Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Seyîd Riza rûmeta me ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Melbourneyê ji bo Rêber Apo çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên nexweş serbest berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana wî 4 caran hate taloqkirin: Bêyî dîtina kurê xwe naxwazim bimirim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê re li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amed û Mûşê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên jinan qetilkirina Dîlan K. şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Gunay Yakût: Jin daxwaza jiyaneke ewle û wekhev dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şedadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Perwerde ji bo mêran, kulîlk dane kedkarên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li Sêrtê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgureke ku dengê jinê û bîra çandî kir yek: Sûsika Simo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad
Kurdistan

HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Weke zarokên esîl û leheng ê gelê Kurd û Tirk, mil bi mil ji bo xwişk-biratiya gelan têkoşiyan û bûn temîneta pêşeroja me ya azad.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 32 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) derbarê şehîdên sala 2017’an ev tişt diyar kir:

“Milîtanên fedayî yên Apoyî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Bêrîtan Hêjar Malatya, Berzan Murat, Kendal Barman, Şoreş Ozer û Ronî Jiyan, di têkoşîna sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Hevrêyên me Bêrîtan, Berzan, Kendal, Şoreş û Ronî bi baweriya xwe ya bi xwişk-biratiya gelan û azadiya wan tevlî têkoşînê bûn. Bi dilsoziya kûr a bi paradîgmaya Rêber Apo re, cihê xwe di refên gerîla de girtin. Ji bo parastina hebûna gelê Kurd û pêkanîna azadiya wan, tevlî berxwedana li çiyayên Kurdistanê bûn. Hevrêyên me yên ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî rapêçandin, bi ked, hewldan û fedakariyeke mezin hewldan tişta ku dikeve ser milê xwe pêk bînin. Di demeke ku Tevgera me ji pêvajoya şer a giran derbas dibû û berxwedanên mezin dihatin jiyîn de, hewl dan her xebata xwe bi baldariyeke mezin bi cih bînin. Bi jiyana şoreşgerî, hevrêtiya jidil, fedakarî, taybetmendiya dilpak û helwestên xwe bûn milîtanên mînak. Bi cesaret, fedakarî û hevrêtiyên xwe yên kûr, li her qadê bûn şoreşgerên serkeftî. Weke zarokên esîl û leheng ê gelê Kurd û Tirk, mil bi mil ji bo xwişk-biratiya gelan têkoşiyan û bûn temîneta pêşeroja me ya azad.

Em ê bîranîna hevrêyên xwe her tim bidin jiyîn û soza pêkanîna xeyalên şehîdan didin. Li ser vê bingehê di serî de sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Bêrîtan Hêjar Malatya

Nav û paşnav: Hatice Şeker

Cihê jidayikbûnê: Meletî

Navê dayik û bav: Nurten- Yusuf

Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2017/Avaşîn

 

Nasnav: Berzan Murat

Nav û paşnav: Huseyîn Ozturk

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dayik û bav: Hediye- Yusuf Ziya

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2017/Metîna

 

Nasnav: Kendal Barman

Nav û paşnav: Yakup Baydag

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Vezire- Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2017/Metîna

 

Nasnav: Şoreş Ozer

Nav û paşnav: Omer Avci

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dayik û bav: Fatma- Mustafa

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2017/Metîna

 

Nasnav: Ronî Jiyan

Nav û paşnav: Azad Çetîn

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik û bav: Revzet-Fehîm

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Cotmeha 2017’an/Zap

BÊRÎTAN HÊJAR MALATYA

 

