Platforma Saziyên Demokratîk wê 17’ê Mijdarê li Xaçerêya Basin a Êlihê ‘Mîtînga Azadî û Demokrasiyê’ lidar bixe. Deklarasyona li ser mîtîngê li avahiya şaxê Êlihê ya Petrol Îşê hate eşkerekirin.
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê Kurd li ber xwe didin. Ozturk ji bo desteserkirina şaredariyan jî got, ‘pratîkeke dijminatiyê’ ye.
Ozturk got, “Desthilatdariya ku îradeya gelê Kurd qebûl nake û cara sêyemîn qeyûm tayîn kir, gefa êrîşa li dijî gelê Kurd dixwe. Qeyûm datîne ser îradeya gelê Kurd. Diyar dike ku ew îradeya gelê Kurd qebûl nake. Ji bilî vê yekê gefa êrîşa li hemberî gelê Kurd timî dubare dike. Gelê Kurd van zextan qebûl nake û li her derê li ber xwe dide. Yek ji van navendên berxwedanê jî Êlih e ku gelê wê bi rojan e li ber xwe dide. Ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet a li dijî koletiyê, di 17’ê Mijdarê de em li qada mîtîngê bin.”
ÛÇAR: JI BO AZADIYA OCALAN EM TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî got, “Êlih yek ji navendên têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan e. Hewl didin destketiyên gelê Kurd li Êlihê pêşkêşî Hîzbûllahê bikin. Li hemberî van, berxwedana gelê bajêr dewam dike. Têkoşîna me ji bo mezinkirina siyaseta demokratîk e. Ya ku em li dij in ne asayîbûn e, desthilatdariyek heye ku bi êrîşa li ser destketiyên gelê Kurd hewl dide li ser piyan bimîne. Fikrên Birêz Ocalan li gelek deverên cîhanê bi cih tê. Hêviya ku ev welat dikare xwe lê bigire, pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan e. Divê desthilatdarî vê bibîne û li gorî vê gavê biavêje. Ji bo azadiya Birêz Ocalan û aştiyeke bi rûmet em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan. Em berxwedana xwe li qadê nîşan bidin. Ev desthilatdarî hewl dide bi tundiyê pirsgirêkan çareser bike. Em ê li dijî qeyûm mîtîngeke mezin lidar bixin. Bi pêşengiya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê mîtîngê lidar bixin.”