Pêncşem, 16 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yegîn: Têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê bê mezinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlbaş: Divê em hişê çêkirî ji bo xwe bi kar bînin û bazareke Kurdî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara miriyan a êrîşa dibistana Mereşê derket 9’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeya Rezan a Amedê narkotîk û çetebûyîn zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê gel li dijî JES’ê rabû: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Êrîşên Îranê nikare me ji armanca me ya azadiyê paş bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiyên Çarşema Sor bi peyamên yekîtî û tifaqê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê 1000 rojê derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de geşedana nû: ‘Di dema bûyerê de di wesayîtê de bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > McLaren: Gotinên Abdullah Ocalan weke kevokeke li ber bê ket û ji deryayê derbas bû
Rojane

McLaren: Gotinên Abdullah Ocalan weke kevokeke li ber bê ket û ji deryayê derbas bû

Pedagogê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da banga Rêber Apo û got, "Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, dema ku 27'ê Sibatê Bang Aştî û civaka Demokratîk kir, gotinên wî weke kevokekê li ber bê ket û ji deryayê derbas bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Akademîsyen û pedagogê rexnegir ê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir. Di peyamê de ku ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand McLaren bal kişand ser girîngiya aştî û diyalogê û got, “Ez wê wêrekiyê silav dikim ku gotin li şûna çekê hilbijart; piştgiriyê didim wan kesan ku biryar dan ku dîrok bi hibira aştiyê bê nivîsandin ne bi xwînê.”

Peter McLaren got, “Ne wke otorîteyek li ser xaka navbera Dîcle û Tengava Stenbolê de diaxivim; weke şahidekî ji dûr ve diaxivim; weke entelektuelekî ku baweriya xwe bi wê yekê tîne; ruhê mirovan ji bo danîna diyalogê ava bûye ne ji bo zextê; divê mirov bi azadiyê bijî ne bi tirsê. Ji dil bawer dikim ku fikrê azad û nîqaşa demokratîk ne tenê ya neteweyekê ye; lêdana dilê hevpar ê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê dengê xwe yê piştevaniyê ji bo wan kesan bilind dikim ku li binê tav a Anatoliyê û li çiyayên Kurdistanê daxwaza aştiyê dikin. Ez wê wêrekiyê silav dikim ku gotin li şûna çekê hilbijart; piştgiriyê didim wan kesan ku biryar dan ku dîrok bi hibira aştiyê bê nivîsandin ne bi xwînê.

Ev kêlî, ev kêliya zirav, lerizî û pîroz bi silavdayinekê destpê kir. Ev jest ewqasî ji rêzê bû ku yên henekê xwe pê dikirin ji nedîtî ve hatin; lê belê di heman demê de ewqasî kûr bû ku dikare çarenûsa gelekî biguherîne. Dema ku lîderê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî siyasetmedarên Kurd kir, ne tenê bi tiliyan girt; her wiha pirek ji êşên bi salan derbaskirî ava kir. Û Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, dema ku 27’ê Sibatê Bang Aştî û civaka Demokratîk kir, gotinên wî weke kevokekê li ber bê ket û ji deryayê derbas bû; bi israra hêviyê, ne bi safbûyînê. Zêdeyî çil sal in gelên Kurd û Tirk bi zincîreke êşê ya ji şer, bêbawerî û windahiyan jiyan. Li çiyê deng veda, li xakê jî bi bêdengiya yên nikarin biaxivin giran bû. Ev yek birîneke vekirî ya di dilê Komarê de bû; ti înkarê nekarî vê birînê bipêçe. Û niha li vê derê ev hêvî heye. Piştî wê tarîtiya giran, paceyeke biçûk vebûye. Dengê wê berpirsyariyê tê bihîstin ku aştî êdî ne xeyal e.

Li goşeya xwe ya dûr a li rojava, min xwest tevlî vî dengê hêviyê bibim ku bi diyalogê destpê kir. Ne bi quretiya şîrovekarekî, lê bi dilnizmiya kesekî ku bi gerdûniya êşa mirovan zane bersivê didim. Ji ber ku ez dûr jî bim, min trajediya bi salên dirêj a vî şerî bi êş şopand; min dît bê çawa nifşan birîndar dike. Lê belê di vê berbanga hesas de dengê dibetiyekê heye; dengê hişyarbûneke ji deştên qedîm. Banga ji Îmraliyê hat, silavdayina li hev a dijberan, duayên bêdeng ên dayinên ku zarokên xwe spartine axê… Ev hemû senforiyeke wêrekiyê ye ku li ber bêhêvîtiyê radibin.

Bila cîhan vê yekê ji nedîtî ve neyê. Em hemû weke entelektuel, karker, helbestvan û siyasetmedar li gel gelên Kurd û Tirk bin ku vê wezîfeya herî zehmet a dîroka mirovahiyê hewl didin bi ser bixînin: Efûkirin, guhdarîkirina li hev û jinûve jiyana bi hev re. Bila ev yek ne tenê aştiya navbera du gelan be, bila bibe işaretek ji bo tevahiya cîhanê: Bila demokrasî ne malê yên xurt be, bila bibe soza hevpar a mirovahiyê. Çemên Anatoliyê bilindbûn û hilweşîna împaratoriyan dîtin; ji quretiya qralan û ji sebra gundiyan re şahidî kirin. Lê belê dibe ku niha şahidiyê ji tiştekî hîn mezintir re bikin; ne ji yên serketî re, ji avabûna aştiyê re. Bila ew deng hîn xurt bibe. Bila ewqasî xurt bibe û deng veda ku daholên şer bêdeng bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sê rojên dawî 10 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Dihokê di şewatê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir

YPJ'ê bang kir ku her kes li dora felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev bicivin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûçegihanê Ajansa Welat bi êşkenceyê hate binçavkirin

Hat ragihandin ku Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Ronî Rûbar Îmen li Şirnexê ji aliyê polîsan…

Ji aliyê Stêrk TV

Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike

Seroka IFJ’ê Pradalîê, destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got, “Artêşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yegîn: Têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê bê mezinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îlbaş: Divê em hişê çêkirî ji bo xwe bi kar bînin û bazareke Kurdî ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hejmara miriyan a êrîşa dibistana Mereşê derket 9’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?