Bajarê me Meletî yek ji bajarên ku bi awayekî taybet ji aliyê dijmin ve hedef hat girtin û herî zêde êrîşên asîmîlasyon û înkarê hat kirin e. Meletî yek ji navendên pêkanîna Plana Şark Islahat e ku dewleta Tirk di sala 1925’an de kir dewrê û polîtîkayên qirkirinê bi awayekî hovane lê hat meşandin. Hewl dan Kurdan ji ziman, çand û dîroka wan bikin. Dewleta Tirk di dema ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi gelê me re girseyî dibû de, Fermandariya Artêşa 2’emîn veguhezand Meletiyê û kir baregeha leşkerî ya şerên xwe yên qirêj. Ji bo guherina nasnamey Kurd û Elewî ya berxwedêr, li gel zextên giran, xwest bi polîtîkayên Tirkkirinê hebûna gelê Kurd bi temamî ji holê rake. Gelê me yê Meletiyê tevî hemû êrîşên nemirovî yên dewleta Tirk, tu car ji çanda xwe ya azadî û berxwedanê veneqetiya û agirê berxwedanê timî li Çiyayên Nurhakê geş bûye. Nurhak ku Sînan Cemgîl, Alparslan Ozdogan, Kadîr Mangalar û gelek şoreşger pişta xwe da û li dijî dagirkeran li ber xwe da, bi derketina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re dîsa bû navenda berxwedanê. Dewleta Tirk careke din li hemberî çanda berxwedanê ya gelê me têk çû û ciwanên Kurd ref bi ref tevlî refên gerîlayan bûn û bersiva pêwîst dan zîhniyeta faşîst.

 

Hevrêya me Bêrîtan li Meletiyê, di nava malbateke Tirk de ji dayik bû û mezin bû. Hevrêya me Bêrîtan tevî hewldanên dewleta Tirk a ji bo veşartina şerê xwe yê qirêj ê li Kurdistanê dimeşîne, şahidî ji rûdanên wê re kir. Hevrêya me Bêrîtan wekî jineke ciwan a bi hestiyar, bi hewldanên xwe re xwest têkoşîna me nas bike. Tevî ku di hawirdoreke ku zexta dewletê pir lê serwer e de mezin bû jî, tu car dev ji lêgerîna xwe ya heqîqetê berneda. Hevrêya me ku piştî amadeyiyê li Mereşê çû zanîngehê, xwe li beşa endezyariyê qeyd kir. Hevrêya me di vê pêvajoyê de gelê Kurd ji nêz ve nas kir, lêkolîn kir, xwend û ramanên Rêber Apo nas kir. Eleqeya hevrêya me bi paradîgmaya Rêber Apo ku xwişk-biratiya gelan û azadiya jinê esas digre, çêbû. Hevrêya me Bêrîtan her ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas kir, zêdetir girêdayî têkoşîna me bû. Hevrêya me jiyan û têkoşînên qehremanên nemir ên PKK’ê, di şexsê Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Zîlan û Bêrîtanan de zêdetir nas kir. Hevrêya me bi tevlîbûna li nava xebatên ciwanên şoreşger, gava xwe ewil ji bo refên têkoşîna azadiyê avêt. Hevrêya me Bêrîtan Şehîd Pîro Semsûr- Riza Guven ê ku di dema xebatên ciwanan de li Amedê li dijî dagirkeran şer kir û di sala 2010’an de şehîd bû, nas kir û dilsoziya PKK’ê ya bi xeta şehîdan re di şexsê Şehîd Pîro de baştir nas kir. Hevrêya me gihîşt biryardariya ku bi hemû hêza xwe tevlî têkoşîna azadiyê bibe û heta nefesa xwe ya dawî di nava têkoşînê de bibe. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2010-ehitlerimiz/item/1134-piro-semsur-riza-guven Hevrêya me Bêrîtan, li dijî fikrên jehrî ku gelan dike dijminê hev, di kesayeta xwe de şênberkirina hêza ku felsefeya jiyana hevbeş û têkoşînê ya Rêber Apo afirandiye, esas kir. Hevrêya me Bêrîtan ku bi PKK’ê re bû yek û ji bo azadiya gelan têkoşiya, hemû balan kişand ser xwe û bandoreke mezin afirand. Dewleta Tirk ku nexwest meşa hevrêya me Bêrîtan a li ser xeya serkeftinê ya Rêber Apo qebûl bike, hevrêya me kir hedef. Xwest bi binçavkirin û girtinan, îradeya wê bişkîne. Hevrêya me ku di sala 2011’an de ji aliyê delweta Tirk a dagirker ve hate girtin,  berxwedana xwe di zindanan de domand. Weke jineke Tirk a leheng a xwedî ruhê azadiyê, tu car tawîz ji meşa xwe ya azadiyê û israra xwe ya têkoşînê neda. Hevrêya me ku nêzî salek girtî ma, zindanê veguherand qada perwerdehiyê û xwe bi zêdetir pêşxistinê, xeta xwe ya têkoşînê mezin kir û ji zindanê derket.

