Sêşem, 30 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Halîde Turkoglu: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel: Bi vekirina Meclisê re divê bi lez sererastkirinên qanûnî bên kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê Komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Robîn Bakir li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sandro Mezzadra: Demildest mafê hêviyê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di derbiya Kurdistanê de Wanspor 3-0 bi ser ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce li warê wî Helebceyê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helmet şandin warê wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê serdanên sersaxiyê ji bo malbata şehîd Firat Kûşak

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komek ji ciwanên Şengalê beşdarî nava refên YBŞ’ê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sheffielddeyê ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel atolyeyek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna Nagihan Akarsel li Parîsê komxebata jinan hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Li Kurdistanê  ji bo jiyanê edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêkanînên Îranê cînayetek eşkere ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG-NRÇ'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan û Mahsûm em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ku mîlîtanên fedayî yên Apoyî ne roja 4’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de şehîd bûn.

Hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ên ku xwestin hebûna gelê me biparêzin, azadiya wan pêk bînin û bidin pey şopa şehîdan, ji Qamişlo û Amedê tevlî refên azadiyê bûn. Di temenekî ciwan de tevlî têkoşînê bûn û barê giran ê doza azadiya gelê Kurd dan ser milê xwe. Bêyî hesap, bi fedakariyekî mezin û bi hesta bilind a fedayîbûnê tevlî têkoşînê bûn. Hevrê Sîpan û Mahsûm di qadên cuda de serkefinên mezin pêk anîn û her xebatê bêkêmanî bi cih anîn. Bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî Hêzên Taybet bûn û bûn peyrewên Zîlan, Sara, Rûken, Rojhat, Erdal, Asya, Rojger, Delîl, Guven, Dîdar, Andok, Ciwan, Doga, Gabar, Munzur, Abbas, Lorîn, Hakî, Serxwebûn, Armanc û gelek fermandarên fedayî. Xwe fedayî doza azadiya gelê me kirin û têkoşiyan. Hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ku bawerî, hezkirin û rêzdariya mezin a tevgerê û hevrêyên me qezenc kirin, wekî namzetên fermandarên ciwan ên serdema nû derketin pêş. Bûn mîlîtanên ku ji bo pêşketînê vekirî, berbi rêya serkeftinê re dimeşîn û namzetên wergirtina pêvajoyekî xwedî bendawariyên mezin. Dema ku ji bo berxwedana dîrokî ya gerîlayan li Zapê mezin bikin li ser erka xwe bûn, di êrîşa dijmin de şehîd bûn.

Em sersaxiyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku milîtanên fedayî yên Apoyî dewrî me kirine bigihînin serkeftinê û bîranînên wan her tim bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Sîpan Hêvî
Nav û paşnav: Huseyîn Alî
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dayik û bav: Şirîn – Elî
Cih û dîroka şehadetê: 4’ê Cotmeha 2024’an/Zap

Nasnav: Mahsûm Amed
Nav û paşnav: Cafer Dalkiliç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Gulşen – Cuma
Cih û dîroka şehadetê: 4’ê Cotmeha 2024’an/Zap

