Hevserokê Wanê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Cemal Demîr li ser tecrîdê û mafê hêviyê ji ANF’ê re axivî. Demîr anî ziman ku tecrîd bi hevdîtina malbatê û parêzeran bi dawî nabe û destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe tevkariyê li aştiya civakî bike divê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
‘NABE KU MAFÊ HÊVIYÊ WEKE AMÛREKE ŞANTAJÊ BÊ BIKARANÎN’
Demîr diyar kir ku Rêber Apo ji sala 1999’an dema ragirtina wî li Îmraliyê û vir ve ji bo aştî û çareseriyê gelekî hewl daye û destnîşan kir ku berxwedana mezin a Ocalan a ji bo aştî û çareseriyê nabe ku ji nedîtî ve bê. Demîr anî ziman ku Ocalan her carê banga çareseriya demokratîk li dewletê kir û got, “Lê belê desthilatdariyê ev nêrînên Birêz Ocalan ji nedîtî ve hat. Em dibînin ku perspektîfên çareseriyê yên Birêz Ocalan, helwest û pêşniyarên wî ne tenê ji bo têkiliyên Kurd û Tirkan her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn çiqasî girîng û pêwîst e. Me dît ku nuqteyên Birêz Ocalan di hevdîtinên beriya niha de bi hesasiyet nêzîk bû, piştre çawa pêk hatin.
Têkildarî komkujiya Êzidiyan a sala 2014’an di sala 2005’an de hişyarî dabû. Mîna vê yekê di mijara şerê Sûriyeyê de jî bal kişandibû ser hin nuqteyan. Fikrê Birêz Ocalan gelekî hêja ye û mafê hêviyê dûrî nîqaşên siyasî yên dema dawî, bêyî ku bibe malzemeyek ji mijarên siyasî re, ji aliyê dadgehan ve hate piştrastkirin ku ev yek mafekî mirovî û xwezayî ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de biryareke zelal wergirt. Rast nîne ku ev mafê hatiye naskirin weke amûreke şantajê bê bikaranîn. Ev maf divê teqez b3ê naskirin.”
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ BIRÊZ OCALAN JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Demîr ragihand ku tecrîd ji sala 1999’an û vir ve bênavber dewam dike û destnîşan kir ku tecrîd divê tenê di çarçoveya hevdîtina malbatê û parêzeran re neyê nirxandin. Demîr got, “Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî divê pêşî li Birêz Ocalan bê vekirin. Divê derfet jê re bê dayin ku karibe tevkariyê li aştiyê û çareseriyê bike. Ragirtina wî li wê derê û pêkanîna hevdîtina parêzeran tecrîdê ji holê ranake. Rewşeke taybet heye, kesayeteke ku temsîliyeta xwe ya civakî û siyasî heye. Ji bo em karibin qala rakirina tecrîdê ya bi temamî bike, divê perspektîfên wî yên ji bo aştî û çareseriyê bêne belavkirin û şert û mercên wî bêne guhertin. Yanî divê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.”