Hevrêya me ku piştî pêvajoya zindanê, rastî zextên giran hat, wekî jineke ciwan jiyane koletî ku pergalê li ser wê ferz kiribû, qebûl nekir. Da pey şopa Hakî û Kemalan û xwişk-biratiya gelan û azadiyê hilbijart. Hevrêya me Bêrîtan, di sala 2011’an de ji Amedê tevlî refên gerîla bû û hemû polîtîkayên şerê taybet têk bir. Bi awayekî zelal nîşanî ciwanên Kurd û Tirk bi taybet ciwanên bi rûmet da ku divê têkoşîn çawa were meşandin. Hevrêya me Bêrîtan bêyî fikar tevlî jiyana gerîla bû ku ji bo wê meraqek mezin bû û hewl da bi heyecan fêr bibe. Hevrêya me Bêrîtan tevî ku rûbirûyê gelek zehmetiyan hat jî, tu car dev jê berneda û hewl da zehmetiyan derbas bike. Eleqeyek mezin bi jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan Hêvî-Gulnaz Karataş anî. Bi hilgirtina navê Şehîd Bêrîtan ku li dijî xiyanet û temsîliyetê bi helwesta lehengiyane di dîroka gelê me de ciheke nayê jibîrkirin girt, di şexsê wê de bû şopdarê têkoşîna şehîdên me. Hevrêya me Bêrîtan ku pir girêdayî pîroziya jiyana gerîla û hevrêtiyê bû, xwe di her kêliya jiyanê de jinûve afirand û rê û rêbazên tevlîbûneke xurtir geriya. Hevrêya me ku nêzî du salan li Amedê pratîka gerîlatiyê kir, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê ya ewil li Bakurê Kurdistanê kir û bi tevlîbûneke xurt bû gerîlayeke jêhatî. Hevrêya me ya ku piştî pratîkên xwe yên xurt ên li Amedê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, bi perwerdeyên ku dît, hem di qada bîrdozî de hem jî di qada leşkerî de kûr bû û mîna milîtaneke pêşeng a YJA Starê fermandarî kir. Hevrêya me ya ku şopdareke bi israr a xeta azadiya jinê ya Rêber Apo pêş xistî bû, li her derê li dijî taybetmendiyên paşverû têkoşiya. Hewl da ku ruh û pîvanên azadiyê li her derê serwer bibin. Hevrêya me ya ku derbasî Xakûrkê bû û demekê pratîk kir, erkên xwe yên di şerê li dijî dagirkeran de bi serketî bi cih anî û paşê derbasî Avaşînê bû û têkoşîna xwe domand.

