Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev agahî parve kirin:
“Em hevrêyên xwe Azîme, Mordem, Hemze û Xeyrî ku 6’ê Nîsana 2018’an di encama êrîşa li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrêya me Azîme ku bi evîneke mezin a ji bo azadî û welatê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi kesayeta xwe ya xweser û paqij di demeke kurt de adapteyî jiyana PKK’ê bû. Bi evîna xwe ya ji bo azadiyê û kesayeta xwe ya durist ve di demek zû de pêş ket. Di her xebatê de serkeftin ji xwe re kir armanc û bi fedakariyeke mezin xwedî li erk û wezîfeya xwe derket. Pîvanên tevgera azadiya jinan di şexsiyeta xwe de da rûniştandin û bi şerê ku dide azad û delal dibe û bi gavên jixwebawer rêwîtiya xwe ya jina Kurd a wêrek pêş xist. Bi xwe, hevrêtiya xwe ya jidil û wêrekiya xwe ya di têkoşînê de ji aliyê hemû hevrêyên wê re hat teqdîrkirin û bû mîlîtaneke Apoyî ya mînak. Heta şehadeta xwe jî xwe ji têkoşîneke bêhesab neda dûr.
Hevrêyê me Mordem ku yek ji endamê eşîreta Herkiyan a welatparêz bû, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û bi dildariyeke mezin xwedî li azadiya gelê me û welatê me Kurdistanê derket. Ji bo vê yekê bê hesab beşdariya têkoşînê ji xwe re kire armanca sereke. Di gerîlatiyê de bû xwedî tecrube û li ser taktîkên serdemê hûr bû. Ji bo xweparastina gelê me bike û êrîşên dijminî pûç bike, bi wêrekiyeke mezin li dijî faşîzma DAÎŞ’ê şer kir. Bi sekna xwe, beşdariya xwe ya bi moral û bi wêrekiya xwe di bidestxistina destkeftiyên mezin de roleke giring lîst. Di fermandariya gerîlatiyê de bi gavên jixwebawer pêş keft û bû xwedî tecrube. Hevrêyê me Mordem hêviya pêşerojeke ronak dida û wekî fermendarekî ku hemû erkên xwe bi layiqî bi cih dianî, bawerî da hevrêyên xwe. Ev sekn û beşdariya wî ku ji bo hemû hevrêyên wî bû mînak heta şehadeta xwe bêyî navber domand.
Hevrêyê me Hemze ku taybetiyên saxlem, xweser û welatparêz ên gelê me yê Serhedê di kesayeta xwe de dida der, ji dil bawerî bi têkoşîna fedaîyane ya ji bo azadiya gelê me anî. Dema ku leşkeriya mecbûrî ya dewleta Tirk dikir bi vê heqîqetê hesiya û rastiya dijminî bi hemû zelaliya xwe nas kir. Hevrêyê me Hemze biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û ji leşkeriya mecbûrî ya dewleta Tirk reviya û beşdarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Hemze dema ku ji artêşa tecawizkar û dagirker derbasî refên gerilayên azadiyê bû, wekî ku ji nû ve hat dinyayê. Bi evîn û eşqeke mezin tevlî gerîlayên azadiyê bû û bi hemû hebûna xwe beşdariyeke xweser nîşan da. Li ser vê bingehê, ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê têkoşîneke fedaiyane da. Bi kesayeta xwe ya fedaiyane, sekna xwe ya bibiryar û bi kêfxweşiya jiyanê tijî, ji bo hemû hevrêyên wî bû mînak. Hevrêyê me Hemze, bi bexşkirina gelek nirxên mezin a ji bo têkoşîna azadiya gelê me giheşt şehadetê. Ew mînaka herî heqîqî ye ku ciwanên me yên Kurd divê pê bizanin ka ew ê li dijî rejîma Tirk a faşîst xwedî helwesteke çawa bin.
