Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fetî Yildiz ê MHP’î: Serdana Îmraliyê her tim di rojevê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina serokê parlamentoyê û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Qanûneke taybet divê demildest were civata giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê: ‘Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare demokratîk be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Esra Çîçek Mercan: Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê 25’ê Mijdarê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Hevrê Roşer li hemberî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawî berxwe da’
Kurdistan

‘Hevrê Roşer li hemberî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawî berxwe da’

Gerîlayê HPG'ê Bêzar Semsûr ê ku hevrêyê xwe Roşer Tolhildan ê ku di êrişa dewleta Tirk de gihîştibû şehadetê anî ziman û got: “Heval Roşer, tevî hemû zehmetiyan li qada Tolhildanê têkoşîn kir û li hember êrişên dijmin heta nefesa xwe ya dawî berxwe da.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 22 dq.
Parvekirin

Di 19’ê Îlona 2019’an de li qada Tolhildanê ji ber êrîşên dewleta Tirk şervanên HPG’ê Roşer Tolhildan (Alî Kemal Aslan) û Çekdar Bêzar (Ozcan Bektaş) şehîd bûbûn. Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr, di der barê jiyana têkoşînê ya hevrêyê xwe Roşer Tolhildan de axivî.

 

Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr anî ziman ku Şehîd Roşer Tolhildan li bajarê Semsûrê di malbateke welatparêz û Elewî de hatiye dine û got, “Heval Roşer ji Semsûrê ye, ew jî baweriya Kurdên rêheq e, ji eşîra Bala ye, eşîreke ji Semsûrê ye. Eşîra bala du beş in, yek beş ji Meletiyê ye, beşek jî ji Semsûrê ne, û ew jî ji Semsûrê ye. Û derdorên wan welatparêz in. Herêmeke xwedî çandekî û baweriyeke rêheq e û di wî warî de cihê ku heval Roşer lê mezin dibe herêmeke xurt bû. Di ciwantî de xebatên xwe li wir dike. Heval Roşer di 2003’an e tevlî dibe, hevalekî kevn bû. Heval Roşer xwendî bû, dema dibêjin jîrekî Heval Roşer tê bîra mirov. Yanê mijar dema bibe jîrbûn û kûrbuyîna tiştan Heval Roşer tê bîra mirov. Xwedî jîrbûneke tuj bû. Mînak tiştekî ku mirov nedikarîn çareser bikin, Heval Roşer dikarî nirxandinekî bike û derxe holê. Ev raman tê wê wateyê heke ramanekî te nebe tu nikarî pratîkê bidî meşandin. Û Heval Roşer jî kesayetek wisa bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe dema tevlî dibe zû jî dikeve çavê hevalan. Min got ya yên ku tên wê heremê rêxistin hildibijêre. Belkî bêjin ev tesadufe ku heval hemû wekî hev in. Ji ber wê rêxistin hildijibêre û Heval Roşer jî yek ji wan e. Lê Heval Roşer çawa bû? Berê jî pratik kiribû, hevalekî kevn bû. Weke berpirsiyar hatibû jixwe. Di heman demê de di hêzên taybet de bû. Bi salan di hêzên taybet de xebat meşandibû.  

Berî ku were qadê jî li Amanosan ma bû. Yanê Heval Roşer tiştên ku hatine serê wî ango serpêhatiyên wî pir in. Gelek heval jî jixwe wî nas dikin. Heval Roşer ji ber ku zû tevlî dibe, diçe hêzên taybet û di hêzên taybet de dimîne. Rêvebertiyê dike, heta ku hate eyaleta tolhildanê ango Amanosê dîsa bi wê erkê hat. Yanê dîsa hêzên taybet bû. Ji bo karên taybet hatibû. Û vê yekê piştre em hîm bûn, me ev yek destpêkê nizanî bû. Ji ber ku rêzikeke ev, divê heta yê kêleka te jî nizanibe. Û di Heval Roşer de ev tişt hebû. Bi hestiyarî tevnedigeriya. Analîtîk difikirî. Mirov bêje ku bi tevahî analitik bû û ji hestan qut bû, na. Ji ber ku mirovekî ku bêhest be, wisa bawer im wê nikaribe ji bo welatê xwe vî şerî bimeşîne û wan zor û zehmetiyan nade ber çavan, ji ber wê hestên wî xurt bûn bêguman.  

