Sêşem, 17 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wan û Bedlîsê panelên zimanê Kurdî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê statuya Birêz Ocalan garantî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    10 çeteyên DAÎŞê li herêmên Başûr hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li Wanê hate şermezarkirin: Dawî li desteserkirina îradeyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komploya 15’ê Sibatê têk çû, berxwedan didome’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Heyeta Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Rojane

Heyeta Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Delegasyona Navneteweyî ku li Stenbolê serdana xwe ya destpêkê li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir, diyar kir ku divê êdî Abdullah Ocalan bê berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li dijî tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, delegasyonek ji Ewropayê hat Stenbolê. Şandeya ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê’ ku di nava wan de parlamenter jî hene, wê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bû ku parêzeriya Rêberê Gelê Kurd dike.

Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya li Beyoglûyê kir. Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin. 

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan dikin kir. Bîlmez, der barê bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re agahî da şandeyê. 

Piştî serdana ku ji çapemeniyê girtî pêk hat, Bîlmez got, “Me têkildarî tecrîda li ser muwekîlên xwe yên li Îmraliyê agahî dan. Me got, ev piştevanî ji bo me gelekî girîng e. Em dixwazin pêşî li hewldanên hiqûqî yên ji bo dîtina Birêz Ocalan bê vekirin. Ji ber vê yekê jî em serdana heyetê gelekî girîng dibînin.”

Piştre jî heyetê metna xwe xwend û ragihand ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd hîn jî bandorê li Tirkiye û herêmê dike.

Heyetê diyar kir ku ji salên 1990’î dema DEP’ê û bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê girtî û vir ve, hêzên siyasî yên ku temsîliyeta îradeya gelê Kurd dikin, ji bo dawî li dijminatiyê bê anîn û di navbera hikumeta Tirk û tevgera azadiyê ya Kurd de hevdîtinên aştiyê bêne kirin, bang dikin. Lê belê dewleta Tirk timî bi êrîşkarî û zextê bersiv da van bangan.”

Di metna heyetê de hate destnîşankirin ku divê êdî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û got, “Ji bo pêvajoya bi armanca çareseriya siyasî ya mayinde û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ji nû ve destpê bike, hem divê zextên li ser partiyên siyasî yên qanûnî hem jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Abdullah Ocalan ji sala 2005’an û vir ve modela Konfederalîzma Demokratîk diparêze. Partiyên pêşverû yên ku em temsîliyeta wan dikin, nêzîkatiyeke femînîst û ekolojîk a ku ji jêr ber bi jorê ve bi perspektîfekê dimeşe, ji bo her kesî û civakeke adîl hêzeke baş e. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî dibînin û şermezar dikin. Êdî dem dema aştiyê û jiyana bi hev re ye. Dema serbestberdana Abdullah Ocalan e. Dema jiyana aştiyane û bi hev re ya li Rojhilata Navîn e.”

Di dewama metnê de hate gotin, “Em ê tevî Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Kurdistanê û rêxistinên li vê derê têne temsîlkirin, ji bo hilbijartinên xwecihî Yên 31’ê Adarê bikevin nava hewldana tevgerkirina çavdêrên hilbijartinê. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo Delegasyona Ewropayê dewam bikin ku DEM Partiyê di 19-21’ê Sibatê de lidar xist. Em ê bi dîtina parlamenterên ji neteweyên cuda ya ji bo piştgiriya bi mafê tevlîbûna azad a li hilbijartinê ya DEM Partiyê kêfxweş bibin.”

Heyetê piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Heyet wê di nava rojê de bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinê bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûniştina doza rojnamevan Zeynep Kûray pêk hat, parêzer ji rûniştinê hate avêtin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê bi heft zimanan civîna koma xwe pêk anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe’

Endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsûf, peyama hevgirtinê ji bo meşa jinan a doh…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Botanê ji bo daxuyaniya dîrokî berê xwe da Amedê

Ji gelek bajarên herêma Botanê girseya gel ji bo karibe daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

Komeleya Jinan a Rojhilat ragihand ku bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Wan û Bedlîsê panelên zimanê Kurdî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê statuya Birêz Ocalan garantî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?