Hevrêyê me Xeyrî jî ji nava dilê gelê me yê Serhedê, wekî ewladekî xwedî rûmet û wêrek tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Ew beşdarî çalakiyên ciwanên şoreşger ên demokratîk bû û ji bo azadiya gelê me têkoşîn da. Hevrêyê me Xeyrî ji kolanan heta metropolan, li her derê bi dawazeke mezin a azadiyê têkoşîn da û da ku bibe gerîlayekî profesyonel biryara beşdariya refên gerîla da. Wî xwe bi pêş xist û bû xwedî raye; bi vî awayî beşdariyeke taybet nîşan da. Bi tecrubeyên xwe yên di nav refên gerîla de, bû xwedyê vîneke mezin, hêzeke ramyarî, tecrubeyek rêxistinî û manewiyata hevrêtiyê. Bi jêhatinên xwe yên mirovî, bû milîtanekî apoyî yê mînak. Bi fedakariyeke mezin xebitî, rênîşandêriya hevrêyên xwe kir û ji wan re bû alîkar. Bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiyê heta roja ku ew bi şehadeta xwe tacîdar kir, bê dudilî domand.
Hevrêyên me Azîme, Mordemî Hemze û Xeyrî, ji bo parastina hebûna gelê me û ji bo dabînkirina azadiya wê, bê tirs tevlî têkoşîna azadiyê bûn û bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan. Em ji bo malbatên wan ên qedirbilind û ji bo hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê li ser şopa hevalên xwe berdewam bin, em ê tola wan bistînin, em ê armancên wan pêk bînin û em ê mîrateya wan bi Rêberê Azad re li Kurdistana Azad bidin jiyîn.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Azîme Botan Nav û paşnav: Nadiye Goksû Cihê jidayikbûnê: Erzirom Navê dayik û bav: Mercan – Abdulkerîm Cih û dîroka şehadetê: 6 Nîsan / 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Mordem Şahîda Nav û Paşnav: Ferman Kiliç, Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Navê dayik û bav: Zahîde – Salîh Cih û dîroka şehadetê: 6 Nîsan / 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Hamze Gabar Nav û paşnav: Sînan Arslan Cihê jidayikbûnê: Wan Navê dayik û bav: Gulten – Omer Cih û dîroka şehadetê: 6 Nîsan / 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Xeyrî Serhed Nav û paşnav: Farûk Taşçi Cihê jidayikbûnê Qers Navê dayik û bav: Rahîme – Fevzî Cih û dîroka şehadetê: 6 Nîsan / 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
AZÎME BOTAN
Hevrêya me Azîme, li Qereyaziya Erziromê hat dinyayê ku bi welatparêziya xwe her tim bûye yek ji navendên giring ên têkoşîna me ya azadiyê. Ji ber ku derdora ku lê dijî welatparêz bû û çanda Kurdî bi hemû sadebûna xwe lê dijî, hevrêya me Azîme jî wekî keseke ku girêdayî rastiya xwe mezin bû. Ji ber ku li derdoreke xwezayî, li gundekî hat dinyayê û neçû dibistanên dagirkeriyê, ji qirêjiya pergala heyî xwe parast. Ji ber vê yekê bû xwedî kesayeteke xwezayî û sade. Hevrêya me li gund li ba malbata xwe mezin bû, loma bi malbata xwe re di gelek karan de xebitî. Hevrêya me bi vî awayî baş zanî ku ka ked çiye û bi fedakariya xwe ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hezkirin. Hevrêya me Azîmeyê, wekî hemû zarokên Kurd di temenekî zû de nas kir û tu carî hebûna dijminî ya li Kurdistanê qebûl nekir. Ji ber vê yekê her tim sedema dagirkirina Kurdistanê pirs kir û xwest sedemên wê bizane. Hevrêya me ji ber kesayeta xwe ya meraqdar di gelek mijaran de xwedî gelek agahiyan bû, bi taybet eleqeyeke mezin nîşanî dîroka Kurdistanê da. Hevrêya me dizanî ku gelê me ji Şêx Saîd heta Seyîd Riza, li dijî êrîşên dijmin her tim li ber xwe daye û neviyên wan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî berdewama vê çanda berxwedanê ne. Loma, hevrêya me sempatiyek nîşanî gerîla dida û her tim dixwest gerîlayan bibîne. Ji ber ku derdora lê dijî derdoreke welatparêz bû, hevrêya me rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo baş dizanî û bi taybet eleqeyeke mezin nîşanî felsefeya azadiya jinê ya Rêberê me pêş xistî, da. Her çiqas dihat xwestin ku ew jiyaneke di nav çarçoveyên civaka tradîsyonel de bijî, lê hevrêya me Azîmeyê her tim daxwaza azadiyê kir. Tevî ku zewicî bû tu carî dev ji daxwaza xwe ya azadiyê berneda û giheşt wê hizrê ku ew dikare vê yekê encax di nav refên PKK’ê de, li ser bingeha felsefeya Apoyî pêk bîne. Ji ber vê yekê, çawa ku gerîlayên ku bi salan bû bêriya wan dikir dîtin, bi kelecan û coşeke mezin daxwaza tevlêbûna xwe ya ji bo refên gerîla anî ziman û dawiya dawî di sala 2014’an de tevlî refên gerîla bû.