Lê weke hinekan heval Roşer hestên xwe diyar nedikir. An jî bi hestiyarî tevnedigeriya. An jî nişkave biryar nedigirt. Mînak heval kom dibûn û digotin em di vî warî de divê wisa bikin, lê heval Roşer wê bisekiniya, bi sebir bû . Ev sebra wî ji jîrbûna wî dihat. Digot ka em vê qasê biryar nedin, li ser bifikirin û em ê piştre dîsa mêze bikin. Ji ber ku rastî jî wisa ye. Bixwe jî dema karê pratîkê tînim ber çavan, dinirxînin, piranî wisa dertê. Û dema serneketiye jî ew jî ji ber sedema ku me biryarên nişkav girtine ye. Bi carekî de em ketine nav û bêyî ku li ser bifikirî, hema germ e germ, an jî bi du-sê gotinan ketine nav. Lê Heval Roşer, wisa ne bû. Bi plan difikirî, bi sebir bû, diçe ser karê xwe jî. Yan taloq bikim, ka bila bisekine, na. Lê çi digot, digot hewce ye em zû biryarê nedin li ser tiştan. Ji ber ku rastiyên heremê tên zanîn. Çima? Dema hat min û Heval Roşer me li Amanosê hev dît. Me gotibû ne, du komên me, em li hundirê bakur, li Botanê hatibûn.  

Di 2014 û 2015’an em ji xetên Botan û Xerzanê hatin. Piştî ku rê vebûn komên me ji xeta Amanosê dihatin. Heval Roşer jî wekî hevalên me yên dîtir, ew taybetmendiyên xwestek û azwerî, cihên ku gerîla tune em biçin, wan qadan dîsa vekin wî gelî bikin nava kar û xebatan, û ji dijmin ra bêjin binêre te digot min ev der vala kiriye, lê em g3rîla li her derê ne. Yanê Heval Roşer kesekî wisa bû. Û rêxistin jî Heval Roşer baş nas dike, ji ber ku hem hevalekî kevn bû hem jî gelek çalaki jî kiribûn û ev tişt piştre me bihîst. Ji ber ku em her tiştî ji hev ra nabêjin. Lê piştî şehadeta wî hevalên ku li vir mane qal kirin, çend çaran çûbû bakûr û hatibû yanê pratîkên xwe berê jî hebûn. Mînak; li amanosê 2007-2008’an, yanê bixwe qal kir; jixwe dema em di heremê da bûn jî, hinek milîsên ku têkiliyên me bi wan re hebûn jî qal kirin; ku hevalekî wisa hatiye li vir, navê wî filan bûye xelkê filan derê bû ye… lê me wê deme nas nedikir ku ji malbatên filan derê ne, lê me wî gundî û warê wan dizanî. Yanê ew tekiliyên ku saz kirine ew têkilî domiyan. Piştî ku ew ji wir derketine jî ew têkilî domiyan. Çima? Mirovan baş rêxistin dike. Yanê tenê ji bo xwarinê yan jî cebilxaneyê na. Wekî me got ne bi qarakterê xwe yê jîr, bi sebir e, bi plan e, û hesabê wê baş dike. Çi dibêje? Dibêje ciwaneke ez ê pê re biaxivim û heke min karî ez ê tevlî bikim, ha tevlî nekim bila karên dîtir bike. Û heke sibê ez li vir nebim hewce ye ew karê xwe bimeşîne. Yanê têkilî wisa ava dikir. Yanê gelek caran me têkilî çêkirine dema ku em li wir derdiketin, wan kesan jî têkiliya xwe bi rêxistinê ra qut dikir. Yan jî gelekî ji me çi dikir? Têkilî bi awayê takekesî ava dikir. Û dema kes dihatin û pirsa filan kesê dikir û dixwast bibîne û dema ew kes ne li wir ba ji rêxistinê qut dibû. Û va şêweyê têkiliyê zirarê dide.  

Ev awayê têkiliyê dikare bi dijmin re jî kar bike. Lê Heval Roşer têkilî wisa ava kiribûn, dema em çûn me Heval Roşer bi milîsan nas kir. Ji ber ku 2007-2008’an hatiye amanosê, li amanosê israr dike ku dibêje ez dixwazim herim herêma xwe, li wir gerîla tune, çima gerîla nebe? Heman hestên ku wê demê me jiyan kiriye Heval Roşer jî jiyan kiriye. Em çima neçin wir, çima gerîla li wir ava nebe? Ev daxwazên xwe bi hevalan daye pejirandin û hevalan jî ev yek pejirandiye. Ji ber ku xwedî şiyan e û pratîkên wî di berê de hene û bawerî jî daye.”

