Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê “binpêkirineke eşkere” li Siwêdayê kir.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku “Çeteyên terorîst ên girêdayî Şamê bi dronên hewl da êrîşeke tirsonak li dijî sivîlan bi kar bînin û aramiya li hundirê herêmên ewle têk bibin.” Fermandariyê diyar kir ku êrîş rageşiyeke xeternak a terorane ji hêla rejîmê ve ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev binpêkirin israra êrîşa wan aliyan nîşan dide û wiha hat gotin, “Desthilat ji bilî zimanê texrîbkirinê, wêranî û êrişa dijî sivîlan zimanek din nizane”
Fermandariyê di dawiyê de got hêzên wan ji bo şer amade ne û bi rêya pergalên şopandin û bersivdana tavilê hewa û bejahiyê dişopîne û çi binpêkirin an jî gef hatin kirin wê bersivên tund bên dayîn.