Hevrêya me Azîmeyê, perwerdehiya xwe ya yekem li nav refên gerîla li Herêmên Parastina Medyayê wergirt û navê fermandara pêşeng a artêşa jinan a hevrê Azîme Botan-Mîhrîban Saranê hilda û dest bi têkoşîna xwe kir. Hedefa têkoşînê ya hevrêya me mezin bû û li ser vê esasê beşdarî perwerdehiyan bû. Hevrêya me Azîzeyê baş dizanî ku pêkanîna azadiya gelê me girêdayî têkoşîneke bênavber û fedaîyane ye. Loma dizanî ku divênxwe dinasta îdeolojî û leşkerî de pêş bixe. Loma ji bo ku van yekan di kesayeta xwe de temsîl bike kedeke mezin da fêmkirina perwerdehiyên îdeolojîk û teorîk. Di encama vê keda xwe de bi ser ket û di xwe de guherînên mezin pêk anîn. Taybetiyên xwe yên çandî yên ku berê terikandin û rêgezên jina azad pejirandin. Dema ku di sala 2014’an de beşdarî gerîla dibe, êrîşên qirker ên li ser Rojava û Şengalê dikin ku hevrêya me Azîze giringiyeke mezin bide perwerdehiyên leşkerî. Di demek kurt de perwerdehiyên xwe bi serkeftî temam dike û di serî de Şengal xwest ku li kêleka gelê me û jinên me yên ku bi qirqirinê re rû bi rû mane, cih bigire û tola şehîdan hilgire. Ji bo vê yekê bi daxwaz, vîn û fedakariyeke mezin têkoşiya. Hevrêya me Azîmeyê perwerdehiyên xwe bi serkeftî temam kirin û çû cihê xwe yê ku pratîka xwe ya yekem ya gerîlatiyê pêk bîne. Hevrêya me roj bi roj baştir kifş dikir û bi yekbûna bi jiyana çiyayî û gerîlatiyê re xwe bêhtir azad hîs kir. Hevrêya me di her nefesê de, di her meşa gerîla de, di her xebata xwe de coş û kelecana jiyana xwe mezintir kir û her tim poşmaniya dereng beşdsrbûna xwe ya ji bo refên gerîla jiya.
Ji ber vê yekê her tim çalak û bi moral beşdarî çalakiyan bû û ji bo ku xwe pêş bixe ked da. Hevrêya me, di sala 2015’an de li dijî êrîşên topyekun ên li ser gelê me û tevgera me, li eniyên herî pêş cih girt û li dijî êrşên dijminî hazir û amade bû. Weke gerîlayeke YJA Starê, bû xwedî helwest û beşdariyeke li gor mîsyona xwe ya pêşeng û di her kêliyê de bi lêhûrbûneke kûr erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn. Di çalakiyên li dijî êrîşên dijminî de cih girt û hêrsa di dilê xwe de kir mifteya serkeftinê û ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Di çalakiyan de bi fedakarî û wêrekiya xwe bû wesîleya serkeftinên mezin û erkên xwe bi cih anîn.