DI HEMÛ QADÊN KU ÇÛ DE XEBATÊN SERKEFTÎ MEŞAND

Bêzar Semsûr anî ziman ku Şehîd Roşer ji ber îxanetê kesekî li herêma Tolhildanê tenê maye û wiha pê de çû: “Rêxistin zû bi zû, herkesê hema wisa pêşniyarekî bike ka ez biçim filan derê naşîne. Cihekî ku tu dixwazî ji nû de destpê bikî yanê rêxistin zû bi zû qanih nabe. Ji ber ku zor e û rêxistin jî naxwaze şehadet bê armanc biqewimin. Ne gel radike vê yekê ne jî rêxistin. Lê Heval Roşer ji ber pratîkên xwe rêxistin qanih kiribû. Û hevalekî didin cem, diçin xetên Semsûrê diçe herêma xwe, li wir dest bi kar dike, têkiliyan çêdike, piştre vedigerin dîsa amanosê, yanê pêş-amadekariyekî dike. Lê mixabin ew ê kêleka xiyanetê dike. Di encama vê îxanetê de Heval Roşer tenê dimîne, yanê tena serê xwe di Eyaleta Tolhildan de dimîne. Mînak qadên me yên dîtir çawa ne? Di qadekî de, dema tiştek bû du saet, sê saet yan jî şevekî du şevan de xwe digihînin heremekî, lê vir ne wisa ye. Heval Roşer li wir tena serê xwe dimîne di eyaletekî de. Çi dike? Nabêje ka ez ê tena serê xwe çi bikim? Çima? Ji ber ku mirovekî bîrdoz e, mirovekî rêxistinkirî ye. Yanê keda ku rêxistinê daye Heval Roşer, Heval Roşer haj pê heye. Li gorî vê yekê nêzîk dibe. Yanê tu hincetekî ji xwe re çênake. Dikare bêje ka tenê ez ê çi bikim, ka ez vegerim.  

Lê na karê xwe didomîne. Çima? Ji ber ku armancên xwe hene. Dibêje dema ez vegeriyam ez ê dîsa hevalan hildim û werim. Ji bona vê jî dibêje hewce ye ez li vir amadekariyên xwe bikim. Amadekariyên xwe dike. Min got ne dema em 14 kes jî çûn hinek milis jî me nas kir ku Heval Roşer bi wan re têkilî danî ye. Yanê xebata Hevalê Roşer li wir ku demeke kurt dixebite û zêde nîn e. Ji ber sedema vê îxanetê û vedigere diçe amanosê dîsa. Li amanosê kar û xebatên xwe dimeşîne û demekî jî dimîne û serkeftî ye. Piştre vedigere başûr, dîsa xebatên xwe yên saziyê dimeşîne di saziyê de. Diçe qadên din jî kar dike. Piştre ku em çûn, ew jî dibihîze ku heval çûne wan deran û pêşniyar û israr dike û dibêje ez dixwazim biçim. Heval tê. Heval bi grûba xwe re tên. Û Heval Sebrî jî gel wî ye, Sebrî Gozubuyuk. Ew jî ji eşîrên xilsorên malê bava dibêjin ji wan re. Ew heval jî rastî jî nirxekî me yê mezin bû, mirov çiqasî qal bike ne layîqî wî ye. Bi hev re hatin, 5 heval bûn li amanosê bûn. Ez jî wê demê li vir bûm. Gotin wê derbasî Eyaleta Tolhildan bin.

Lê rê zor û zehmet e. Hewce ye neh roj, deh roj an jî danzdeh rojan divê bimeşî. Û van danzdeh rojan de, di navberan gundên…yanê herêm herêm ne Kurd in. Yanê encax tu xwe bigihîjînî Tolhildan dikevî herêma Kurdistanê. Lê navbera Amanos û Tolhildanê Tirk in. Yanê tu bêjî ka zor û zehmetî bû, ez biçim derîkî bidim ka parî nan bidin min, ne wisa ye. Kî te bibîne an jî şopa te bibine dikevin pey te. Heval Roşer wan koma li wir bû, em bixwe jî amade bûn, wisa me nîqaş kir. Ji ber ku me jî hinek pratik li wir meşandibû. Hinek tişt me wisa veguhest. Ji ber ku wek rêveberî jî hatibû, fermandarî. Rastî jî planên ku di rê de kiribû hinek bi me re parve kir. Armancên xwe yên bi biryar hebû ku bigihîje armancê. Hîn bîr nekiribû, qal kir. Yanê 2008 li ku 2017 li ku digot filan kes hebû, hûn nas dikin? Me digot erê em nas dikin. Yanê piranî têkiliyên wî hebûn. Erê herêm ji ber ku ew e û em jî ji wir in, zarokên wir in, têkilî dema tu ava dikî, ew mirovana li me geriyan yanê. Yanê têkilî wisa çêkir.  