Hevrêya me Bêrîtan a ku li Avaşînê li hemberî êrîşên artêşa Tirk ên pêş ketin, ligel hevrêyên xwe bersiveke pêwîst da, herwisa şiyana xwe ya di jiyan û şer de jî bi domdarî pêş xist, bi kûr bûna di îdeolojiya Rêber Apo de û veguheztina wê ji bo pratîkê esas girt. Hevrêya me Bêrîtan a ku xwe ji her hevalekî berpirsiyar didît, her tim ji bo pêşketina wan hewl da, bi têkiliyên xwe yên xurt, hezkirin û rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Dubendiya neteweya zordar û neteweya bindest a ku hişmendiya netewe-dewletê û neteweperestiyê di civaka Tirkiyeyê de çêkiribû, bi sekna xwe ya şoreşgerî ji holê rakir. Hevrêya me Bêrîtan, bawer dikir ku divê hemû mirov, jin û mêr, bêyî cudahiya etnîkî, bi cudahiyên xwe wekhev û azad bijîn û ji bo vê têkoşiya. Hemû hêza xwe ji bo bicihanîna nirxên ku jê bawer dikir, xerc kir. Hevrêya me Bêrîtan a ku li çiyayên Kurdistanê fedayî bû, bi jiyan, şer û têkoşîna xwe, ala têkoşînê ya şehîdên me yên pîroz bi awayekî hêja hilda û navê xwe mîna şoreşgera pêşeng, milîtan û fermandara şîara “Biratiya Gelan” li dîrokê nivîsand.

Hevrêya me Bêrîtan a ku weke jineke ciwan a Tirk, bi hemû hebûna xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, şopînera Heqiyan û Kemalan bû, bi awayekî Bêrîtanî şer kir û bi awayekî Zîlanî fedayî bû. Bû yek ji mînakên herî baş ên kesayeta milîtan a ku felsefeya Rêber Apo afirand. Milîtana wêrek a gelên Kurd û Tirk û meşvana bê dudilî a xeta şehîdan, hevrêya me Bêrîtan wê di têkoşîna me de bijî û bîranîna wê wê her tim rêya me ronî bike.

BERZAN MURAT

 

Hevrêyê me Berzan li bajarê me yê Agirî, ku bi serhildan û çanda berxwedanê ya li Kurdistanê tê nasîn, hat cîhanê. Hevrêyê me ku di nava malbateke welatparêz û bi ked dijî de mezin bû, ji temenê biçûk ve dest bi naskirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kir. Mezinbûna wî di nava kevneşopiyeke ku derfetê neda dagirkeran û çanda berxwedanê her tim zindî bû, rê da hevrêyê me Berzan ku têkoşîna me û rastiya dijmin ji nêz ve nas bike. Di dema ku li Zanîngeha Dîcleyê beşa endezyariyê dixwend, felsefeya Rêber Apo hîn zêdetir nas kir. Hevrêyê me Berzan, li hemberî êrîşên dagirkeran ên li dijî gelê me, qet bê bersiv nema û beşdarî xebatên ciwanan bû û bi awayekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me yê ku demekê xebat ji bo parastina ciwanên Kurd ji polîtîkayên koletiyê yên sîstemê meşand, ji bo hîn zêdetir xizmetê ji gelê me re bike û pêşerojeke azad ava bike, di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me yê ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, paşê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeyên bingehîn ên gerîlatî bû. Hevrêyê me yê ku xwedî ezmûn û daneheveke diyar bû, bi perwerdeyên ku wergirtin, derfet dît ku felsefeya PKK û Rêbertî, têkoşîna me û dîroka gelê me yê bindest bi awayekî kûrtir fêr bibe. Bi fêrbûna rêbaz û taktîkên gerîla, di qada leşkerî de jî tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Berzan ê ku pêvajoya perwerdeyê bi serketî qedand, bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû, zehmetiyên ku rastî wan dihat bi vîna xwe ya xurt derbas kir û bi jiyana gerîla ya pîroz re bû yek. Hevrêyê me yê ku zû pêş ket û bi veguheztina tiştên ku fêr bû ji bo pratîkê, encamên bi bandor derxistin holê, ji bo kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de, bi domdarî di nava tevgerekê de bû. Bi dilsoziya xwe ya di hevaltiyê de û durustiya xwe ya di tevlîbûnê de, rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist, her tim weke milîtanekî mînak derket pêş ku dihate xwestin pê re xebat were kirin. Hevrêyê me Berzan, bi pêşengiyê, hem di jiyanê de hem jî di şer de berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Berzan ê ku demek dirêj li herêma Metîna ma û di gelek xebatan de keda wî hebû, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, ligel hevrêyên xwe axa Kurdistanê bi fedayî parast û bû yek ji fedaiyên ku agirê berxwedana li Metîna dewam dikir, bilind kir. Hevrêyê me Berzan ê ku her tim ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne, di nava tevgerekê de bû, ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bigihîne serketinê, bê westan têkoşîna xwe ya şoreşgerî bi biryardariyeke mezin meşand. Di her xebatê de, bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd û felsefeya Apoyî ji xwe re kir rêber û ji bo xeyalên azadiyê yên gelê me bi cih bîne, hemû hebûna xwe ji bo têkoşînê feda kir. Hevrêyê me Berzan; bi sekna xwe ya milîtanî, şêwaza şerê fedayî û kesayeta xwe ya dilnizm, li ser her hevalekî ku pê re pratîk kir, şopên kûr û bîranînên nayên jêbirin hişt.

