bi windabûna wê ve

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Raza guhertin û veguhertinê

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (282)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (281)

Ji aliyê Hesen QAZÎ
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?