Yanê têkiliya, usluba Hevalê Roşer, divê mirov li ser bisekine rastî jî. Yanê pênaseyekî dixwaze. Em dibêjin pakrewanên me ji bo me pîvan in. Çi ye pîvan? Her şehîdekî pîvanekî derdixe. Û ev yek ji bo me dibe ferman jî. Em dibêjin, Heval Mazlûm gotiye pêwîste hûn li berxwe bidin û wê esas bigirin. Ev yek ji me re bûye pîvan. Û Heval Roşer jî ji me re pîvanek ava kiriye. Yanî têkiliyeke tu ava bikî deh sal derbas be jî, dîsa bikevim pey hevalan û heval tunebin jî bikaribin karê xwe bimeşînin, yanê ev yek ne hêsan e.  

Ji ber ku me xwe têkilî ava kirine, em sê mehan qut bibin em neçin wî gundî û wî mirovî bibînin, tu dinêrî di halê xwe da maye. Çima? Ji ber ku me tam ew rêxistin nekiriye. Li hember civakê çawa nêz dibû? Wekî ku li hember wî qadroyek heye. Ev pir girîng e. Yanê nedigot ev gundiyeke, hema bila torbekî ar ji min ra bîne an jî bila notekî biçe û bê. Yanê gelekan ji me wisa kiriye. Têkilî xwarine, cebilxane ye, tevlêkirine, lê ew Heval Roşer li hember têkiliyan wisa nêzîk nedibû. Ji ber ku me di pratîkê de li ber çavan dît. Bi kasî ku ez dizanim du têkiliyên Heval Roşer hebûn ku destpêkê de bi wan re axivîbû û piştre me nas kir. Heta kêliyên dawî jî yek xeta nekirin, heta di gelek tiştan de ew ji me re dibûn alîkar. Wekî leşkerekî difikirîn, xwe dabûn ber vî karî. Ji ber ku me pir caran digot; heke tu dixwazî bi me re kar bikî tu Apoyiyî, yanê tu ne legalî. Û ev kes vê yekê dipejirîne. Yanê dizane dijminê berê xwe bide wî jî. Malbata wî heye, hevjîna wî heye, zarokên xwe heye lê van dide ber çavan. Çima dide ber çavan? Ji ber ku qanih kiriye.

Heval Roşer qadên ku ne welatparêz, gundên ne welatparêz hewil dida rêxistin bike û xebatan bimeşîne û li wan gundan têkiliyan ava bike û kesan qanih bike. Wî digot gundên welatparêz jixwe welatparêz in, ya girîng ew e ku li qadên ne welatparêz xebat werin meşandin. Ji ber vê li dora gundên welatparêz mayîn û dem derbas kirin nedipejirand.” 

LI HERÊMÊ HEVRÊYEKÎ KU DIHAT HEZKIRIN BÛ

Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr anî ziman ku Şehîd Roşer di gundên ne welatparêz de jî peywendî pêşxistibû û wiha anî ziman:“Heval Roşer ji bo çalakiyan jî projeyên xwe yên pir xurt hebûn. Yanê teorik ez bînim ziman na. Bele teorik jixwe hebû lê di warê pratik de jî projeyên têr û tije bûn. Heval Roşer rastî zû şehîd ket. Şehadeteke pir zû bû. Bi Hevalê Çekdar re şehîd ket. Bihara 2017’an hatibûn amanosê û bihara 2018’an jî ji amanosê derketin. Yanê di wê rêyê de çûyîn bi serê xwe serkeftinek bû. Dema gihîştin cihê xwe û di bêtêlê de tekmîl dan, em pir kêfxweşbûn. Ji ber ku hevalên pir kevn û xwedî şiyan bûn. Û Hevalê Sebrî jî wisa bû, demekî li herêma Mêrdînê pratik meşandibû. Her du heval jî fermandar bûn, kevn bûn. Û hevalekî ku tê hezkirin bû. Yanê gotin û pratika wî yek bû. Kesekî em bêjin wisa zede biaxive nebû. Dema ku biaxiviya jî li ser tiştekî esasî diaxivî. Me jî wê demê ew taybetmendiya wî ferq kir. Ez pir kêfxweşbûm ku min ew nas kir.