Hevrêyê me Berzan ê ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi felsefeya Apoyî xwe ji nû ve afirand, bi pêşengiyê beşdarî têkoşîna me ya şoreşê bû û bê dudilî di xeta fedaiyan de meşiya, di encama êrîşa dijmin a di 1’ê Tîrmeha 2017’an de şehîd bû û tev li karwanê şehîdan bû. Em weke hevrêyên wî yên li pey mayî, dubare soza xwe didin ku em ê teqez têkoşîna hevrêyê xwe Berzan bigihînin serketinê.

KENDAL BARMAN

 

Bajarê me yê Mêrdînê ku yek ji qadên pêşeng ên kevneşopiya serhildanê ya ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê afirandiye ye, bûye yek ji navendên ku azweriya azadiyê ya gelê me yê bindest herî xurt lê hatiye jiyîn. Gelê me yê Mêrdînê ku berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Kurdistanê dest pê kir bi tevlîbûnên girseyî piştgirî kir û tevî hemû êrîşên hovane yên dagirkeran, her tim di nava berxwedanê de cih girt, bi biryardariyeke mezin şopînerê meşa azadiyê ya Rêber Apo bû. Hevrêyê me Kendal ê ku di nava malbateke welatparêz de ku bi têkiliyên civakî yên xurt ên Mêrdînê re bûbû yek û çanda berxwedanê, ji temenê biçûk ve derfet dît ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike. Hevrêyê me yê ku bi xeyala roja ku dê tevlî nava refên gerîla bibe mezin bû, ji bo ku hêzê bide berxwedana gelê me ya ji bo pêşerojeke azad, di sala 2014’an de li ser axa Mêrdînê ya kevnar a ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Piştî ku perwerdeyên xwe yên bingehîn ên gerîlatî bi serketî qedand, derbasî herêma Metîna bû û dest bi gerîlatî kir. Hevrêyê me yê ku bi awayê xwe yê ciwan û dînamîk zû bi şert û mercên jiyana gerîla re adapte bû, meşa xwe ya şoreşê bi daxwaz û azweriyeke mezin dewam kir. Hevrêyê me yê ku bi daxwaza fêrbûna bêsînor, her tim dixwend, lêkolîn dikir û bi hevrêyên xwe re nîqaş dikir û xwe pêş dixist, armanc kir ku bi kûrbûna di felsefeya Apoyî de, xwedî pratîkeke xurt bibe. Her tim bi cidiyeteke mezin nêzî erkên şoreşê bû û esas girt ku her erka ku wergirtiye, bi serketî bi cih bîne. Hêz da jiyana pîroz a PKK’ê û qada pêşketina mezin a ku têkiliyên hevaltiyê yên xurt afirandiye. Hevrêyê me Kendal, bi kesayeta xwe ya karker û tevlîbûna xwe ya bi coş, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me yê ku êşên dijmin bi gelê me dida kişandin qet ji bîr nedikir û li dijî dijmin xwedî hêrseke mezin bû, ji bo parastina axa Kurdistanê ya pîroz li dijî dagirkeran, bi fedayî şer kir. Hevrêyê me yê ku bersivdayîna xeyalên azadiyê yên gelê me kiribû navenda têkoşîna xwe ya şoreşgerî, xwe li ser armanca xwe kûr kir û bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe ya li herêma Metîna, veguherî milîtanekî pêşeng û bi ezmûn, tecrûbeyên xwe ji hevrêyên xwe yên nû re veguhezt û di pêşketina wan de jî ked da. Her tim ji bo pisporbûna di taktîkên gerîla de hewl da û ruhê serketinê yê ku serdemê dixwest, di kesayeta xwe de şênber kir. Hevrêyê me Kendal ê ku di dema êrîşên artêşa Tirk ên di sala 2015’an de dest pê kirin û armanc kirin ku vîna azad a gelê me tune bikin, di eniya herî pêş de cih girt û şer kir, di gelek çalakiyan de cih girt û di derbên giran ên li dagirkeran de ked da. Hevrêyê me yê ku bi şerê fedayî, çespand ku ew milîtanekî hêja yê PKK’ê û gelê me ye, di nava refên têkoşînê de zû pêş ket. Ew bi hemû dilê xwe bawer dikir ku têkoşîna me wê teqez bigihîje serketinê û bi vê baweriyê tempoya têkoşînê her ku çû zêde kir, mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ku her tim ji xwe re mînak digirt û şopînerê wan bû, bi awayekî milîtanî hewand.

