Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Fedakar Şengalî bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Fedakar Şengalî bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyala hevrê Fedakar a ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Êzidxana Azad’.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bi vî rengî ye:

“Di sala 2019’an de hevrêyê me Fedakar Şengalî di êrîşeke dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Em hevrêyê xwe Fedakar Şengalî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de soza xwe ya serketinê ya ji hemû şehîdên azadiyê re, dubare dikin.

Xelkê me yê Êzidî tevî 74 fermanên di dîrokê de, pişta xwe dane çiyayê Şengalê û hebûna xwe parastine. Weke hucreya kokê ya Kurdîtiyê, bû sembola tevahî berxwedanên gelê me yên di dîrokê de. Xelkê me yê Êzidî nûneriya herî esas û saf a ziman, çand û baweriya gelê Kurd dike. Di van taybetmendiyên xwe de israr kir û hemû êrîşên qirkirinê yên dagirker û hevkaran vale derxist. Xelkê me yê Êzidî ev yek bi saya bi hezaran zarokên xwe yên wêrek pêk anî, bi avakirina jiyana azad xwedî li bîranîna şehîdan derdikeve û parastina Êzidxanê ku mîrateya binirx a şehîdan e, weke wezîfeya herî esas dibînin.

Zarokê hêja yê xelkê me yê Êzidî hevrê Fedakar jî hemû êş û rastiya qirkirinê hîs kiriye. Lewma xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît û di têkoşîna azadiyê de cih girt. Yekane armanca wî tolhildana qirkirin û komkujiyên li hemberî gelê me hatine kirin e û derfetê ji bo xelkê me yê Êzidî biafirîne ku jiyaneke azad û biewle bijî. Hevrê Fedakar bi têkoşîn û şehadeta xwe di dilê hemû gelê me de cih girt. Xelkê me yê Êzidî ku xwedî milîtanên hêja yên mîna şehîd Fedakar e, bi pêşengiya şehîdên me yên pîroz parêzvantiya jiyana azad li her qadê pêş xist û gefa qirkirinê têk biriye. Lewma xelkê me her şehadeta ku çêbûyî, kir hinceta hîn zêdetir têkoşînê û bi vê sekna xwe car din nîşan da ku divê sekna welatparêziyê çawa be.

Em bawer dikin ku malbata hêja ya hevrêyê me Fedakar jî wê wateyeke mezin li vê şehadetê bar bike û têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Fedakar Şengalî, bi vî rengî ne:

Nasnav: Fedakar Şengalî
Nav û Paşnav: Faruk Şeref Qasim
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik – Bav: Naîm – Şeref
Cih û Dîroka Şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Fedakar li Şengalê di nava malbateke ku nirx û taybetmendiyên herî esas ên Xelkê me yê Êzidî lê tên jiyîn de, hate dinê. Li gorî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me 10 salan xwend, bû xwedî asteke zanebûnê ya diyar û êdî bûyerên li derdora xwe fêm dikir. Hevrêyê me ji temenê biçûkahiya xwe û vir ve, guh da êrîşên qirkirin û fermanên li dijî xelkê me yê Êzidî hatine kirin û bi vî rengî mezin bû. Di vî warî de bû xwedî hişmendiyeke diyar. Lê belê ji ber li Şengalê xelkê me yê Êzidî nexwedî rêveberiya xweser û xwe rêxistinkirinê bû, weke pratîk di nava ti xebatên siyasî û civakî de cih negirt. Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîş birin ser Şengalê. Hêzên ku xwedî wê îdîayê bûn ku xelkê me yê Êzidî biparêzin, bêyî li pişt xwe binêrin reviyan û xelkê me bêparastin hiştin û piştre komkujî û bûyerên dermirovî qewimîn. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Fedakar bikeve nava lêpirsînên kûr. Ji xelkê me yê Êzidî bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Fedakar li hemberî çeteyan û hêzên hevkarên wan, bibe xwedî hêrseke mezin. Li dijî êrîşa qirkirinê milîtanên Apoyî bi cesaret û biryardariyeke mezin berê xwe dan Şengalê û parastina xelkê me kir. Vê yekê weke hemû xelkê me yê Êzidî, hêviyên hevrê Fedakar jî mezin kirin. Milîtanên Apoyî yên ku qet nas nedikir, xwe ji bo parastin û azadiya xelkê me feda kirin û ti carî jî xwe ji fedakariyê nedan paş. Hevrêyê me ji vê yekê pir bandor bû û weke ciwanekî Êzidî fikirî ku divê ew jî berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me li ser vî bingehî ket nava lêgerînan û mîna gelek endamên malbata xwe, biryar da ku beşdarî nava refên berxwedanê bibe.