Hevrêya me, li dijî êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me û Rêberê me ku roj bi roj zêde dibûn û li dijî hewla dijminî ya ji bo jiholêrakirina destkeftiyên me yên ku me bi berdêlên giran hatibûn bidestxistin, biryar dide ku têkoşîna xwe mezintir bike; bi beşdarî, sekin û kesayeta xwe ya milîtan ve li ser hemû hevrêyên xwe yên têkoşînê bandor kir û ji bo ku ew jî bi moral, coş û kelecaneke mezin li dijî êrîşên dijminî li ber xwe bidin.
Hevrêya me Azîmeyê wek gerîlayeke YJA Starê ku xwe bi îdeolojiya Apoyî nixumandibû û meşa xwe ya azadiyê bêfî dudilî didomand, mezintirîn xeyal û armanca wekî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diyar kiribû, di her kêliya jiyana xwe de bû dilsozê vê armanc û xeyala xwe.
Hevrêya me Azîme, 6’ê Nîsana 2018’an, di encama êrîşên dijminî yên li ser Herêmên Parastina Medyayê de giheşt şehadetê û heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê ma û bû yek ji mînakên herî pêşeng ên jina azad a Kurd ku xwe li ser fesefeya Apoyî ji nû ve diafirîne.
MORDEM ŞAHÎDA
Hevrêyê me Mordem, ewladê eşîra qedîm ya navçeya Colemergê Şemzînanê, di nav malbateke welatperwer û xwedî nirxên giring ên Kurdayetiyê de hat dinyayê. Ji ber van taybetiyên malbata wî, hevrêyê me Mordem wek kesekî girêdayî rastiya xwe mezin bû. Hevreyê me li qontarên çiyayên Zagrosê, di nav jiyaneke xwezayî ya gundewarî de mezin bû û taybetiyên berxwedêr û serhildêr yên herêma xwe di xwe de hewandin. Ji ber ku gundê lê dijî, li ser sînorê çêkirî yê ku Kurdistanê parçe dike dimîne, hevrêyê me yekem nakokiyên xwe dijî û ji bo wî reşeke bêwate bû ku qismek ji eşîra wî li Başûrê Kurdistanê û qismê din li Bakurê Kurdistanê dijî. Hevrêyê me cara ewil li gundê xwe dibe şahidê rejîma dagirker û mêrtinger a li Kurdistabê û tevî ku hêj di temenekî biçûk de bû ev yek qebûl nekir. Loma li dijî dewleta Tirk a dagirker ku berpirsiyarê vê yekê ye hêrseke mezin hebû.
Ji ber ku erdnîgariya lê dijî di heman demê de qada çalakiuên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, Hevrêyê me Mordem di temenekî biçûk de partiya me PKK û rastiya gerîla nas kir. Bi taybet, şerê fedaîyane yê gerîla ya li dijî dagirkirina Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, kir ku hevrêyê me Mordem eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayan bide. Hevrêyê me bi çîrokên qehremaniya gerîlayan mezin bû û hezkirina gerîla ya di dilê xwe de roj bi roj mezintir kir.
Hevrêyê me di ciwaniya xwe de ji bo piştgiriya malbata xwe bike, li ser sînor dest bi qaçaxçîtiyê dike, lê bi demê re bêwatebûna sînorên ku welatên me parçe dike ferq dike. Her çiqas dijmin zorê lê bike jî, hevrêyê me sînotên Kurdistanê parçe dikin ji mejiyê xwe derdixîne. Hevrêyê me bi avî awayî hem alîkariya malbata xwe kir hem jî ji nêz ve derfeta naskirina gerîla bi dest xist. Hevrêyê me dema yekem car gerîlayekî dibîne, ji helwesta gerîla, ji cil û bergûn wî û heta çeka wî ji her tiştê wî bandor dibe. Hevrêyê me vê rasthatina xwe ya bi gerîlayekî re ku bi salan xeyala vê yekê kiriye, wekî yek ji hêjatirîn kêliyên jiyana xwe anî ziman. Hevrêyê me, ji wê gavê ve bi hesteke xurt bi gerîlayan re têkilî danî û eleqeyeke mezin nîşanî jiyana gerîla da.