Zarokê mêrxas ê gelê me, hevrê Kendal, di encama êrîşa dijmin a di 1’ê Tîrmeha 2017’an de li ser erka xwe şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Kendal ê ku di rêya fedaiyan de meşiya û xwedî tevlîbûneke xurt bû û li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya xurt hişt, wê her tim di têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.

ŞOREŞ OZER

 

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ket, hêviya pêşeroja azad a gelê me yê bindest ê ku rastî hemû cure êrîşên nemirovane yên mêtingeran hatibû û anîbû ber qiraxa tunebûnê, ji nû ve afirand. Bajarê me Agirî ku yek ji wan bajarên ku agirê berxwedanê yê ku li her qada Kurdistanê belav bûye, jê re govanî kiriye, bi nasnameya xwe ya têkoşer xwedî li PKK’ê derket û di têkoşîna azadiya gelê me de roleke girîng lîst. Bajarê me Agirî ku gelek zarokên xwe yên mêrxas tevlî nava refên berxwedanê kir, qet ji dayîna berdêlê paş ve nema, tevî hemû êrîşên dijmin, xwedî li felsefeya Rêber Apo û mîrateya têkoşînê ya şehîdên me derket. Hevrêyê me Şoreş ê ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, di nava malbateke ku kevneşopiya welatparêziyê her tim zindî bû de hatiye cîhanê, bi şahidîkirina li berxwedana gelê me û êrîşên îmhakirinê yên dagirkeran mezin bû. Mezin bûna wî di nava malbateke karker de, rê da hevrêyê me Şoreş ku xwedî nasnameyeke welatparêz a xurt ku bi rastiya kedê teşe girtiye û bi axa welat ve girêdayî ye, bibe. Tevlîbûnên ji nava malbata wî ya nêzîk a refên têkoşînê, rê da hevrêyê me ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve bişopîne. Hevrêyê me yê ku rastiya ku riya bingehîn a xwedîbûna pêşerojeke azad a gelê me, ji têkoşîna gerîla derbas dibe, fêm kir, biryar da ku tev li nava refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Şoreş, li hemberî êrîşên berfireh ên ku dewleta Tirk di sala 2015’an de bi armanca tunekirina gerîla ku vîna azad a gelê me ye û encamgirtina konseptên xwe yên tunekirinê dabû destpêkirin, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û rêya têkoşînê ji bo ciwanên Kurd ên berxwedêr nîşan da.