Me dizanîbû ku dema derbasî wir bibe wê kare xwe pir baş bike. Lê belê dema şehadet çêdibe bar giran dibe, ya Heval Roşer wan jî wisa bûbû, heval şehîd ketibûn. Û ew wisa tena serê xwe dimînin û wî halê xwe nabêjin em sê kes mane em ê di eyaletê de çi bikin. Lê karê xwe dikin, dibêjin em ê çalakiya xwe bikin. Qadeke ku difikiriyan, ku qadeke zêde em nediçûyan ku ne welatparêz in, çalakiya xwe bi serkeftî pêk anîbûn û dijmin hejandibûn. Û hevalên wisa dema şehîd dikevin dijmin pir kêfxweş dibe. Ji ber ku dijmin baş dizane ew kes ne yekî ji rêzê ye. Ji bona wî operasyon bê navber dimeşe. Di nav vê operasyonê de jî tu van karên xwe hemû pêk tînî. Yanê dijmin jî dizane ev kes ne ji rêzê ye. Dijmin bi salane dixwaze li wir projeyên asîmîlasyonê pêk bîne. Projeyên dewletê ji komarê vir ve çi ye? Wî milê Firatê ji Kurdistanê nahesibîne. Heta niha jî wisa ye. Lê tu diçî dihesibînî…Carna ez dibêjim ev fikir yê Medan e. Heval dibêjin çawa? Ji ber ku Keyakser heta Qeyseriyê çû. Sînorê Medan Qeyserî bû. Lê niha dijmin wisa li me kiriye me sînorê xwe aniye rojhilatê Firatê mixabin. Yanê ewqas şehîdên me salên 1980’an hene û Roşer jî yek ji wan şehîdane ku digot ew herêm ne Tirkiye ye ew herêm Kurdistan e! Ji Hûriyan, Mîtaniyan, Medan Kurd wir hene, îro jî hene, rast e. Hinek beş dagir kirine, gund vala kirine. 

Hevalê Roşer ligel Heval Çekdar 2019’an li qada Şehîd Fîdan, jorê gundê Akçaliyê li wir şehîd dikevin. Heta dawî şer dikin, bandorek ava kirin û xemgîniyek jî di me de çêkirin. Heval Çekdar jî û Heval Roşer jî windahiyên giranbûn ji bo herêmê. Ji ber ku ji nû de wan hevalan perwerde bikî ne hêsane. Ji ber ku hema wisa bi yek perwerdehiyeke akademîk ev kar nabe, ne wisa ye. Rastî jî di nav Tevgera Apoyî de kesayet wisa rihet çênabe. Heval Roşer jî mirov dikare wisa bîne ziman. Azweriyên wî gelek tişt kirin pîvan. Em ê xwedî li van pîvanan derkevin û xurt bikin. Ji bo me dibin rêber, pêşeng. 

Rastî jî li ser wan axaftin zor e, kêm dimîne, û em rexneya xwe jî didin. Ji ber ku hewce ye em hîn zêdetir qal bikin. Rastî jî kêm heval wisa derdikevin, taybet jî li herêmên wisa. Û hewce ye gelê me xwedî li hevalên wisa derbikevin, ew hevalên li wir şehîd ketine. Eşîra wî em bêjin…eşîra bala ku welatparêz e, ciwanên herêmê, Mereşê, Meletiyê, Dîlokê û Semsûrê divê bibin layiqê Heval Roşer wan. Divê em daxwazên wan bi ser bixin. Em jî wekî rêhevalên Heval Roşer, soza me daye Rêber Apo, partiyê û şehîdan em ê bi ser bixin. Û em di vê îdîayê de ne ku di vê rêyê de bi azwerî bimeşin. Û em ê bibin kesayetê ku herkesî bi xwe re dixe tevgerê. Ji ber ku wan di vê rêyê de ji me re fikrek ava kirin û ev fikir keda şehîdan a mezin e. Dikarim van bibêjim; em li ser soza wan û rêya wan bimeşin. Û daxwaziyên wan ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cînayeta Kar: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Rûsya: 2 navçe hatin desteserkirin, komek leşker teslîm bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ev siyasetên qirêj wê têk biçin’

Rêveberê Yekîtiya Mamosteyan ê bajarê Qamişlo Ednan Bedir û Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a PYD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakvanên Nobetên Edaletê bi biryar in

Têkoşîna li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Bila ev cejn bibe wesîleya edalet, azadî û aştiyê

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand û got, “Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?