Hevreyê me dema ku bi gerîla re ket nîqaşan karakterê dijmin ê dagirker, komkujiyên ku li dijî gelê me kirine û polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên îroyîn baştir nas kir û ket pêvajoyeke kûr a lêhûrbûnê. Hevrêyê me ji lêhûrbûnên xwe encamên baş derxistin û got ku divê teqez li dijî vê rastiya dijminî têkoşîn bê dayîn. Hevrêyê me xwedî wê zanînê bû ku ev yek dikare bi tenê bi beşdariya nav refên gerîla pêk were û di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê ku gelek ji wan hez dikir, û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mordem yekem perwerdehiyên xwe yên di nav refên gerîla de li Herêmên Parastina Medyayê dibîne û bi saya wan perwerdehiyan, ji bo ku bi beşdariyeke bizanebûn tevlî jiyana gerîlatiyê bibe, gavên ewil avêtin. Hevrêyê me bi beşdariya dersên li ser dîrok, jiyan û îdeolojiyê roj bi roj xwe pêş xist û êdî bi coş û moraleke mezin tevlî jiyana gerîlatiyê bû. Hevrêyê me, her wiha dizanî ku ji bo dawî li hesreta azadiyê ya gelê me bînê, divê xwe di qada leşkerî de jî pêş bixe û ji bo ku taktîkên şerê gerla baş bizane ket nav hewldaneke mezin. Hevrêyê me Mordem perwerdehiyên xwe bi awayekî serkeftî temam kir û wekî gerîlayekê azadiyê yê xwedî zanîn, berê xwe da qadên pratîkê.
Hevrêyê me Mordem demekê li herêmên cuda yên Herêmên Parastina Medyayê pratîka xee sepand û li vir derbarê gerîlatiyê de bû xwedî tecribeyên giring. Piştre, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me êrîşa qirkirinê li dar xistin, beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyan bû. Li gelek qadan li dijî çeteyan şer kir û gefa qirkirinê ya li dijî gelê me berteref kir. Hevrêyê me Mordem bi wêrekî û fedakariya xwe ya di dema vî şerî de ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Piştî setkeftina li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî bidestxistin, hevrêyê me dîsa berê da Herêmên Parastina Medyayê û vê carê xwest ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Tevgera me bibe bersiv. Hevrêyê me Mordem, di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê de fam kir ku di taktîkên gerîlatiyê bêhtir bibe xwedî tecrube û ji bo ku xwe taktîkên gerîlatiyê yên di vê serdema nû de pêş bixîne tevlî perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîk bû. Hevrêyê me ji şerê heyî tecrubeyên giring bi dest xistin û pêvajoya xwe ya perwerdehiyê bi awayekî serkeftî temam kir û di gelek taktîk û teknîkên gerîlatiyê de bû pispor. Hevrêyê me xwest wek gerîlayekê azadiyê, da ku bi awayekî herî xurt bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me û Tevgera me bide, bi taybet israr kir ku biçe eniyên ku şer lê giran bû. Hevrêyê me bi saya taktîkên serdema nû yên gerîlatiyê û sekna wî ya milîtanî, bawerî dida hevrêyên xwe û derbasî eniyên şer ên giran bû. Hevrêyê me, di gelek pêngav û çalakiyan de ku li dijî dijmin hatine pêşxistin cih girt û bû xwedî pratîkeke li gor rol û mîsyona xwe. Hevrêyê me li qada şer, ji wêrekî û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Mordem, di pûçkirina hewlên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de, bû xwedî rol û kedeke mezin û bi beşdariya xwe têkneçûyîna mîlîtaniya Apoyî careke din nîşan da.
Hevrêyê me Mordem, di encama êrîşa dijminî ya 6’ê Nîsana 2018’an de giheşt şehadetê û meşa xwe ya şoreşê li asta herî jor temam kir. Em soz dikin ku dê bîranînên hevrêyê me Mordem her tim di têkoşîna me de bijîn û em ê teqez hêvî û daxwazên wî pêk bînin.