SÎPAN HÊVÎ

Hevrêyê me Sîpan li Qamişloyê di nava malbatekî xwedî kevneşopiya welatparêziya kûr de ji dayik bû. Ji ber tevlîbûnên li derdora xwe û bi saya welatparêziya malbata xwe di temenekî biçûk de Tevgera me nas kir û hişmendiya welatparêziyê qezenc kir. Hevrêyê me yê ku bi exlaqa xurt a ji malbata xwe wergirtî mezin bû, di zarokatiya xwe de sempatîya wî li hemberî partiya me PKK’ê çêbû. Dema ku çû dibîstanên rejîmê rastî polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergala perwerdeyê ya modernîteya kapîtalîst hat. Hevrêyê me Sîpan di mijara zimanê dayikê de her tim bi hestiyar tevgeriya û hewl da bi Kurdî biaxive û jiyan bike. Wekî ciwanekî Kurd her tim refleks li hemberî zîhniyeta tekparêz a dewletên netewe da. Di temenê ciwantiya xwe de tevlî çalakiyên civakî bû. Hevrêyê me ku bi taybet bûyerên di salên amadeyiyê de dihatin jiyîn lêpirsîn kir, dît ku di nava rejîmekî li ser desthilatdarî û netewperestiyê de nikare çanda xwe bi rehetî bijî. Meraqa hevrêyê me Sîpan ku kete nava lêgerînê, li hemberî berxwedana gerîla zêde bû. Dev ji dibîstana rejîmê berda û ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Hevrêyê me ku zû wateya kedê nas kir û hay ji pîroziya kedê hebû, bi saya kesayeta xwe ya gihiştî ji aliyê derdora malbata xwe ve hat hezkirin û guhdarkirin. Li gorî hemsalên xwe her tim bi kesayeta xwe ya hestyar, gihîştî û bimeraq bala civakê kişand ser xwe. Di demeke ku dengê Şoreşa Rojava dihat de, derfet dît ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Ji ber ku di derdora nêz a hevrêyê me Sîpan de gelek kes tevlî refên şoreşê bûn, ev yek hişt ku ew jî têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me yê ku ji her tevgerê mîlîtanên Apoyî yên derfet dît bibîne û biaxive, bandor bû, xeyala rojên jiyana Apoyî kir. Bi taybet ji felsefeya “yek loqme yek xirqe” ku rêgeza jiyana Apoyî ye, bandor bû û biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me ku şahidî ji qehremaniyên di Berxwedana Kobanê de kir, soza bûyîna şoreşgerê profesyonel da û ji bo tevlî refên têkoşînê bibe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me di demekî kurt de fêrî jiyana kolektîf û şert û mercên zehmet ên çiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya coş a ji bo perwerdeyan bala hevrêyên xwe kişand. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi heyecan û daxwaza fêrbûna xwe ya di perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî de di demekî kin de pêşketin nîşan da. Bi saya xwendina materyalên Partiyê û perspektîfên Rêbertiya me, xwe pêş xist. Ji bo ku di aliyê îdeolojîk de PKK’ê nas bike hewldanekî mezin da. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, bi bêsebrî ma benda rojên ku derbasî qada pratîkî bibe. Hevrêyê me yê ku derfet dît hînbûnên xwe pêk bîne, piştî ku derbasî qada pratîkî bû ji bo ku li ser hirgûliyên derbarê jiyana gerîla de serwer bibe, xwest di her xebatê de cih bigire. Bêyî dudilî tevlî xebatên pratîkî bû. Bi kesayeta xwe ya bi moral, coşa xwe ya bêdawî û daxwaza xwe ya xebitînê, li gel hevrêyên me yên di rêveberiya PKK’ê de ma. Di nava vê pêvajoyê de hem bi hemû enerjiya xwe tevlî xebatan bû, hem jî gelek agahî û tecrubeyên girîng ji rêveberiya me ya rêxistinê wergirt.

Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar tê nasîn, bi zanebûna bendewariyên pêvajoyê ji bo ku di xebatên Partiyê ya binesaziya Hêzên Taybet de cih bigire pêşniyar kir. Bi zanebûna ku operasyonên dewleta Tirk a dagirker a tasfiyekirina Partiya me û tepisandina gelê me tenê bi rêya Şehîd Zîlan dikare were têkbirin, tevgeriya. Hevrêyê me ku di sala 2017’an de di binesaziya Hêzên Taybet de ji pêvajoyekî perwerdehiyê ya zehmet re derbas bû, bi dersên îdeolojîk re lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Hevrêyê me Sîpan di demekî ku çalakiyên fedayî zêde dihatin kirin de derfeta perwerdeyê dît û bi gelek hevrêyên me yên çalakiya fedayî kirin re li heman hawirdorê ma û armanc kir ku bibe layiqê şehîdan. Fêr bû ku fedayîtî ji jiyanîkirina rêgezên Apoyî û bêkêmasî bi cih anîna erkên Partiyê derbas dibe. Hevrêyê me ku ji pêvajoyekî zehmet a perwerdeyê derbas bû, piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, cihê xwe di xebatên girîng ên di binesaziya Fermandariya me ya Biryargeha Navendî de cih girt. Her erka xwe bi hişmendiya layiqbûna şehîdan pêk anî. Hevrêyê me ku hem di aliyê îdeolojîk û hem jî leşkerî de kûr bû, ji bo ku cihê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bigre, derbasî Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me yê ku kêliyek jî di meşa xeta fedayî de dudil nebû û ji bo tola hevrêyên me yên şehîd hilîne li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû, di têkoşîna serdemê de bû xwediyê kedekî girîng.Hevrêyê me yê ku her tim bi tevlîbûna xwe bû mînak, 4’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirkerk de tevlî karwana nemiran bû. 

Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe yê ku bi tevlîbûna xwe ya fedayî û hevrêtiya xwe ya xurt mîrateyekî têkoşînê yê mezin ji me re hişt, jiyanî bikin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