Hevrêyê me Fedakar li ser vî bingehî cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt û xwe bi şans hîs kir ku bi fermandarên me yên hêja yên mîna şehîd Egîd Civiyan, şehîd Dilşêr Herekol û şehîd Memo Mêrdîn re têkoşîn kir. Hevrêyê me ev fermandarên hêja her tim ji xwe re mînak girt. Bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re, xwe di warê leşkerî de kir pispor. Di felsefeya Rêber Apo de kûr bû û ket nava lêgerînê ku taybetmendiyên milîtaniyê di kesayeta xwe de bide rûnişkandin. Hevrêyê me Fedakar tolhildana fermana ku li dijî xelkê me yê Êzidî hatî kirin, weke armanca xwe ya herî mezin diyar kir û ji ber vê yekê pir israr kir ku di çalakiyên li dijî çeteyan de cih bigire. Bi saya asta xwe ya di warê leşkerî û tevlîbûna xwe ya samîmî bawerî da hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me tevlî gelek çalakiyên ji bo rizgarkirina Şengalê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, di pratîkê de raber kir. Tevî ku zêde xwedî tecrubeya şer nebû, bi cesaret di çalakiyan de cih girt û bi ser ket. Hevrêyê me her roja derbas bûyî, hîn bêhtir ji xwe bawer kir. Hevrêyê me li aliyekî di pêngavên ku ji bo azadiya gelê me de cih girt, li aliyê din jî di xwe de hêz û enerjiyeke bêhempa ava kir, xwe di felsefeya Apoyî de kûr kir, asta xwe ya lêhêrbûnê di her qada jiyanê de nîşan da û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Fedakar di warê îdeolojîk, leşkerî, rêxistinî û jiyanî de tecrubeya bi salan ji milîtanên Apoyî girt, ji sekna wan a jiyanê bandor bû û ev yek kir hinceta hîn bêhtir mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me di heman demê de xwe li ser bingehê parêznameyên Rêber Apo pêş xist û têkildarî mijara azadiyê ya hemû gelê Kurd xwe berpirsyar hîs kir. Di vî warî de weke şoreşgerekî profesyonel, hevrê Fedakar xwest li gelek herêmên Kurdistanê têbikoşe û bawer kir ku ev jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e.

Hevrêyê me li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi perwerdeyên wergirtî re, bû milîtanekî Apoyî. Bi perwerdeyên wergirtî re, fêm kir ku xeteriya fermana li dijî xelkê me yê Êzidî, encex bi têkoşîna yekgirtî ya gelê Kurd wê derbasî dîrokê bibe û lewma têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me Fedakar dizanî ku bi tevlîbûna nava refên PKK’ê, ji hemû ciwanên Êzidî re bûye mînak û di jiyanê de mîna navê xwe, bû xwedî sekneke fedakar. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya dilnizm, dirûst û samîmî şopên kûr di her hevrêyek xwe de hişt. Di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Hevrêyê me Fedakar qasî têkoşîna xwe, wê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike. Em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyala hevrê Fedakar a ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Êzidxana Azad’.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin
Nûçeya Pişt re Ruhê hunerê astengiyan nas nake
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya rojnamevanan bi waliyê Silêmaniyê re civiya

Hevdîtina yekem a şandeya rojnamevanên ku têkildarî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê li Panosê ne

Meşvanên Azadiyê piştî Agiriyê li Panosê hatin ba hev û car din azadiya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê şehîdên Tişrîn û Qereqozaxê hatin veşartin

Cenazeyên şehîd Feysel Samir El Mûsa û Qasim Mehmûd El Marûf ên li Bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?