HEMZE GABAR
Hevreyê me Hemze li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava derdorekî welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku li hawirdora gund a li Serhedê li dûrî qirêja pergala kapîtalîzmê mezin bû, bi dilsozê nirxên neteweyî û çandî ya Kurd mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji temenê xwe yê biçûk ve bi malbata xwe re karên gund kir û şivantiyê kir, ji ber vê yekê zû diyardeya kedê nas kir. Hevrêyê me yê ku kesayeta xwe bi kedê re strand, her tim bawerî bi pîroziya nirxên ku bi kedê hatine afirandin anî. Hevrêyê me Hemze ku di temenê xwe yê biçûk de di karê gund de şareza bû, bi fedakarî û kesayeta xwe ya gihaştî hezkirin û rêzgirtina malbat û derdora xwe girt. Hevrêyê me ku her tim bû xwediyê jiyaneke bi xwezayê re di nav hev de, xeyranî xweşiktiyên xwezayî yên Kurdistanê bû. Ji ber vê hezkirina wî ya welat di temenekî biçûk de destpê kir û roj bi roj ev hezkirina xwe xurtir kir. Hevrêyê me yê ku weke her zarokê Kurd bi şahidiya zilma dijmin a li ser gelê me mezin bû, ji ber vê yekê hêrsekî wî yê mezin li hemberî dijmin çêbû. Ji ber ku dijmin li dijî daxwaza gelê me ya jiyana azad a li Kurdistanê her tim êrîş û komkujiyan pêk anî, ev yek hişt ku hevrêyê me Hemze li ser rastiya dijmin bi awayekî kûr lêhûrbûn bibe. Hevrêyê me ku her ku mezin bû hêrsa wî ya li hemberî dijmin jî mezin bû, sempatiyek wî ya mezin ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çêbû ku bi fedayiyane li dijî vê rastiya dijmin şer dikin. Hevrêyê me Hemze yê ku xeyala wî ya herî mezin dîtina gerîla û tevlîbûna li nava refên gerîla bû, vê xeyala xwe her tim zindî girt û ma li benda kêliya pêkanîna xeyala xwe. Hevrêyê me Hemze ku neçar ma di temenê xwe yê ciwantiyê de leşkerî ji bo dewleta Tirk bike, di vê pêvajoyê de ku weke poşmaniya xwe ya herî mezin a jiyanê pênase dike, rastiya dijmin bi hemû aliyên xwe ve dît. Hevrêyê me Hemze ku her çiqas leşkerî ji bo dewleta Tirk kiribe jî rastiya dijmin ku polîtlkayên xwe yên qirker û nîjadperestî li dijî ciwanên Kurd didomîne dît û di sala 2014’an de ji yekîneya leşkerî firar kir û berê xwe çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Hemze ku ji herêma Çemçê ya Qersê tevlî refên gerîla bû, du xeyalên xwe bi hev re pêk anî. Hem Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi salan hesreta wî bû dît, hem jî bû şervanê azadiyê ku hem ji bo azadiya xwe, hem jî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe. Ji ber vê yekê jî roja ku gihişt gerîla, weke roja xwe ya herî bi wate û kêfxweş pênase kir. Hevrêyê me Hemze ku ji fedkarî û têkiliya hevrêtiya germ ya gerîlayên ku li qada Çemçê nas kir bandor bû, kêfxweşiya biryara xwe ya rast û bi cih jiya. Hevrêyê me piştî ku demeke li qada Çemçê ma ji bo ku xwe zêdetir perwerde bike û partiya me PKK’ê zêdetir fêm bike, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Hemze ku li vir di aliyê akademîk de perwerdeya xwe ya ewil girt, di demeke kin de fêrî nivîsandin û xwendinê bû û bi eleqe û baldariyeke mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyan rastiya PKK’ê û Rêber Apo nas kir, her ku di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû, tevlîbûneke watetir û çalaktir raber kir. Dîsa bi baldarî guh da dersên partî û dîroka Kurdistanê û dest bi naskirina rastiya xwe ya civakî û neteweyî kir. Hevrêyê me Hemze ku dizanîbû vegotinên di van dersan de di heman demê de rastiya wî ye, dersên girîng derxist û li ser kesayeta xwe lêhûrbûnên kûr kir. Hevrêyê me aliyên xwe yên ku bi Partî û têkoşîna me ya azadiyê re nabe yek analîz kir û derbas kir. Exlaq û terbiyeya ku ji malbata xwe wergirt, bi çanda Partiyê re têkel kir û bû milîtanekî Apoyî yê xurt. Ji ber vê yekê di rêgez û pîvanên Partiyê de bû xwedî helwestekî zelal û ji bo hemû hevrêyên we bû mînak.
