Pêncşem, 11 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevşaredar Gulbahar Kaya: Em ê koça ji Gimgimê rawestînin
Kurdistan

Hevşaredar Gulbahar Kaya: Em ê koça ji Gimgimê rawestînin

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya got, wê projeya "Dixwazim li cihê ji dayik bûme têr bibim" bixin meriyetê û destnîşan kir ku wê koça ji Gimgimê rawestînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya diyar kir ku ji zêdekirina xizmetên binesaziyê heta bi zêdekirina derfetên kar ew ê çavkaniyan hemûyan pêşkêşî xizmeta gel bikin û got, “Di wê baweriyê de me ku em ê bi hevkarî û piştevaniyê bi ser bikevin û Gimgimê bigihînin wê astê ku hêja ye.”

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku navçe du serdem in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, lê karên bingehîn ên şaredariyê jî nehatine kirin. Gulbahar Kaya anî ziman ku qeyûm ji pêwîstiyan bêhtir xebatkar li dora şaredariyê kom kiriye, mûçeyên van personelan ji budçeya şaredariyê têne dayin û got, “Ev hemû lêçûn e, îsrafkirina çavkaniyan e.” Gulbahar Kaya bal kişand ser projeyên wan ên ji bo zêdekirina derfetên kar û xizmeta bingesaziyê û got bi bicihanîna projeya ‘Ez dixwazim li cihê ku lê ji dayik bûme xwe têr bikim’ ew ê koça ji Gimgimê rawestînin.

AVA QIRÊJ DIHERIKE

Gulbahar Kaya ragihand ku ji bo binesaziyê karekî bi tenê jî nehatiye kirin û got, “Rê xerabe ne, divê şebekeya avê bê sererastkirin, tevî ku av paqij e ji lûleyan ava qirêj diherike. Tevî ku di vê der barê de daxwaz hatin kirin jî ti ji vî karî nehate kirin. Gelek qad hene ku li benda xizmetê ne. Em dixwazin projeyên xwe pêk bînin, mirovên li qada ser serwer in tevlî kar bikin, lê belê divê ji bo pêkanîna vê jî dawî li karê hin personelan bê anîn ku niha weke ku kar dike tê nîşandan lê belê ti karî nakin. Em nikarin vê yekê niha bikin, ji ber ku peymana xwe dewam dike û eger em tiştekî bi vî rengî bikin divê tazmînatê bidin. Ji bo vê jî budçeya me nîne. Qeyûm tevlî ku çûne jî bi vî rengî, bi rengekî neyekser dest li karê me werdidin.”

EM Ê SAZIYÊN KU HATINE GIRTIN JINÛVE VEKIN

Gulbahar Kaya ragihand ku piştî şaredarî bi rengekî fermî dewr wergirtin, di nava hefteyekê de wan civîna destpêkê ya meclîsê lidar xistin, lîsteyek danîn ber xwe û got, “Gelekî girîng e ku saziyên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin jinûve vekin. Me têkildarî Navenda Jinê ya Savûşka û Navenda Çandê ya Mordem biryareke bi vî rengî wergirt. Pêwîstiya lezgîn a Gimgimê bi binesaziyê heye. Min qala pirsgirêka şebekeya avê kir, her wiha bi salan e gaza xwezayî nînin vê derê. Ji ber ku asta hatineyê ya mirovan kêm e li vê derê bi giranî komira Şirnexê tê bikaranîn. Asta xwe ya kaloriyê kêm e û hawirdorê qirêj dike. Zivistanê Gimgim di bin ewrê tozê yê tarî de dimîne. Bêguman anîna gaza xwezayî ji bo vê derê karekî hevpar e ku divê bi navendî re bê kirin. Di vê mijarê de me dest bi danûstandinan kir. Armanca me ew e ku di nava sala 2024’an de lêkolîna zemînê temam bikin û bikin ku lûleyên gaza xwezayî bêne danîn. Rojên bê ji bo vê mijarê em ê biçin Enqereyê, ji ber ku tenduristiya mirovên me jî, dawirdor jî gelekî girîng e.”

KOOPERATÎFÊN KU XWE DISPÊRIN HILBERÎNA BERHEMÊN ŞÎR Û SEWALKARIYÊ

Gulbahar Kaya destnîşan kir ku têkildarî Gimgimê gelek projeyên wan ên ji bo zêdekirina derfetên kar ên dema navîn û dema dirêj hene, wê van projeyan gav bi gav bi cih bînin û diyar kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku jin ji aboriyê heta jiyana civakî beşdarî her qadên jiyanê bibin, ciwan ji ber bêkariyê neçar nemînin ku cih û warê xwe biterikînin. Gulbahar Kaya got, “Cografyaya me ji ber polîtîkayên ewlekariyê hate xalîkirin, razemenî nîne, bêkarî di asta herî bilind de ye. Kargehên heyî jî li ser kedkariyê kar dikin; mirov bi mûçeyên kêmtirîn jî nikarin li tekstîlan bixebitin, mêtingeriyeke mezin heye. Ciwanên me berê xwe didin bajarên rojava yan jî Ewropayê. Li gel hesasiyeta me ya îdeolojîk jî cihê jinê li qada civakî û aboriyê hîn têrker nîne. Her dever ji aliyê cografî û dînamîkên hilberînê ve cuda ye, ji bo Gimgimê em plan dikin ku kooperatîfeke xwe dispêre hilberîna berhemên şîr û sewalkariyê ava bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Gulbahar Kaya got, “Em li yek ji warên herî bedew ên cîhanê ji dayik bûne, lewma berpirsyariya me ye ku vê derê bikin qadeke jiyanê. Em naxwazin ku ciwanekî bi tenê jî ji ber hincetên aboriyê warê xwe biterikîne. Bi hevkarî û piştevaniyê em ê gelek projeyan bi cih bînin, bi ser bikevin û Gimgimê bigihînin wê astê ku hêja ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê GULANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Li Riha û navçeyên wê terora polîsan: Herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê li dijî tundiya li jinê meşa girseyî

Bi boneya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meş hate lidarxistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Başûr: Koreya Bakur 5 hezar leşker şandine Rûsyayê

Li gorî agahiyên îstîxbarata Koreya Başûr, ji meha Îlonê ve nêzîkî 5,000 leşkerên Koreya Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta windayan hate pirsîn

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, aqûbeta qurbaniyên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

UNHCR: Sala borî 5,4 milyon kes neçarî koçberiya bi zorê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?