Hevserokê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs li bajarê Hewlêrê serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê, Partiya Parêzgeran a Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir.
Destpêkê Hevserokê Giştî yê KNK’ê serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê kir û ji aliyê endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî serdana Partiya Parêzeran a Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê partiyê Ecar Surçî ve hate pêşwazîkirin.
Di berdewamiya serdanan de Ahmet Karamûs serdana Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê yekitiyê Xefûr Mexmûrî û endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanan de leşkerkêşan û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta hevpar ya partî û aliyên siyasî li beramberî metirsiya mezin a dagirkerên Kurdistanê ya li ser gelê Kurd hate guftugokirin. Her wiha qala pêwîstiya yekitî û yekrêziya neteweyî hate kirin.
Piştre Dezgeha Standart ji bo Hevserokê KNK’ê li gel hinek kesayetên welatparêz û rewşenbîr civînek lidarxist. Karamûs di civînê de li ser pêwîstiyên yekîtiya gelê Kurd û pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya neteweyî axivî.
Tê payîn ku serdanên Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs yên ji bo partî û aliyên siysî yên Başûrê Kurdistanê berdewam bike.