Yekşem, 15 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê çalakiya li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Çûr edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Naîf Îşçî yê ku berdana wî 5 caran hat taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    15 baroyên li Kurdistanê ji bo rojeva pêvajoyê diçin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê banga rêveberiya xweser û rêxistinkirinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê Altûn û Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurîchê wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12’emîn bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Londonê jin wê di Mihrîcana Jinan a Zîlan de bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlmê ‘Bir Kar Tanesinin Ömrü’ li Baselê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîd Serhed Têkoşîn bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîd Serhed Têkoşîn bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê Semîh Kaya (Serhed Têkoşîn) ê li Zapê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî û ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd, ev tişt diyar kirin:

“Roja 7’ê Adara 2023’yan di êrîşa dijmin a li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de pêk hat, hevrêyê me Serhed Têkoşîn şehîd bû.

Hevrêyê me Serhed ji kêliya ku tevlî refên gerîla bû heta şehadeta xwe xwedî beşdariyeke xurt û meşeke bênavber bû. Hêza azadiyê ya di dilê wî de şewq da hemû jiyana wî û bû mîlîtanekî baş ê Apoyî. Hevrêyê me yê hêja ku ji Xakurkê heta Garê û Zapê li gelek herêman şer kir, di çalakiyên bêhejmar de cih girt û derbên giran li dijmin da. Digel taybetmendiya xwe ya şervanekî wêrek bi hevrêtiya xwe ya bi hêz jî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

 

Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja yê hevrêyê me Serhed re ku mîraseke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştiye û ji hemû gelê welatparêz ên Erzirom û Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Serhed Têkoşîn wiha ye:

Nasnav: Serhed Têkoşîn

Nav û paşnav: Semîh Kaya

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navên dayik û bav: Perîşan – Reşît

Cih û dîroka şehadete: 7’ê Adara 2023’an / Zap

Hevrêyê me Serhed li navçeya Qereyazî ya Erziromê, di malbateke ji eşîra Berazî ya welatparêz û xwedî nirxên civakî de hatiye dinê. Hevrêyê me yê ku bi moral û çanda ku ji malbata xwe wergirtiye mezin bûye, di temenê xwe yê biçûk de erkên civakî hilgirtiye ser milê xwe. Hevrêyê me Serhed weke her zarokê Kurd ê li Kurdistanê, pêşî rastiya dijmin di dibistana ku xwendibû de dît, piştre bi polîtîka û amûrên qirkirinê yên dijmin re rû bi rû ma. Ji ber vê sedemê hevrêyê me di zarokatiya xwe de dest bi nakokiyan kiriye, ji bo bersiva van nakokiyan bibîne zû dest bi lêgerînê kir. Ji malbat, gund û derdora wî ya nêz de tevlîbûnên nava refên gerîla hişt ku hevrêyê me Serhed partiya me PKK’ê nas bike. Jiyana li cihekî weke Erziromê ku zexta dijmin a li ser gelê me di asteke bilind de ye û her roj rastî van zext û êrîşên dijmin tên, bû sedem ku hevrêyê me Serhed hê zêdetir xwedî li nirxên Kurdan derkeve. Di heman demê de partiya me ya ku gelê me weke tevgera azadiyê dibîne, bi vê hişmendiyê hewl da ku zêdetir xwedî li PKK’ê derkeve û fêm bike. Hevrê Serhed têkoşîna me ya azadiyê û şerê li Kurdistanê kêlî bi kêlî dişopand, wisa difikirî ku weke ciwanekî Kurd divê erk û berpirsyariya xwe ya di misogerkirina azadiya gelê me de bi cih bîne. Li ser vê bingehê hevrêyê me dev ji dibistanên dijmin berda, tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû.

 

Hevrêyê me demeke dirêj weke şoreşgerekî profesyonel di nava xebatên ciwanan de cih girt, ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd û tevlîbûna nava refên azadiyê kedeke girîng da. Hevrêyê me Serhed ê ku bi saet û rojan dixebitî ku her ciwanekî ku pêre têkeve nava têkiliyê, hişyar bibe û rastiya dijmin baştir fêm bike. Hevrêyê me Serhed ku di her kêliyê de armanc dikir ku têkoşîna xwe berfireh bike, piştî demeke dirêj di nava xebatên ciwanan de derbas bû, biryar da ku têkoşîna xwe weke gerîla li çiyayên Kurdistanê bidomîne. Li ser vê bingehê di 15’ê Sibata 2014’an de ku ji bo gelê me rojeke reş e, salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û Tevgera me bû û weke Roja Qirkirina Kurd di dîrokê de cih girt, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Serhed weke ciwanekî Kurd bi tevlîbûna nava refên gerîla bersiv da hêzên komploger, di kêliya tevlîbûna gerîla de careke din nîşan da ku dijmin bi tu awayî nikare bi ser bikeve. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhed berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Xakurkê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhed li herêma Xakurkê perwerdeya xwe ya yekemîn di gerîlatiyê de dît, bi vê perwerdeya bingehîn di demeke kin de xwe adapteyi jiyana gerîla û çiyê kir. Hevrêyê me dizanibû ku ji bo bersivê bide daxwazên azadiyê yên gelê me divê di aliyê îdeolojîk û leşkerî de xwe bi pêş ve bibe, her kêliyê ji bo pêşvebirina xwe hewl da.