MAHSÛM AMED

Hevrêyê me Mahsûm li navçeya Çermûg ê Amedê ji dayik bû. Li bajarekî wekî Amedê mezin bû ku hişmendiya welatparêziyê lê xurt tê jiyîn û beşdarbûnên ji bo refên gerîla lê zêde ne. Hevrêyê me Mahsûm tu car li hemberî bûyerên li derdora wî diqewimin, bêhestiyar nema. Hevrêyê me yê ku şahidî ji zext û êşkenceyên dewleta Tirk ên li ser gelê me kir, di temenekî biçûk de nakokiyan jiyan kir. Ji ber ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi dayîna berdêlên mezin destkeftiyên gelê me diparêze û ji ber şehadetan jiyana gerîlayan meraq kir. Hevrêyê me ku 8 sal li dibîstanên pergalê xwend, ji bo ku tevkariyê li dabara malbata xwe bike dev ji dibîstanê berda. Hevrêyê me yê ku di temenekî biçûk de fêrî wateya kedê bû û haya wî ji pîroziya xwêdana eniyê hebû, di gelek karan de xebitî. Bi kesayeta xwe ya dirust û paq ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin. Bi temenê xwe re bûyerên li Kurdistanê lêpirsîn kir û xwest bersivê ji lêgerînên xwe re bibîne. Guh da çîrokên qehremaniyê yên li ser Partiya me PKK’ê û sempartiya wî ji bo Tevgera me çêbû. Di demekî ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn û gerîlayên Kurdistanê bi îradeya Apoyî destanan dinivîsandin de lêpirsînên wîcdanî jiyan kir. Hevrêyê me yê ku bi ruhê seferberiyê xwedîderketina Berxwedana Kobanê ji aliyê gelê me ve û şehadetan bandor bû, ji bo xwe jiyanê wekî heyî jiyankirinê qebûl nekir. Ji bo ku tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe ku gelê me bi hezaran zarokên xwe yên leheng da, kete nava lêgerînê. Biryar da ku di Berxwedana Kobanê ya destanî de cih bigire. Hevrêyê me yê ku her çiqas ji bo tevlîbûnê hinek astengiyan jiyan kir jî, gav paşde neavêt û xwest derbasî qadên şer lê giran e bibe, di sala 2015’an de tevlî refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me Mahsûm ji ber ku bi hevrêyên me yên ku ji bo parastina gelê me bi ruhê fedayî şer kirin re di heman mewziyê de cih girt, pir kêfxweş bû. Hevrêyê me piştî perwerdeyekî kurt bi awayekî çalak tevlî şer bû û bû yek ji fedayiyên ku têkneçûyîna îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê da. Tevî ku şervanê nû jî bû, bi wêrekiya xwe ya di şer de û helwesta xwe ya xwînsar performansekî serkeftî nîşan kir. Hevrêyê me bi samîmiyeta xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, tekûziya di qada leşkerî de û bi tarza jiyana Apoyî re bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku di pevçûnekî de birîndar bû, di demekî kin de tedawiya xwe temam kir û dîsa cihê xwe di mewziyên şer de girt. Hevrêyê me yê ku ji xeynî serkeftinê tu sedeman qebûl nekir û bi qabiliyetên xwe yên leşkerî di gelek mijaran de alîkarî da hevrêyên xwe, pêşniyar kir ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê giran in. Hevrêyê me yê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di gelek pêngavên serkeftî de cih girt û keda wî di Şoreşa Azadiya Rojava de çêbû, derbasî çiyayên Kurdistanê bû ku cihên pîroz ên gerîlayan e û tevlî xebatên pratîkî bû ku hesreta wî bû. Hevrêyê me Mahsûm ku her tim îdiya û ezîma wî ya têkoşînê mezin bû, ji bo ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bi ser bixe pêşniyar kir ku di xebatên binesaziya Hêzên Taybet de cih bigire. Hevrêyê me di sala 2013’an de tevlî xebatên perwerdehiya Hêzên Taybet bû, bi xwendina Rêbertiya me re daneheva îdeolojîk qezenc kir û di tarz û taktîkên gerîla de kûr bû. Hevrêyên me yên fedayî û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê bi awayekî neyê jêbirin nivîsandî, kir rênîşanderê xwe. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, israr kir ku derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêyê me Mahsûmli gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û erkên mîlîtaniya fedayî yê Apoyî bêdudilî pêk anî. Bû yek ji milîtanên fedayî yê Apoyî ku rê neda dagirkeran û hemû beralîbûnên dijmin vala derxist. Hevrêyê me Mahsûm wê bi qabiliyeta xwe ya leşkerî, daneheva xwe ya îdeolojîk, hevrêtiya xwe ya xurt û bi kesayeta xwe ya di serkeftinê de kilîd bûyî, her tim ji me re bibe mînak.

Em di şexsê hevrêyê xwe Mahsûm ku 4’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dijmin de şehîd bû de soza xwe dubare dikin ku heta armanc û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin têkoşîna xwe mezin bikin û diyar dikin ku em ê her tim bîranîna şehîdên xwe jiyanî bikin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meryem Fethî: Em alîgirê azadiyê ne, ne yê şer in
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê ji bo şehîd Cîger Goyî konê sersaxiyê hate danîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Egîd ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî tu astengî nas nekirin

Ew ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî û xeyalên Rêbertî tu astengî nas nekirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê

Girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzelê ya di Girtîgeha Menemenê de rakirin nexweşxaneyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Divê ciwan xwedî li ‘wezîfeyên xwe yên dîrokî’ derbikevin

Komîteya Ciwanan a PKK’ê diyar kir ku di pêvajoyeke wiha dîrokî de ku şerê hebûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di derbiya Kurdistanê de Wanspor 3-0 bi ser ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce li warê wî Helebceyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê şehîd Helmet şandin warê wî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?