Hevrêyê me Şoreş ê ku li ser axa Agirî ya kevnar a ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî nava refên têkoşînê bû, paşê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tevlî perwerdeyên şervanên nû bû û dest bi fêrbûna jiyana gerîla ya pîroz kir. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên ku wergirtin, hem di qada îdeolojîk de hem jî di qada leşkerî de dest bi jêhatîbûnê kir, bi kelecana veguheztina tiştên ku fêr bûbû ji bo pratîkê, derbasî herêma Metîna bû û tevlî xebatan bû. Hevrêyê me Şoreş ê ku di temenê ciwan de tevlî têkoşînê bû û zû bi jiyana gerîla re adapte bû, bi fêrbûna taktîkên gerîla, dest bi pisporbûnê kir. Ji bo bibe gerîlayekî profesyonel, hewl û kedeke mezin da. Hevrêyê me Şoreş ê ku di qada leşkerî de xwedî eleqe û qabiliyeteke mezin bû, di gelek qadên cuda de pispor bû. Li her derê ku lê bû, bi enerjiya xwe hêz da hevrêyên xwe û bi daxwaza xwe ya têkoşînê ya bêdawî, her tim di jiyanê de di rêza herî pêş de cih girt. Hevrêyê me yê ku ji bo felsefeya Rêber Apo hîn baştir fêm bike, di her derfeta dîtî de dixwend û lêkolîn dikir, bi têkiliyên hevaltiyê yên kûr ku ava kiribûn, bû hevalekî ku jê sûd bê wergirtin. Hevrêyê me yê ku li herêma Metîna pratîkeke serketî meşand, ji bo di eniya herî pêş de li hemberî êrîşên dagirkeriyê cih bigire, bi berdewamî pêşniyarî kir. Hevrêyê me Şoreş ê ku bi kesayeta xwe ya milîtanî û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, di her çalakiyeke ku tevlî dibû de serketinê esas digirt, bi şêwaza şerê fedayî, karîbû her erka ku wergirtiye bigihîne encamê. Hevrêyê me yê ku tempoya tevlîbûnê her tim bilind digirt û bi hevrêyên xwe re bûbû yek û bi ruhê serketinê nêzî erkan dibû, xwedî jiyan û tevlîbûneke milîtanî bû û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.

Hevrêyê me Şoreş ê ku di xeta fedaiyan de meşiya û her kêliya jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kir, di encama êrîşa dijmin a di 1’ê Tîrmeha 2017’an de şehîd bû. Bîranîna jiyan û têkoşînê ya hevrê Şoreş ê ku yek ji mînakên bijarte yên vîna Apoyî ya pir bi nirxe e, wê her tim di berxwedana me de bijî.

RONÎ JIYAN

 

Hevrêyê me Ronî li Mûşê ku yek ji navendên berxwedanê yên kevnar ên Serhedê ye, çavên xwe li cîhanê vekir. Di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû ku tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de hebûn. Hevrêyê me, şahidî li êşên ku gelê me li hemberî êrîşên dijmin kişand, kir û li dijî dagirkeran xwedî hêrseke mezin bû. Gelê me yê ku ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî hatibû mehrûm kirin û rastî siyaseta qirkirinê hatibû, tevî hemû êrîşan, radestî dagirkeran nebû û her tim têkoşîna jiyana bi rûmet da. Rastiya gelê Kurd a ku PKK’ê bi îdeolojiya Apoyî ji nû ve afirand, ji Kurdistanê derbas bû û bû hêviya hemû gelên bindest. Gelê me yê ku bi serhildanên xwe yên afirandî, di dîroka me ya têkoşînê de rûpeleke nû vekir, her serdemê bi şandina bi hezaran zarokên xwe yên mêrxas ên refên têkoşînê, angaşta xwe ya xwedîbûna pêşerojeke azad danî holê. Hevrêyê me Ronî yê ku di nava vê berxwedanê de mezin bû û teşe girt, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, li hemberî têkoşîna hebûnê ya gelê me bêdeng nema, bi şopandina berxwedanê ji nêz ve, tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Ronî yê ku demekê di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û navnîşana qada esasî ya têkoşînê ji hemû ciwanên Kurd ên bi rûmet re nîşan da.