Hevrêyê me Hemze yê ku piştî perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam kir bi îdia û biryardariyeke mezin derbasî qadên lê pratîk bike bû, bi tevlîbûna xwe ya bi moral û heyecan di demeke kin de di dilê hevrêyên xwe yên têkoşînê de cih girt. Hevrêyê me di komên gerîla ku ewil êrîşên dijmin ku bi armanca tasfiyekirina Tevgera me di sala 2015’an de da destpêkirin, pêşwazî kir de cih girt, di çalakiyan de bi darbeyên ku li dijmin da di diyarkirina xeta berxwedanê de rolekî girîng lîst. Hevrêyê me Hemze ku şahidî ji şehadeta hin hevrêyên xwe yên ji hev hêjatir kir ku di pratîka şer de nas kir, dizanîbû ku jiyanîkirina bîranînên van hevrêyên xwe ku ji jiyan û têkoşîna wan bandor bû, bi mezinkirina têkoşîna wan pêkan dibe. Hevrêyê me di vê wateyê de her tim di lêgerîna mezinkirina têkoşînê de bû û bi taybet ji bo ku li dijî dijmin têkoşînekî bi bandor a gerîla bimeşînê israr kir. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê di çarçoveya ji nû ve vesazkirina gerîla de beşdarî perwerdeyên pisporiyê bû, vê pêvajoya perwerdeyê wekî gavekî girîng ê Partîbûnê nirxand. Hevrêyê me yê ku ji xeynî şarezabûna xwe ya di taktîka leşkerî û teknîkê de xwe di pîvanên milîtaniya Apoyî de pêş xist; yekbûna hizr, gotin û çalakiyê di kesayeta xwe de şênber kir. Hevrêyê me Hemze ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rizgariya gelê me kir hedefa xwe ya herî sereke, bi zanebûna ku ji bo pêkanîna vê armancê divê bi fedayiyane têbikoşe tevgeriya. Hevrêyê me ku li ser vê bingehê beşdarî pratîkê bû, li her qada ku lê bû mezinkirina têkoşîna azadiyê û şerê me ya hebûnê ya li dijî dijmin esas girt. Hevrêyê me Hemze ku ji xeynî serkeftinên xwe yên di şer de bi helwesta xwe ya fedakar, kedkar û dilnizm ya di jiyanê de ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak, 6’ê Nîsana 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşekî dijmin de şehîd bû. Em hevreyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyal û armancên hevrêyê xwe Hemze pêk bînin.
