Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êvara roja pêncşemê rûspiyê Elewiyan ê herêma Sehil El Xab ê gundewarê Hemayê, Îsa El Xêr girt.
Li gorî SOHR’ê, Îsa El Xêr bêyî ku der barê wî de sûc û biryara girtinê hebin, ji mala wî ya li bajarê Sehleb ê gundewarê Hemayê hat girtin.
Hate diyarkirin lêpirsîn bi El Xêr hat kirin piştre wî sewqî navenda ewlehiyê ya El Nehil a li herêma Siqlibiyê kir. Hate diyarkirin ku ji wê kêliyê ve agahî ji rûspî Îsa El Xêr nayên girtin.
Malbata El Xêr banga aşkerakirina aqûbeta wî û serbestberdana wî kir.