Hevrêyê me yê ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, derbasî herêma Zapê bû û tevlî perwerdeyên gerîla yên bingehîn bû û bi serketî qedand. Li Zapê ya ku pê re bi azweriyeke mezin hatibû girêdan, têkiliyên hevaltiyê yên xurt pêş xist, di demeke kurt de karî xwe bi şert û mercên gerîlatiya zehmet re adapte bike. Hevrêyê me Ronî yê ku ji bo di xeta milîtanî ya PKK’ê de kûr bibe, xwedî hewlên xurt bû, esas girt ku bi hewldana jêhatîbûna hem di qada îdeolojîk de hem jî di qada leşkerî de, bibe gerîlayekî ku bersiva pêwîstiyên serdemê bide. Hevrêyê me Ronî yê ku di dema êrîşên ku dewleta Tirk li ser herêma Zapê pêş xistibûn de, çeka xwe hilda û ligel hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist, bi jiyan û şerê xwe, hezkirin û rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Ronî yê ku her kêliya jiyana xwe bê dudilî ji bo têkoşîna azadiya gelê me feda kir, her tim dilsozê xeta şehîdan ma, ji bo bibe milîtanekî hêja yê Rêber Apo, bê westan ked da. Her tim ji bo erkên herî zor amade bû. Bi pêşengiya xwe ya di xebatên ku kedeke mezin dixwestin de, beşdarî derxistina encamên bi bandor ên berxwedana gerîla ya dîrokî bû. Hevrêyê me Ronî yê ku Rêbertî kiribû navenda jiyana xwe, di her derfeta dîtî de dahûrandinên Rêbertî dixwend û hewl dida hîn baştir fêm bike û jîndarî bike. Hevrêyê me Ronî yê ku bi kesayeta xwe ya karker dihate nasîn, zû pêşengî kir û bû yek ji hevrêyên me yê ku bal dikişand ser xwe û bi têkiliyên hevaltiyê yên xurt derdiket pêş. Di pêvajoya şerê giran de, ji bo tola hevrêyên xwe yên ku bi şerê fedayî nemir bûbûn, hilîne, her tim di nava tevgerekê de bû. Hevrêyê me Ronî, bi bilindkirina têkoşîna xwe ya her ku çû, bû milîtanekî ku navê xwe bi serketî li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.

Hevrêyê me Ronî yê ku di şerê li dijî dewleta Tirk ê li herêma Zapê de erka xwe bi serketîneke mezin bi cih anî, di 16’ê Cotmeha 2017’an de li ser erks di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Em sersaxiyê ji bo malbata wî ya hêja û hemû gelê me yê welatparêz dixwazin û dubare soza xwe didin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Ronî yê ku daxwaz û kelecana xwe ya roja yekem a tevlîbûnê qet winda nekir, bi awayekî fedayî tevlî jiyan û şer bû, bi serketinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
Nûçeya Pişt re Ji Nazim Daştan heta ‘Heval Birako’: Komuna Sînemayê ya Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîftyurek: Desthilatdariyê çandinî qedand, divê em çareseriya xwe hilberînin

Endamê Komîsyona Çandiniyê yê DEM Partiyê Sînan Çîfyurek diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê çandinî qedandiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo 2 hunermendan peyama sersaxiyê

Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo her du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan dest ji kar berdan û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li Îzmîr, Enqere,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?