XEYRÎ SERHED
Hevreyê me Xeyrî li Qoserê di nava derdorekî welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me ku ligel hemû polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin dilsozê cewhera Kurditiyê mezin bû, di kesayeta xwe de jî van polîtîkayên dijmin pûç kir. Hevrêyê me yê ku ji ber derdora malbata wî ji kevneşopiyeke şoreşgerî dihat, derfet dît ku têkoşîna me di temenekî biçûk de nas bike, her roj hewl da têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê baştir fêm bike. Hevrêyê me ku weke her zarokekî Kurd rastiya dijmin ji dibîstanê nas kir, ji ber ku bi zimanê xwe perwerdehiyê nedît hêrsek wî yê mezin li hemberî dijmin çêbû. Dîsa li amadeyiya îmam hatîp ku demeke çû, bertek nîşanî têgihiştina ol ya ku dijmin dixwaze biafirîne da û rastiya dewleta Tirk ku hewl dide bi bikaranîna ol gelê me ji têkoşîna azadiyê dûr bixe dît. Hevrêyê me fêm kir ku divê ji ber vê sedemê li dijî rastiya dijmin şer bike û kete nava lêgerînan. Hevrêyê me Xeyrî yê ku ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî, di vê pêvajoyê de kedê nas kir. Lê hevrêyê me ku fêm kir nikare di nava pergala kapîtalîst de tam bersiva keda xwe bigire, lêgerînên xwe yên heyî zêdetir kir. Hevrêyê me bertek nîşanî bi israr berdewamkirina êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me, di nava civakê de afirandina têgihiştineke nîjadperestî ya li dijî gelê me û bêedaletiya di nava pergalê de da. Li ser vê bingehê di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt û tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me yê ku demeke di xebatên ciwanan de ma û hêza da têkoşîna azadiyê ya gelê me, di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Xeyrî yê ku pir di bin bandora felsefeya Rêber Apo de ma, ji bo ku ev felsefe li Kurdistanê jiyanî bibe bi fedakarî têkoşiya. Hevrêyê me Xeyrî biryar da ku di pêvajoyeke ku li Rojava û Şengalê li dijî gelê me êrîşên qirkirinê tên pêşxistin de divê weke her ciwanên Kurd ên bi rûmet li kêleka gelê me têbikoşe û şer bike û bawer kir ku ev yek jî tenê di refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de pêkan dibe. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî refên gerîla bû.
Hevreyê me Xeyrî ku perwerdeya xwe ewil a di nava refên gerîla de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi dersên jiyanî di demeke kin de ferî jiyana çiya û gerîla bû. Di demên ewil de her çiqasî di aliyê fîzîkî de hin zehmetiyan dît jî bi alîkariya hevreyên xwe û vîna xwe ya xurt derbas kir. Her çiqasî berê derbarê partiya me PKK û gerîlatiyê hin agahiyan kom kiriye jî, dema tevlî jiyana PKK’ê bû derfet dît ku van rastiyan bi awayekî bandorker nas bike û fêm bike. Hevrêyê me ku bi beşdarbûna çalak a pêvaoya şer a heyî xwest bibe bersiva êşên gelê me, di vê wateyê de bi eleqe û baldariyeke mezin tevlî dersên leşkerî û îdeolojîk bû. Bi perwerdehiyên ku dît, di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û pîvanên milîtaniya Apoyî di kesaya xwe de temsîl kir. Hevrêyê me ku di heman demê de di hunera şer a gerîla de şareza bû, piştî ku perwerdeya xwe qedand xwest biçe herêmên ku şer lê giran e. Hevrê Xeyrî ê ku bi saya helwesta xwe ya jiyanê û jêhatîbûnên xwe yên di gerîlatiyê de bawerî da hevreyên xwe, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand berê xwe da qadên ku wê pratîkê lê bike.
Bi taybetî ji ber ku ji sala 2015’an ve êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me û Tevgera me zêdetir bû û bi armanca tasfiyeyê operasyon li dijî qadên gerîla li dar xist, hevrêyê me Xeyrî bi awayekî çalak beşdarî şer bû. Hevrêyê me Xeyrî ku di tîmên gerîla ên ku ewil êrîşên dijmin pêşwazîkirin de cih girt, bi performansa xwe ya mezin roleke girîng di têkbirina êrîşan de lîst. Hevrêyê me yê ku bi serkeftinên xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi nirxên ku da hevreyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me ku li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat kir, her tim xwest li eniyên pêş be ku bi awayekî bandor li dijî dijmin têbikoşe. Hevrêyê me Xeyrî yê xwedî kesayeteke kedkar û fedakar, di heman demê de bi cesareta xwe ya di çalakiyan de rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe ya fedakar û dilnizm tê naskirin, ji bo ku di xwe de kesayetiya Apoyî biafirîne kedeke mezin da.
Em hevrêyê xwe Xeyrî yê ku di 6’ê Nîsana 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin.”