Hevserokê Stenbolê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Mûrat Kalmaz têkildarî rewşa nû ya li Sûriyeyê, êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û helwesta hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.
Mûrat Kalmaz diyar kir ku polîtîkayeke Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê nîne, tenê tinekirina destketiyên Kurdan daniye pêşiya xwe û got, Tirkiye ne li aştiya navxweyî ya Sûriyeyê, lê belê li tinekirina destketiyên Kurdan difikire.
Mûrat Kalmaz got, “Di nava van 13 salan de Tirkiye xwedî rasteiyeke welê ye ku polîtîkaya xwe li ser tinekirina destketiyên Kurdan ava kiriye. Lewma ji bo aştiyeke navxweyî û yekparebûna Sûriyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê xwedî polîtîkayekê nîne. Bi ketina Esad re me ev eyk careke din dît; armanca dewleta Tirk beralîkirina destketiyên Kurdan e. Bi çeteyên ji ber DAÎŞ’ê mane êrîşî Kurdan dike.”
‘DIVÊ HÊZÊN SOSYALÎST XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN’
Mûrat Kalmaz destnîşan kir ku bi taybetî hêzên sosyalîst ên li Tirkiyeyê divê li cihekî rast bisekinin, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û got, “Bi ketina Esad re qala nebaşiyên Esad tê kirin. Lê belê HTŞ bi salan e li vê herêmê van kiryaran dike. Divê Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê, muxalefeta Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên Tirkikyeyê bi rengekî hesas nêzîk bibin. Bi taybetî xwedîderketina li Şoreşa Rojava, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya li Rojhilata Navîn girîng e. Di vê mijarê de pêwîstî bi nêzîkatiyeke hesas heye.
Mixabin rastiyeke bi vî rengî heye: Belê Îsraîl li Fîlîstînê qirkirineke mezin dike, li wir drameke mezin a mirovahiyê heye, her roj tê bombekirin, mirov têne kuştin; lê belê heman tişt îro li hemberî Kurdan jî tê kirin. Hem çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hem jî HTŞ heman tiştî dikin. Li hemberî rewşeke gengaz Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê heman hesasiyetê nîşan nade.
Hêza herî mezin a ku karibe xwedî li destketiyên Rojava û şoreşê derkeve û li ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojava rabe, tevgera sosyalîst e. Di vê mijarê de divê hîn bi wêrekî û dengekî bilind helwestê nîşan bide û li ber dijî desthilatdariya AKP’ê bikeve nava liv û tevgerê. Naxwe di komkujiyên gengaz de têrê nake ku tenê Kurd dengê xwe bilind bike yan jî helwestê nîşan bide. Divê Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê bi berpirsyarî rabe.”