Hevrêyê me Serhed mîna her milîtanekî Apoyî xwedî ruhekî fedaî bû, pê hesiya ku ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser gelê me, divê di şêwaza şerê gerîla de bibe pispor. Ji bo vê jî hevrêyê me ji hevalên xwedî tecrûbe sûd wergirt û bi konsantrebûna xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî yê jêhatî. Hevrêyê me Serhed ku ji sala 2015’an û vir ve li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Tevgera me bi awayekî aktîf li ber xwe da, bi taybetî di sala 2016’an de li herêma Xakurkê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Serhed di van çalakiyan de bi ruhê êrîşkar ê bilind ji aliyê hemû hevalan ve ji xwe re bû mînak. Hevrêyê me di van çalakiyan de ji sîng û piyên xwe birîndar bû. Ji bo têkoşîna xwe hîn bi biryartir bidomîne, bi tu awayî vê yekê weke astengî nedît û tevlîbûna xurt esas girt. Hevrêyê me di sala 2018’an de li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser axa Xakurkê bi fedaî li ber xwe da, di vê pêvajoya şer de ku destanên lehengiyê yên mezin lê qewimîn, roleke girîng lîst. Hevrêyê me li herêma Xakurkê tu cihekî ku neçûyê nehiştiye, bi leza xwe ya bilind, bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û hêrseke mezin a li hemberî dijmin piştrast kiriye ku derbên giran li êrîşên dagirkeriyê hatine xistin. Hevrêyê me di êrîşên dijmin de ji gelek cihên xwe birîndar bû, bi heman tevlîbûna bibiryar û bi îrade şerê xwe berdewam kir.

Hevrêyê me Serhed di pêvajoya şer a pêşketinê de fersenda beşdarbûn û şêwaza şer a hem xwe û hem jî hevrêyên xwe dît, ji vê pêvajoya şer encamên girîng derxist. Hevrêyê me digot ku hemû hevrêyên wî xwedî ruhekî fedayî, fedekarî û wêrekiyeke bilind in. Hevrêyê me digot pêwîst e di taktîkên gerîla de hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêyê me bi baweriya ku tenê bi vî rengî dikare derbên giran li dijmin were xistin, ji bo xwe di şêwaz û taktîkên gerîlatiya serdema nû de pêş de bibe, beşdarî perwerdeya pisporiya leşkerî bû. Hevrêyê me Serhed ku bi tecrubeyên xwe yên şer hîn bêhtir perwerdehiya xwe dewlemend kir, di kesayeta xwe de geşedanên girîng afirand. Hevrêyê me di gelek taktîkên gerîla de pispor bû. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhed demeke dirêj bi perwerdekirina hevrêyên xwe re eleqedar bû, ne tenê bi perwerdekirina hevrêyên xwe re hişt ku şerê me yê li dijî dagirkeriyê mezin bibe, di heman demê de bi perwerdehiyê xwe ji pratîkeke şer a mezin re amade kir.

Hevrêyê me Serhed perwerdeya xwe bi awayekî serketî bi dawî kir, berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya ku êrîşên dagirkeriyê lê dijwar bûn û li vir beşdarî berxwedana dîrokî bû. Hevrêyê me Serhed li vir bi hevrêyên xwe re bi fedaî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin pêşwazî kir, derbên giran li dijmin xist û bêserûberiya milîtaniya Apoyî careke din nîşanî dijmin da. Hevrêyê me Serhed ji bilî serkeftinê tu tiştekî din ji bo xwe qebûl nekir, bi dilsoziya xwe ya ji bo armanca xwe, bi şêwaza xwe ya israra serkeftinê, bi hurmet û hezkirina xwe ya kûr li ser hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşiya, bandoreke bêhempa afirand. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hemû şehîdên me, bi pêşengiya hevrê Serhed bigihînin serkeftinê.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêşniyara li ser tevlîbûna Swêdê ya li nava NATO’yê li meclîsa Tirk hate qebûlkirin
Nûçeya Pişt re ‘Divê em kilîda zindana Îmraliyê bişikînin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Antalya û Eskîşehîrê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin

Li Antalya û Eskîşehîrê polîsên Tirk di saetên siharê de bi ser gelek malan de…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku di çarçoveya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Hemû îdîayên kirine hinceta qeyûmê bêbingeh in

Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê diyar kir ku hemû îdîayên kirine hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li Wanê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê banga rêveberiya xweser û rêxistinkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?